Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: HEVPEYVÎNEK LI GEL ELÎ ŞEMDÎN

 


di jimara ( 426) ya roja 8/5/2007 an de li bajarê silêmaniyê , rojnamevan Hozan xelîl Efrînî ji rojnama (ASO) ya siyasî serbixwe ko bi zaravê soranî û rojane derdikeve , hepeyvînek çêkir bi nivîskar Elî Şemdîn re Endamê komîta navendî ya (Partî Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûrî), û Endamê komîta bilind ya (Hevbendiya Dîmoqratî Kurdî li Sûriya), û nûnerê Hevbend di Komîta rêvebir ya (Daxiyana Şam de li Cezîrê) , vaye li jêr em wê hevpeyvînê belavdikin :


*  kak Elî rewşa  bizava tevgera kurdî li sûrî çawa di nerixîne ?.

**
 bI kurtî xebata 50 salî di rûniştinek wek vê de em çi jî bêjin wê her kêm be, pariya me wek yekemîn parî di 14//6/1957 an de hate damezrandin , û vaye derbasî yobîla xwe ya zêrîn bûye , û di 5/8/1965 an de parçebûn di nav de dest pêkir , piştî ko milet tevî  xwe dabû dorê dujmin xwest destê xwe dirêjî  hundurê partî  bike û wê hêza xurt tar û mar belawela  bike , û vê parçebûnê ew omîda dujmin bicî anî , û di bin nave Çep de û dibin siya hin siloganên din de jî ew parçebûn berdewam bû û  her sere du salan parçebûnek lê diket ta ko lîstek ji navê partiyan hate çêkirin tevî ko di kar û dixebata rojane de hin ji wan tunebûn , lê partiya me (Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li sûrî) karîbû xwe bi parêze ji vê nexweşiyê ,  û di dawiya sedê bîstan de ew şîarat û siloganên ko xwe di bin de di veşartin  û parçebûn dikirin mina markisîzimê ..  êdî  hêrivîn bi hêrivandina yekîtiya soviyêt re , û hin sedemên din jî hebûn ko parçebûn xurt dikirin û tev jî dibin yek sîwanê de digihan hev , hin destê dujmin têde hebûn , û hinjî kesayetiya hin berpirsan , û hin jî cudayetî û beriberi û hevrikiya rêxistinî , û di be ko hin jî ji ber hin ramanên siyasî jî bû , lê destê dujmin dirêjtir bû mixabin di van perçebûnan de .

*  bibûre , çawa bi destê dujmin , aliyên din jî wisa dibêjin , ea bawer dikim ko di zîndanê de parçebûnê dest pêkir , tu çawa di nerixîne ? .

**
 ji xwe parçebûn ne ji azmana de tê , bi rojan dirêj di ke ta ko di gihe watekê ko nema  di Karin bi hevre berdewam bikin , û mamoste Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de (ronahî li ser tevgera kurdî li sûriye) di bêje girûpa ko parçebûn çûkirin di 1965 an de pirê wean şêx û mele û axa bûn , û di pêşiya wan nde Mele neyo , û di bin nave markisîzim û çep de parçebûn kirin , ev jî dijberiyek  balkêşe bi rastî .

*  gelek jêder di bêjin ko parçebûna  ko li kurdistan îraq dest pêkiribû di nav bera mekteba siyasî û mele mistefa de , ko ewê rolek lîstiye di parçebûna tevgera kurdî li sûriye , eya tiştek weha heye ? .

**
ev bandor ne bi temamî hebû , û eger hebe jî ji xwe wê bandore rehmetiyê  berzanî be , ji ber ko çaxê mekteba siyasî bazdayî bû , û rola wî ne ew rola ko karibe destê xwe dirêjî meydana kurdî li sûrî bike , na û li hember vê yekê jî mam celal di dema destpêka damezrandina partî de li sûrî , ewî alîkarî dikir bi hevalê hemîd û osman sebrî re di danîna pirogiram û bernamê siyasî de , ji ber ko di wê demê de ew endamê komîta navendî bû ya (P.D.K) û nûnerê wê bû li şam , birastî ne veşartiye ko dema parçebûn pêk hat hin kesan ji serokatiya şoreşê destê xwe dirêj kirin nav tevgera kurd li sûrî û ji nexweşiyên wê hin qizenc kirin û hin tiştên xwe pêk anîn , lê ya rast ewe ko hin kurdên sûrî amedebûn ji parçebûnê û di pêşiya wan de mele mihemedê neyo ko rola serekî di lîst di wê parçebûnê de , îro kal bûye û li şam rûdine , sedemên wî pirbûn ko dihişin wê role bilîze lê kursî ne ya serekî bû wek ko hat xwiyanêkirin , ji ber ko osman sebrî da pêş û di bin siya nave wî de wek damezrenerkî serekî bû di çêkirina partî de , xelk li dor xwe kom kirin , û eynî gurûpa ko ew bi zor dane pêş û parçebûn di bin nave wî de pêkanîn  , di konferansekî de 1988 ew bi gunehbariyek mezin dûrxistin ji nav xwe û avêtin bi (xiyaneta uzma) û selah bedredîn xistin şûnê , û dixwazim bînim ziman ko selah bedredîn bi xwe çaxa parçebûn ne dibin çavan debû , ew xendevan bê li qamişlo û nû derbasî nav karbûbû û di şaxê xwendevanan de bû û piçûk bû, û di 1970 de li nawperdan kongirek bi navê (kongirê netewî) li darket û jê bi şûnde bûn sê partî li sûrî li şûn ko bibin yek , alê siyan serpereştiya wî Dihamê mîro dikir ewbixwe kesekî welatparêz û nexwendî bû , û mixabin bi ser neket , û xwe neda paş jî û berdewam kir wek partiya siyemîn û parçebûnê dest pêkir û ji wan êdî gelek parçe çêbûn , lê tevî vê yekê dîse jî rewşê bizava kurdî li sûrî rewşek başe û ne xerabe digel wan astengî û nexweşiyan ko parçebûn di pêşî de bû , û me wek partî karî bû rola xwe di nav tevgerê de bilîzin , vaye hevbendî dîmoqratî kurdî li sûrî ji  çar partiyan û ji hin kesên welatparêz û ser bi xwe  pêk tê û li ser yek pirogiram li hevdikin , û (ber) jî heye ew jî ji sê partiyan pêk tê , û ev herdû çarçew jî di bin nave (komîta hevbeş) de li hevkirine li ser roniya (nerîna hevbeş ya hevbendî û enî yê ji bo çareserkirna kêşa kurdî li sûrî) û karên hevbeş bi hevre dikin , û nakokî û dijberî û beriberi di navbera wan de gelekî kêm bûye , lê mixabin hin partî li derve mane û ne zelale çim xwe ji ref dûrdixin , û bi vî rengî rewşa bizava kurdî başe ne xerabe  .

* mebest çiye , li ser çi li hevnakin , çima ew li dervî komîta hevbeş ya hevbendî û eniyê mane ? .

**
 tevî  pirogiram pir bûne , lê îro roj du nerîn berçav dibin , yek ji wan piraniya partiyan xwe li dor komdikin ew jî nerîna komîta hevbeş ya hevbendî û enî yê ko ev nerîn dibîne ko pirsgirêka kurdî li sûrî bi rengekî dîmoqratî û aşitî çareser di be dûrî silogan û şîaratên bilind û tûj ko miletê me dajon ber serjêkirinê , ev hevalên din nerînekî dijî vê dibêjin û di bînin ko pirsgirêka kurdî li sûrî bi rengekî serbixwe dive careser bibe û bi bi kurdistanek ser bi xwe de dajon ..

* dawî milet çi dixwaze ? .

**
- mixabin ta nêzîk milet dihat ajotin ber bi siloganên tûj û beloq de , lê bi rastî piştî buyerên 12/avdara 2004 an rewşa miletê kurd li sûrî û rengê xebata wî hinekî hate guhertin ber bi siyasetên rast û durist ve , ji ber ko milet dît ko xwediyê siloganên tûj û beloq roja qewamê xwe lê nekirin xwedî yên bêrî  û dûrî wan  hatin kuştin û şhîdbûn , miletê me jî hêdî hêdî hînê vê lîstikê bû ko tê ajotin ber bi kuştinek belaş de, û nema tê xapandin , nimûne jî div î babetî de ew xwepêîandana ji bo bîranîna salane ya hejmartina awarte 1962 ko kurd û ereb û aşûrî di çarçewa daxwiyana şamde xwepêşandanek li darxistin li şam û dengê xwe bilind gihandin raya giştî , lê yên dervî  vê biryarê ko nave (tensîq)li xwe dikin ew jî sê girûpin ji hev qetiyane divan pênc salan de çûn li (Enteriyê) xwepêşandan çêkirin div ê rojê de bi omîda ko xelk li wan kom bibin ji ber bajar tev kurdin , lê birastî gelekî hetikîn ji ber ko milet xwe neda dor wan bi hersiyan 150 kes kom nebû tevî qutabiyên dibistanan jî , nimûna diwem jî ewe ko tevgerê tevî di çarçewa daxiyaniya Şam de qûtbiriya helbijartinan kir bi dengdan û helbijartinê , lê dîse evan gurûpan dijî biryara tevgerê sekinîn û berdewam kirin dihevbeşiya helbijartinan ta ko rûyê rêcîmê hinekî sipîkirin dûre neçare xwe kişandin piştî milet bi çavên xerab li wan nerî û tilî ber bi wan ve dirêj kirin ..

* li 17/3/2007 li ferensa li (encûmena rîsipyan) rûniştinek ya (hevbendî û enî û pyd) çêbû û bi hevre biryarin pir bi qiwet derxistin , başe (pyd) ne li gel weye  çawa hûn bi hevre gihan biryarekê , û dizanin ko we komîtek hevbeş çêkiriye , ev çawa ye , yanî we pyd nêzîkî xwe kiriye , ev çawa ye  ? .

**
destpêkê dixwazim bêjim ko omîda me wek partiya pêşverû ewe ko hemi hêzên kurd û ereb aşûrî  û kesên wan yên serbixwe  jî tev nêzîkî hevbin , ya din em û (pyd) nedûrî hevin , me wek hevbendî û enî û pyd hin tiştin bi hevre kiribûn û me komîtek hevbeş imze kiribû ji bo karê rojane û xweşkirina têkiliyan , komî ji şeş kesan pêk di hat (2+2+2) , li pey çêkirina vê komîtê konferansê parîs li darket û bi hevre em beşdar bûn û ev ne dijî vê komîtê bû belê ji karê wê bê , lê mixabin di helbijartinan de riyek din girtin û ji wê imza xwe dûrketin û dijî biryara hevbendî û eniyê biryar dan , û ev pirs gereke ji wan were kirin , lê yên di (tyensîqê) de netenê ji bo kongirê parîs belê ji bo pêkanîna lêvegerek kurdî jî ev bû salek em lid û wan digerin ko werin kongirê netewî kurdî li sûrî ko hevbendî û enî yê xwestiye li darkeve ji bo helbijartina lêvegera kurdî ,û gavin baş hatin avêtin divî warî de , û her û her doz li wan hevalan jî di bû lê mixabin tim jê direviyan û astengiyên behane derdixistin û kar dikin ko nehêlin ev kongir here serî û me di hevbendî û enî de her me firset da wan hevalan ko li xwe vegerin û werin nav tevgera kurdî û ya netewî jî , ême em ti vîtoya me li ser kesek tuneye lê ewe  her pirobilema çûdikin dawî dixwazin em doza yekîtiya herêmên kurdî li sûrî (cezîr û koban , û efrîn) , û bidestxistina serxwebûna perlemanî û îdarî û dadeyî .. yanî doza konfidraliyê dikin .. birastî ev lîstik xerabin miletê me tê ajotin berpê em hîvînakin biserkevin û ji me bê em nahêlin jî ..

* di derbara helbijartinên dawî de li sûrî , çi çê bû ? .

**
tevgera kurdî jî di çarçewa daxiyana şamê de berî mehekê ji roja helbijartinê biryar xwe da ko van helbijartina qûtbir bike çi bi dengdan û çi bi helbijartinê , daxwiyaniya şam ji opozisyona kurd û ereb û aşûrî  pêk tê , ev çarçew ya yekemîne ko di dîroka miletê kurd de bi hemwelatiyên din re pêk tê li ser dîkomentekê bi hevre imze dikin û têde pirsgirêka kurdî cîgirtiye , û dozdike ko xebat bibe di ber çareserkirina pirsgirêka kurdî bi rengekî durist û dîmoqratî , û ev jî di nerîna me gavek gelekî giring û bihaye ji pêşeroja miletê me re , û birastî ew biryara hevbeş di derbara hilbijartina de ne ji valahiyê hat belê ji bo komek sedem bû di pêşî de berdewamiya wî rengê berê ji helbijartinan ko mada (8) an ji destûra sûrî partiya (beis) dike berpirsê milet û civaka sûrî bi tevayê û piraniya kursiyê perleman dibe ji mafê wê , û yên din jî dide noker û dûvêkên xwe , tunebûna çavdêrên navnetewî û erebî li ser van helbijartinan , berdewamiya ehkamên urfî û qanûna awarte , û dûrxistina 300 hezar kurd ji helbijartinan ewên ko di 1962 an de nasnama wan ji wan hatibû kişandin ..
dibe ko were pirskirin : ev sedem berê jî hebûn lê çima hûn diketin helbijartinan de , bi rastî dema piropoganda helbijartinan tevgerê simîner li dardixistin û xwe bi miletê xwe û raya giştî dida bihîstin , lê îro nema pêwistî bi vê firsetê heye ji ber ko kêşa kurdî zelal bûye û ketiye bin roniyê de , û rewşa cîhanê û herêmê jî kûr hatiye guhertin , bi kurtî îroj ne wek doye  .

* îro emrîka û sûrî nêzîkî hevdibin ,  û ew û israyîl jî têkiliyan çêdikin , wê çaxê wê çareseriya kêşa kurdî çawa be , wê nekeve aloziyê de , wê bandore wê lê ne be ?.

**
kêşa kurdî li sûrî ji xwe ne cudaye ji buyerên cîhanê û herêmê û ji buyerên navxwe , lê em wek partî  û diçarçewa hevbendî û çarçewa daxwiyana şam jî , nerînek me heye li ser guhertinên ko li sûrî dive çêbibin di nav wan guhertinan de kêşa kurdî ye jî , em dibînin ko bi rengekî dîmoqratî û aşitî xebat were kirin , lewma nave daxiyana şam bi xwe jî vê eşkere nîşan dike ko ya guhertina dîmoqratî û aştiye di welêt de dûrî gavên behlewanî ber bi azmanan de , ji vê yekê em barên xwe navêjin ser hespê emerîka û derve , siyaseta emerîka bi bercewendiyên wê ve girêdaye , em wek partiyek i li hundur di nav milet de xebatek hevbeş bi opozisyona niştimanî  re dikin , em pêşeroja xwe girêdidin bi xebata xwe ve , em xebata xwe ji girêdidin bi miletê xwe ve , û bi meşandina siyasetek dîmoqratî durust dûrî tûnd û tûjiyê ê siyasetln beloq û çewt ..û hêviyan ji emerîka nakin ko were , lê ko bi xwaze were em ranajin darê xwe û li pêş nasekinin , ji ber ko em nikarin bisekinin jî ..
bi rastî em wek partî pêşeroj kurd di bînin berbipêşde û nexasim ya kurd li sûrî ko gavin baş û ber fireh avêtine , û kêşa kurdî li derve ketiye bin ronahiyê de û dan û sitandin li ser dirêj çêdibin , em dibînin ko li ser bingeha miletê xwe xebata xwe bikin li ser du beşan bi wan pêşeroja me dikeve dest me de û qizincê pêktîne : yek jê ko em karibin di hundurê çarçewa kurdî de gotina tevgerê bikin yek û refên wê jî bidin ser hev , birastî me gelek gavên baş di vî warî de avêtine û îro jî em dixwazin gavin din jî bavêjin ber bi pêkanîna kongirek netewî de .. beşê diwem jî ewe ko karibin pirsgirêka kurdî di hundurê çarçewa niştimanî de bidin qebûlkirin û piştgiriya were kirin , lewma dive em bervanên serkeftîbin wek avoqatan berevaniyê di ber pirsgirêka xwe de bikin û dostan lê pirbikin bi siyasetên rast û durust , ji ber yên çewt dostan kêmdikin û dujminan pirdikin ,û di vî warî de me wek partî û hevbendî gavin berfireh avêtine ber bi hêzên dîmoqrat û welatparêzên sûrî ve ko êdî pirsgirêka kurdî wek pirsgirêkek dîmoqratî niştimanî dinasin , û çûkirina   daxiyaniya şam giringtirîn gav bû , ko wek çarçewk em ciyê xwe têde bi qedir di bînin , û xala pirsgirêka kurdî têde berze û xebata mejî di hundirê wê de têrêzgirtin û dengê mejî tê bihîstin , bi rastî ev herdû beşên xebatê ko me gavên baş têde avêtine pêşeroja ji me re ron û zelal dike , eger sibe guhertinek çêbibe , çi guhertin be ji hundur yan ji derve be , yê me em dixwazin ko ji hundur be , û em dixwazin ko rêcîm bi xwe dest pê bike li gor ko serok beşar esed jî gotibû di perleman de dema hate ser hukim û pirogiramê xwe pêşkêş kiribû ji milet re , ew pirogiram tevgera kurdî bi tevayî rihet kiribû , lê mixabin ew oirogiram hat jibîrkirin , em doza inqîlabên leşkerî nakin em doza guhertinek dîmoqratî dikin ko hemi miletên sûrî jê qizincê bikin , û bi taybet miletê  kurd ko pirsgirêka wê çareser bibe ji ber ko gelek xebat kiriye di ber vî welatî de , û roja wî hatiye ko êdî keda wî sûde bide ..  û gelek sipas  .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark