Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rizgarbūna Źzidīxan girźdayī azadiya tevahī Bažūrī Kurdistan e

 


Idrîs Hiso

“Serjêkirina 50 jinên êzidî li Baxozê, berdewamiya cînosayda li dijî êzidiyan e”

Li Baxozê dawî wargehê Dewlet û Xîlafeta muslmanên DAIŽê, hat ragihandin ku termê hejmarek jinên Êzidî bê serî hatin dîtin.
Wê dîrok hovîtiya herî mezin di vê serdemê de qet jibîrneke, em dê zarokên xwe jî li ser van bîranînên tahil û bi azar perwerede bikin, çendî em bikin em heyfa xwe ji tawanbarên wisa nastînin.
Jinên kurdên êzidî kirin kole, destdirêjî li ser xwehên me kirin, divê em vê yekê jibîr nekin û tola wê bi hemû rengî bistînin.


Li Baxoz çekdarên DAIŽê ku bi hêvîbûn ji wir biçin behžtê, lê li wan bû dojeh, çekdarên ku nedixwestin li ser destê jinek žervan werin kužtin, çinku li gorî wan çekdarê ku bi destê jinekê were kužtin naçe behžtê. Lê bi destê jinan dîl hatin girtin.
Baxoz wê di bîra zarokê dewlet û xîlafeta muslmnan de bimîne sax û di bîra me de jî wê bimîne.
Dewleta Islamê ku hîn jî li hin deveran berdewam e, dê wek dewleta islamê li Baxozê bi serê wê bê.
Baxoza mezin li Tehran û Inqera ye. Baxoza mezin serokê wê ne Bexdadî ye, lê belê Erdogan û Xaminayî ye.
Pižtî kužtina 50 jinên Êzidî bi ewqas hovîtî û wijdanê neteweyên yekbûyî hîn nehejiyaye û kiryarên terorîstên DAIŽê li dijî kurdên êzidî bi cînosayidê nedaye nasîn.
50 jinên ku bi hovîtî li ser destê DAIŽê hatin kužtin ne mezintre ji tawanên kirîn û firotina jin û zarokan û wek serdemên koletiyê, û li pêžiya çavê hemû cîhanê, ne mizintire ji kužtina bi hezaran kesên êzidî û vežartina wan di gorên bikom de.
Žingal û Êzdîxan xabûr û talankirîye, hikûmeta iraqî, Hežda Žeibî û hin hêzên din bazirganiyê bi pirsgirêka êzidiyan dikin.
Ev hemi bi sere êzidiyan ve hatiye û hîn jî hin mirov hene qažo azadîxwazin, lê dibêjin xema me ne êzidîne, ev kêžeyek iraqî ye, û divê aliyên iraqî wê çareser bikin?!
Cînosayda bi serê kurdên êzidî hatiye guneh û sûcê hemû mirovahiyê ye û divê mirovahî vî gunehî bi çareserkirina pirsa kurdên êzidî ji ser milên xwe rake.
Birînên êzidiyan ne bi serxwebûna kurdistanê be û çareseriya pirsgirêka êzdîxanê û pirsgirêka netewe û ayinên dežta Nînewa di hindirê kurdistanek serbixwe de pêknayê.
Jibilî wê yekê di nerîna min de wê ne êzidî û ne pêkhateyên din ji tirsa cînosayidê rizgarnebin, rizgarî û xelasiya êzidî û pêkhateyên êzdîxanê di serxwebûna Bažûrî Kurdistan de ye, Kurdistan bi sînorên xwe yê dîrokî ji Rebîaa ta bi qontera çiyayê Hemrîn.
Hewlêr 05.03.2019

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark