Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mirovê terka welatê xwe bike; bi tena xwe dimre

 


Hadî Îzzet

 Tîtîk hebû, di nav hevalên xwe de pirr kêf xweþ û þad bû, bê xem û bar bû.. Sibeha ji lûsê xwe derdiket, li rizqê xwe digeriya, tiþtê didît û digirt û dixwar heta ku lê dibû êvar.. Gelek carna ji kêfa re, ji xwe re distira û dixwend. Dengê xwe, wek dengê ribabê dijenand û êvara vedgeriya war û lûsê xwe.. Bi rizq û halê xwe razîbû.. Rojekê ji rojan, ji xwe re distira û dixwend, qijakek di bere derbas bû, ew dît, lê disekinî û jê re got: Ey títiyê delal û hêja! Tu çi dikî li vê devera hiþk, rût û ziwa..! Tev kevir û stirîne, tu lê têr av venaxwî.. lê têr kulî û hejîr naxwî.. Here nav dehla Bûnisra, hemî av û dar û fêkîye, tijî kulî û hejîr e...


  Gotina qijakê kete serê tîtî de û timayî kete dilê wî de.. Welatê xwe, hêrikên Zivingê û Hatxê li piþt xwe hiþtin, baskên xwe li hev xistin, fir dane xwe, heta xwe gîhand welatê Nisêbînê, nav av û dehla Bûnisra. Dît ku dehila Bûnesra hemî av û dar û fêkîye, bi darên hejîra dagiriye..  Destbê kir û xwar û xwar heta zik lê bû pêpîk..
  Çend roj derbas bûn, êþek li tîtî peyda bû, êþek pirr dijwar û xedar.. Ji ber êþê dikir çiw-çiw.. Nema karîbú ne herê û ne bê.. Mabû li ser þaxê darekê.. çavekî wî hatibû girtin, yê din vekir mabû.. Piþtî rojên dijwar û ponijandineke bi kul û xem, ji nû huþê wî hat serê wî, naskir ku ew guhertina welatê xwe hatiye xapandin.. Xapandina ku terka welatê xwe kiriye, ji welat xwe bi dûr ketiye û ji xwe re got: Min çikir.. Min çi bi serê xwe kir û terka welatê xwe kir.. Çûna min î li ser wan kevir û wan stiriyan, sed car xweþtir bû ji ser vê av.û dar û fêkiya.. Piþtî demekê, ew tîtî li ser darê dimre û dikeve xwarê, nav ava çemê Bûnisra û ber dire.. Lê berî ku bimrê ji xwe re digot: Ev e cezayê yê ku terka welatê xwe bike; bi tena serê xwe dimre. Ez diyarî mamostayê hêja Konê Reþ dikim.
Almanya 17/01/2019
Hadî Izzet

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark