Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Lorî Kurê Min Lorî..

 


 Konê Reþ

  Ezbenî! Ji nezana werê ku ez berê xwe didî wan û ji wan re dibêjim; Ezbenî..?! Na ezbenî ez ji xwe û zanayên wek we re dibêjim ezbenî û (Yê zan e zan e û yê nizane baqê nîska ye).
 Ezbenî! Di van rojan de hay be, þiyar be loo.. Ji kesî re qala þîn û þadiya xwe neke.. Qala Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî neke.. Qala Botan, Soran, Baban, Ardelan û Barzan, neke.. Qala þehîd û penaberên xelkên Rojava neke.. Qala xewnên xwe yên hevbeþ bi welatiyên xwe re neke.. Qala þer û dijîtiya di nav rexistinên kurdên Binxetê de neke..


 Ezbenî! te berê xwe daye kû loo?! Sikak û kolan bêdeng in û hin bi hin ji hêviyan vala dibin..! Di vê þeva tarî de, tu bi tena xwe li ber ronahiy çirayeke melûl rûniþtiye, tu hêviyên xweþ û bilind ji xwe re ava dike û ji çar hawêr ve bahoz bi hewildane ronahiya çiraya te bitemirîne.. Û di encam de çendî te divê ku tu li biçûkaniya xwe vegere.. Dayika te, te di landikê de bihejîne û ji te re bibêje: De lorî kurê min lorî.. ez ni gorî.. De razê kurê min razê.. Û rondikan bi ser te de bibarîne..
  Erê ezbenî normal e Siyabendê Silîvî xwe ji ber Xeca Zerî bide alî..! Normal e Memo di zindana Mîrê Botan de dîl be..
  Belê ezbenî! Berî ku hestê netewî ligel min hev bigire, min zaroktiya xwe di nav kêf û þahiya nezanî û cehaletê de derbas dikir.. Piþtî ku mezin û serwextî derdora xwe bûm û min naskir ku ez kurd im û welatê min Kurdistan e, hin bi hin xemgîniyê destpê kir..
  Bav û kalên me ji mêj ve gotine: (Hoste Necar! Razê wek her car, heya sibe Xwedê yek e dergeh hezar).
Qamiþlo 30/12/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark