Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jin û pirsa wêjeyê - 2

 


Mizgîn Hesko

Belê...Di dirêjahiya dîrokê  de jinên berhemdar û behremend hebûn, li gorî piraniya jêderên cuda, li piraniya welatên heyî , heman jin li rasta zulm û zorê dihatin, hest û nestên wan, xwestek û daxwazên wan ne dihatin bihîstin, wekî mirovên qatên jêrîn dihatin pejirandin.
Civaka mêran ku her tim desthilatdar bû, ew di bin kontrolê de hiştinbûn..her û her ji wan dihat xwestin ku ya baş ew e ku ew jinên malên xwe bin , guh bidin xwedîkirina zarokan û xwestekên mêran.


Tê gotin ku di çerxên navîn de, jin ta li vê Uropayê ji milk û samanên mêr dihat pejirandin, piraniya caran hespê mêr jê nirxdartir bû, ji ber zulma bav dihat ber sitemiya mêr, û mêr dikarî bû bi hesanî wê bifiroşe yan biguhere.
Her weha hin mêran devê jina xwe bi maskên hesinê kilît dikir, da ku êdî nikaribe bi`axive, yan jî bi hin cureyên hesinî endamên wê  diveşart û bi kilîtan asê dikir, ev ji tirsa ku têkiliyên sexsî bi hinên din re bike.
Mirov matmayî dimîne, îro jî hin tiştên weha dibin ,lê belko bi hin şêweyên din .
Belê di hin serdeman de, keniştê û qata keşeyên dêran ew jinên xwedan hiş û bawerî, xwedan behrî û hoşiyarî mîna dînik binav dikirin.

Bav yan jî mêr ew jin radestî keniştê dikirin, li vir ew li rasta pir cureyên işkencê dihatin, şîşeyên hesinî di zikên wan de diçikandin da ku ew( Iblîs) ji nava wan bête der. Jin bê rawestan dihatin daxdan ta ku xwe radest bikin.
Ne ku Jinên afrêner dînik bûn, lê ji keniştê dihat xwestin ku wan li rasta tunekirinê bînê û bi çend şêwazên işkencê wan bîne ser rê, riya ku bi tenê xizmetkarên mêran bin , bi roj karên malê yê dijwar û perwerdekirina zarokan, û bi şev bi xweşiktirîn reng û form xizmeta wan ya Sexsî bikin.
Her weha ew ciyên ku jinên laşfiroş di wan de dixebitîn girêdayî bûn û keniştan pere ji wan werdigirtin.

Di wan civatan de,hest û nestên jinan , xwestek û daxwazên wan ..pêkenok bûn.
Jinên xwedan karîzeme..jinên nivîskar û nivîskarî ji tabûyên herî mezin bûn.
Tekez hîna wê demê, civaka mêran nedixwest ku jin ji bilî rola xwe a xwezayî( Jin û dayikbûn) bi ti rolên din rabe...nexweşiyên derûnî, ezeziya mêr û hin irf , adetên civakî û hin ji yasa û zagonên olî..  sedemên wê yekê bûn ku jin paşketî û nezan bimîne.
Hîn li nav pir ji civakên me yên rojhilata navîn tirs heye ku jin rê bibîne  li ba me kurdan û li gorî ez balê didimê pir ji mêrên kurd meyledarê jinên nezan in, ev tekeziya wê yekê dike ku jina zana bela serê mêr e,ji ber ku mêr nikare qet jina jîr û zane bixabîne, mafê wê yê mirovanî ,civakî,  derûnî , aborî û hwd. bixwe.
Piraniya caran heman mêrê mîr di malê de û di çavê jina xwe de, heman mêr dikare bibe berdestîkî jineke qeheb û bê nijad.
Komblêkseke mezin e, sedemên xwe hene,sadiyet û psîkolojiya hinek ji mêrên rojhilatî û kurd, civaka ku hemû maf xistiye destên mêran, olên cuda ,û hwd.
Lê li vir bila em jibîrnekin ku gelk car jin bixwe jî alîkariya heman mêran dikin..!

Ji jina behremend tê xwestin ku li ber xwe bide, nemaza jina kurd,,,ji dil dibêjim : dê kes destên te negire...bihêz be û biryara xwe bide, li ber behriya dil û hestên xwe bide. Dê rojekê yên li hawîrdorî te radest bibin û dê hunera te bijî, tê biserkeve, û dê heman kesên ku li dijî te bûn , payê xwe bi te bidin, dê bibêjin ev keça min e, yan xwîşka min e, yan jî jina min e, yan jî dayika min e.
Jiyan weha ye, pêdiviya me pê heye ku em li ser rêka xwe bin û xwe ragir bin.
Jin.. mirov e, bi wateyeke zelal jin mîna mêr xwedan aqil e,,,û gelek caran bi heman aqilê bîrewer û zîrek ew ê mêr li pey xwe hiştiye,,lê mixabin hemû derfetên heyî bêhtir di xizmeta aqilê mêran de ne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark