Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 75 Saliya Wežana Rojnameya Roja Nū ū Pīroznameya Seydayź Cegerxwīn

 


Konê Rež

  Bi hatina 3ê vê gulanê/ 2018an re, 75 sal di ser wežana rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe. Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bi zimenê Kurdî û Fransî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû. 73 hejmar ji Roja Nû hatine çapkirin - di navbera sala 1943an û sala 1946an de. Hejmara pêžî (1) ji vê rojnameya bedew di 3ê gulana 1943an de hatiye wežandin, hejmara dawîn (73) di 27ê gulana 1946an de hatiye wežandin. Ji bo zelalkirinê hejmara (72)an di 13ê gulana 1946an de bi Kurdî tenê hatiye wežandin.


  Dengbêjên kurd, yên ku li gotinên stranên kurdî yên orjînal bigerin, wê wan, di nav rûpelên rojnameya Roja Nû de bibînin.. Gelek ji gotinên wan stranan têde hatine wežandin..
Bi vê helkeftinê bi min xwež e ku ez vê pîroznameya Seydayê Cegerxwîn, ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re ji we re raxînim ber çavan:
(Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke gež, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana pažketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xwežxwan û nivîsaran xemiland bi qumažê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwžiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir žose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be).
CEGERXWÎN
Roja Nû, hejmara 10, roja 5ê tîrmehê sala 1043an.

Qamižlo, 3/5/2018

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark