Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Beyana YNRKS di 120 saliya rojnamegeriya kurdî de

 


Di (22 nîsana) her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, ji ber ku ev roja dîrokî ji xwe re terxankirine wekû rojeke rojnamevaniyê û ragehandinê.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe, û li ser rewþa wê radiwestin, bê çawa hêja Meqdad Medhet Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewþa ragihandinê li cem kurdên Rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dinerxînin.


Di vê roja pîroz de jî, pêveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û gihaye çi qûnaxê di dema îro de.
Wekû em dizanin, di van salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye þûna wan, û malperên kurdî û rûpelên Fêsbûkê rola rojnamegeriyê girtine, û bûne meydana ragihandinê.
Ligel vê rewþê, rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna rojnameya ”Pênûsa Nû” a Yekîtîya me (Yekîtîya giþtî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya), ku bi herdû beþên xwe ve, a erebî û a kurdî li ser malpera me www.penusanu.com  belavdibe, û îro ro hejmarên herdû beþan gihane 70ê hejmarî.
Li vir em jibîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyare, dema ku ziman û toreya kurdî diparêze, û pêþxistinekê ramyarî di nav civatê de peyda dike.
22 nîsanê, ev roja pîroz derbas dibe û hîn rêwþa welat zelal nebûye, û rewþa kurdan bi taybetî aloztir dibe, çimkî ji ber pîlanên dewletên mezin, du bajarên Kurdan (Kerkûk û Efrîn) ji dest wan çûn û ketine destên dujmin de. Û hîn jî em kurd ne li ser hevin, nakokiyeke mezin di navbera me de heye, çi li baþûrê Kurdistanê û çi li rojavayê wê, û kula herî mezin ku “Birêvebirya Xweserî” hîn siyasetmedarên ENKSê digre û wan dixe zindanan de. Ev kiryar cihê þermezariyê ye.
Li dawiya vê gotinê de, hêvîyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di vê dema nazik de bileyizin, da ku li gelê xwe xwedî derkevin, û bi tevgera xweyî sîyasî re alîkarbin, û rexna li herdû alîyan bikin, da ku bercewendiya gel li ser bercewendiyên partiyên xwe bigrin..
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Belê bo yekîtiya kurdan
Yekîtîya giþtî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
22.04.2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark