Nizar Yosif
Tu bar dike
Te ji kaniyên çavan
Ji cuhkên çanan gelek vexwar
Þahî weke hercar pêçandî nixumandin
Hemî çekên xwe yên zinger girtî
Hemî kujerên harbûyîn
Bi kef a lixafan ve
Te bi me serpêhatî kirin
Sal a nû bê heþînayî
Weke salên kevnar bê oxir bî
Kêferat a me jî bi mertalên rizî
Ber negirt
Em dibin piþtiyên kulan de xoz bîn
Keriyên me
Hîna li pey dengê kevnarkevirên þikeftan rêz dibin
Li pey golên leylanan dibezin.
29.03.18