Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Babê Felek

 


Nizar Yosif

Gelo te yê çi liser kambaxa çiyayê kurmênc bixwenda ?

Belê eve em di meha didoyan re,di nava golên xwînê re, li ber koserên bi serê xwedanan de ruxandî,li ser çendekên goriyan re derbas dibin. Di nava talan û wêrankirin û palûtebirin a xêr û bêrên sirûşt a Behişta herêma mêrxasan,çiyayê kurmênc.Kurdax herêma sinbêl gijan ,bejin bilindan ,tilî kelişiyan,zend stûran, heyf rakiriyan,û piştgirtiyên wan jinên çeleng,rû noran,kermil firehan,dêm hungivan,lêv şekiran,bejin qeytanan,payv xweşan,hestrakiriyên kedamêran,sivik kiryên cefa û xuhdan a wan.    


Weko tu hunermendek hatî naskirin,bi kesayetiya xwe,dil êşê netewê,û peyama huner ê xumal,di bindariya derd û kulên welatê birîndar de,bikar di anî,em di delîvên teng de li te dipirsin.
Ji destpêkê hetanî dawiya temenê xwe,tu hunermendek xwedan helwest bî, xwedan nameyek niştimanperwer bî.Te hemî hêz û birhên xwe li ser bûyer û rûdawên girs yên ku di navê welêt de diqewimîn yan jî di ser de di dihatin berhem jê re di afirand.Belê helwestên te li gorî bîr û baweriyên te kurdistanî û mirovayî bîn, fireh wekî mezinbûna zeviya kurdistan bîn,lewma metirsî û gav paşveavêtin li rex te û dinava pêgavên te de na hatin dîtin.
Di nava mercên giran de,di bin gef û çavdêriya dijmin û destekên wan de, bi dilêrî û cegerdarî netew û nirxên netewî di stiranên xwe de dianîn ser zimên. Bawermend ê doza kurdistanê û gelê xwe bî, bi her awayî,bi hemî rengan awazên xwe saz dikirin,bi şêweyê şabûnê û rengê giryane û melûl,ji giyanê  xelkê xwe yê birîndar ê re dixwend.Hemî çare û guvaşa hestan di berhemên xwe de bi kar di anîn,da ku bişê peyama xwe bigihîne hundirê hizra xelkên xwe.        
Serî rake, yan jî dengê xelkê xwe,gazind û lomeyên wan,derd û gilî û giriyên ku li ser zarok û jinên kurdaxiyan dikin, ji dora Goristana Hilêlîkê bibihîze.Ceng a hebûn û tinebînê ye,kirarên birîna Qurmê netewê ye,dijiminê me yê dîrokî bi me re dike, bi hemî derfetan me mandel dikin.Dagîrkirên Tirk îroj gemara hemî sergowan û serokeyên binbênderên hemî welatênpaşvero dane hev,û kedî kirine, bi devxwînî li pêşiya xwe bi ser gelê me de şandine. Hêzên dijmin û destekên wan yên gemar, hovên ku serên cîhanê li hev xistîn û gêjkirîn, bi tang û topan,bi firokeyên şer û çekên giran be ser gelên me yên belengaz û aşîtîxwaz de rêkirine.
Vêca di vê serdema delîvteng û çerxa dijwar de,di nava van dubareyên sirt û bê piyar de tu gerekî.Pêdiviya kezebşewitiyan,birînkûran,kalemêrên bê derfet,jinên cegerbirîndar li ser guhanan,û caniyên bê mirad, bi nermiya dengê te,bi melûliya awazên birînkewên û dengê Tembûra te ya dilovan hene.
Ji rexeke din hingaftin û hilweşandina xwezayê,bi hovane birîn ên dar û berên wê, talanbirina verêjê,keda bav û bavpîran,bi hizreta dengê te yê şewat û kurdistaniye.   
08.03.2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark