Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Birūska wežana NEWROZ Ji festīvala roja rojnamevaniya kurdī re

 


Berî 109 salan, di roja 22/04/1898an de, yekemîn rojnameya kurdî, bi tîpên Erebî û bi navê KURDISTAN, li Qahîrê, paytexta Misrê, ronahî dîtiye. Xwedî û berpirsiyarê wê, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, xameya xwe ya zêrîn kižandiye


bi hižmendî û dilsozî li ser rewža nezanî, belengazî û preîžaniya gelê kurdistanê nivîsandiye, qencî û  çakiyên zanînê, xirabî û malwêraniya nezaniyê di rojnameya xwe ya nû de anîne zimên. Xemxurê gelê xwe, Mîrê mezin, hawîr dîtiye ku hemî gelên hevsînorên kurdan bi zimanê xwe dixwînin, dinivîsin û pê perwerde dibin, wî ji xwe pirsiye ma gelo qey zimanê kurdî ji zimanên gelên din qelstir û hejartirež!!..Radibe dest bi wežana rojnameya xwe dike û gelek hejmarên wê ji kurdan re bê pere rêdike kurdistanê da ku ew hînî zanistî û ramanên teze bibin.
   Mîrê gewre, ji beg, axa û zanayên welatê xwe xwestiye ku ew bi rola xwe rabin, li doza gelê xwe xwedî derkrevin û berevaniyê di ber rûmet û hebûna wî de bikin, herweha di hejmarên wê de daye zanîn ku Sultan Ebdulhemîd di bin bandora žêwirdarên xwe yên zikrež û nijadperst de yên mîna (Abu alhuda), rê nedaye wî ku ew rojnameya xwe bi zimanê dê û bavê xwe li welêt biwežîne, ji ber wilo ew neçar maye ku li derbederiyê, rojnameya xwe biwežîne. Lê, Sultanê teralî serxwež qîma xwe bi vê yekê jî ne aniye, fermana girtina wê daye. Lê belê, rojnameya Kurdistan, biryara berdewamiyê sitandiy, ji ber êrîžên hovane yên dstelata Osmanî, cihê xwe ji welatekî guhestiye welatekî din, tîrêjên zanistî û rewženbîriyê li welêt belav kiriye.
   Digel tunebûna dibistan û zanîngehên bi kurdî û êrîžên tund ên dij gel û zimanê wî, bi saya serê xebatkar, zanyar û têkožerên gelê me, zimanê me li ber xwe daye û di žerê tunekirin û pižaftinê de bi ser ketiye, xwe parastiye û îro bi milyonan kurd seranserî Kurdistan û cîhanê pê dixwînin û dinivîsin.
   Di vê bîranîna pîroz de, em bi navê wežana Newroz hemî nivîskar, helbestvan û rewženbîrên kurd pîroz dikin, bi hêvî ne ku em hemî bi hev re riya mezinên xwe bižopînin, xameyên xwe ji bo berjewendiyên gelê xwe bikar bînin û hemî bi hev re gurzek gul pêžkêžî giyanê nemir Miqdad Bedirxan, Malbata Bedirxaniyan ku ji rewženbîriya kurdî re bûne hîmine berz û hemî xemxur berketiyên ziman û çanda kurdî bikin û cejna we pîroz be.
20/04/2007
Desteya wežana NEWROZ
 

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark