Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: «Fincana Jeherź» 7emīn pirtūka helbestź ya Hoženg Osź derket

 


Bi navê "Fincana Jerê: ji rojnivîsên žervanekî winda" û ji wežanên "Avêsta" li Stenbolê pirtûkeke nû ya helbestvan û nivîskarê kurd Hoženg Osê derket.
Pirtûk ji 88 rûpelan pêktê û 13 helbestan di nava xwe de dicivîne,  helbestên di vê pirtûkê de hatine belavkirin ev in: "Bayê kur", "Bîranînên rojhilatiyekî", "Xencera xwe ji pižta min vekžînin", "Rê û bilûr", "Qurbaniyên dawî", "Žervaneke winda", "Birîneke ter", "Di navbera du axan de", "Gîtar û bayê kur", "Ji bîr bike", "Ji rojnivîsên ležkerekî winda", "Rê" û "Xatirxwestineke bi lez".
Hoženg Osê ku ji nivîskarên "Basnews" e, bi zimanê Erebî û Kurdî dinivîsîne. Di warê helbestê de, ev pirtûka wî ya heftemîne. Di warê rojnamegeriyê de ji sala 2001ê xwedî ked û xebat e.


Di warê romanê de, tenê romaneke wî heye, bi zimanê Erebî ye, bi navê "Bargiraniya Baweriyê" ku sala par 2016an li Beyrûtê hate çapkirin û îsal 2017an girîngtirîn xelata romanê di cîhana Ereb de wergirt û di sala bê de 2018an ev roman dê were wergerandin zimanê Îngilîzî û Ferensî.
Derbarê pirsa "Basnewsê" de: çima Fincana Jehrê û ne fincaneke din yan jî ne tižteke din?,  H. Osê got: "Jiyana me, weke Kurd, weke mirovên rojhilata navîn, tevde di nava žer, ceng, xizanî, perîžanî, penaberî, têkçûn, žikestin takekesî û gižtî de derbas dibe, di her kêlîkeke ji vê jiyanê de em hezar carî xweziya xwe bi dilopeke jehr tînin da me ji vê jiyanê rizgar bike!, û pižte hun dipirsin: çima fincana jehrê!?. Li gorî van êž, jan û žikestinên em rojane dijîn, di her pîstikekê de em hezar carî dimrin, yan jî têne kužtin, yan jî xwe dikujin, yan jî xweziya xwe bi mirinê tînin, li gorî vê rewžê, gelek normal e ez navê pirtûka xwe bikim Fincana Jeherê, û ya ne normal e ku min navê pirtûkê bikra; fincana qehwê, yan fincana çayê...". Osê axaftina xwe berdewam kir û got: "Li gorî min, divê helbest, žan û rûmet û enerjiya helbestbûnê li hin gotinên qažo tên naskirin ku ne helbestîne, vegerîne. pêve girêdayî, li gorî min, ferhengên gotinên helbestî û ne helbestî nîne. Lê bikaranîneke helbestvanî yan jî ne helbestvanî ji gotin û hevokê re heye. Ji bilî vê jî, min xwest bêjim: pirtûk, helbest dibe yan jî roman, ne bi nav û navîžan û sernivîsên xwe ne, lê bi naverokên xwe ne. Bere xwendevan Fincana Jehrê bixwîne, û pižte dê nerîna xwe bide û bêje: gelo ev fincana jehrê bû? yan na!?".
Hin helbestên H. Osê hatine wegerandin zimanê Ferensî, Holandî û Îngilîzî.
Nivîskarê Kurd Osê  di sala 1976an li bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistan hatiye jiyanê, ji dawiya sala 2010an li Belcîka dijî. Osê enadamê PENa Kurd, PENa Belcîkî (PEN Vlaanderen) û PENa navnetewî ye û endamê hevbendiya nivîskarên Sûrî ye.
Di helbeta "Ji rojnivîsên ležkerekî winda" de ku di vê pirtûkê de ye, mirov van xêzan dixwîne:
Hingî zelal û diyar im, weke dastaneke nepenî û winda têm xwendin.
Hingî winda me, weke rastiyeke birîndar û tal têm jibîr kirin.
Carna ez kevirek im, di dilê bîrhatinan de reh, žax û pel didim.
Carna di malzaroka bayê kur de ez libeke toz im...
û hebûm! tunebûm!.
***
Ji vedengê heye ez ba me.
Ji bayê heye ez qolincên perperîkê me.
Ji perperîkê heye ez agir im.
Ji agir heye ez vedenga hewara bajarekî kurdûnde me.
Kesek nizane ku ez bi çavên kund li we dinerim...
Bi guhê gur li we guhdar dikim...
Bi pozê mêža hingiv bihna we dikim...
û bi morana xewnên we têm kužtin.
****
Gunehên ku we li vira çandin, bûne çiyan...
hemû bahozên Xwedê nikarin wan ji kezeba jiyanê rakin.
Gunehên ku we li wira çanidin, bûne bahoz...
hemû çiyayên Xwedê nikarin xwe li ber wan ragirin.
Ehrîmen van gotinan li ser kêla gora xwe nivîsand.
Fincana jehrê vexwar û gora xwe ji min re hižt.
***
Zûrîna bayê kur e...
tirsê gur dike.
Žev jî, kêr û xencerên xwe tûj dikin.
Brûsk xwe berdidin hinavên newalên gumanan.
Mîna bîreke ji pirs û sawêran, min pižta xwe daye zinarekî...
û çixara xwe dipêçim.
Li benda dijmin im.
Li benda azadiyê me.
ji nižka ve, ez bûm dûmana çixara xwe û bayê kur min bir.
***
Ey gulên di žanežînên malan de daleqandî...
dibe ku ez hew di vê kolanê de derbas bibim.
Divê hun hay ji siya min hebin.
Ey qûma derya bakur...
dibe ku hew li ser te bimežim.
Divê tu hay ji žopa min hebî.
Ey ževa sêwî ya dawiya "Tebaxê"
dibe ku hew salane pêrgî te bêm.
Divê tu hay ji dûmana çixara min hebî.
***
Rê ji min re got;
sî, gotin, deng û bêdengiya te çiqas asê ne...
bihna wateyan diçikînin.
Ževeq mîna gayeke di kêferata mirinê de di''''''''''''''''ûre, ji min re got;
Ji vê rêyê veger e.
Ev rê Kor, lal û bi jehriye, dê te bide ber tapanên talankirinê.
Ez li gorî jan û xewnên xwe çûm
û min guh neda hižyariyên rê û ževeqê.
Nuha jî, her ku di žikestinên we de pêrgî xwe têm
požmanî min dicû û tavêje.
http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/book/397687

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark