Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Nûreddîn Zaza (Pêşmegeyê ku li Lozan ji Hespê xwe Peya bû!)

 


Konê Reş

Ji bo xatirê xanima hêja Gilberte Favre Zaza, kebaniya Dr. Nûreddîn Zaza û wefadariya wê ji zilamê wê Dr. Nûreddîn re, min careke din da ser şopa Dr. Nûreddîn Zaza.. Ev lehengê kurd yê ku ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim, ta niha kurdan ew mafê wî yê ku tê xwestin lê venegerandiye.. Sed mixabin ku navê wî di nav welatiyên wî de ne wek ku tê xwestin, cihê guhdanê ye..!


  Berî ku navê Pêşmerge di nav kurdan de belav bibe û deng vede, wî pêşmergetî di bajaran de dikir.. Pêşmergetî ne tenê bi hilgirtina tevingê û şerê çekdariyê ye, pêşmergetî bervedêriya di ber azadî, parastin, bilindkirin û pêşketina navê kurd û Kurdistanê de ye.. Di vî warî de ez Dr. Nûreddîn Zaza di pey Dr. Kamîran Bedirxan û Tewfîq Wehbî beg re dibînim. Ew sêyemîn pêşmegeyê Kurd e li Ewropa ku xebat û bizavek ji dil û can di ber gelê xwe de kiriye.. Ew ji pêşengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.. Û wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir..


Di serê sala 1949an de, wî û çend hevalên xwe (Komela Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa: Kurdish Students Society in Ewrope/ KSSE) damezirandin û wî ji hevalên xwe bêtir, xwe di ber de diwestand û serkêşiya wê dikir. Vê komelê yekemîn rojname bi navê (Dengê Kurdistan), bi zimanê Fransî, Inglîzî û Kurdî li Ewropa weşandin. Têde zilm û zora dagîrkerên Kurdistanê ji Ewropiyan re diyar dikirin.. Û Navê Kurd û Kurdistanê bilind dikirin..
 Piraniya babetên vê rojnameyê Dengê Kurdistan yên bi zimanê Kurdê, Fransî û Ingilîzî, Dr. Nûreddîn dinivîsand, hem jî wî, tev babetên wê berhev dikirin û çap dikir.. Bi tenê (5) hejmar ji vê rojnameyê, di sala 1949an de hatine weşandin. Hejmara (1) di tîrmeha 1949an de, hejmara dawî (5), di çêriya pêşî sala1949an de hatine weşandin û hew derketiye.. 
Erê, ez  Dr. Nûreddîn Zaza wek pêşmergeyekî dibînim.. Bi hêvî me ku xortên me bidin ser şopa wî û kesên wek wî.. Ezbenî! Çîroka Dr. Nûreddîn Zaza dirêj û bi kul û xem e..
Qamişlo, 22/11/2017  
 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark