Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî / kes û helwest.. Xelek 40 .. Cîhada Osmaniyan bo dagîrkirina Bedlîsê

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Hizra Osmaniyan, ji bingeha xwe de, yekeke polîtîkî cîhadî (Şer ji bo Xweda) bû, ewana xwe leşkerên Xweda û parêzerên îslamê dijmartin, û her kesê xwe bo wan danenîba, neketiba bin sîbera wan, dijminê Xweda û Xwedanenas dijmartin. Ewana bi vê hizrê welatên gelan talan û dagîr dikirin, û şalyarê Osmanî Ehmed Paşa bi vê hizrê bajarê Bedlîsê talan kir. Emê bûyerên wê talanê, wek ku Ewliya Ҫelebî hewal dane, li jêr bidin pêş xwendevanan.


Germkirina bo cîhadê:
Di destpêka meha Remezanê de Ehmed Paşa dest bi talana Bedlîsê kir, ji ber ku ev meha li ba misilmanan yekeye pîroz e, û li gorî hizra cîhadî, serkeftin di vê mehê de bi şervanên cîhadî de dibare. Herdu talanên Bedr sala (2k) û ya bidestxistina Mekkeyê sala (8k) di meha Remezanê de bûn. Ji bo ku Ehmed Paşa artêşa xwe bi şerê cîhadê germtir bike, ewî hêrişa xwe bi duayên bo Xweda dest pê kir, û lava kir, ku wî li hember Evdal Xan bi serxîne. Ewliya Ҫelebî dibêje:
Ehmed Paşa du ruk-ѐyên hewceyê nimêj kir (nimêja qedandina hewceyan), û serê xwe qot kir, û rûyê xwe yê pîroz bi zemînê (erdê) miz da, û got: Xwedayê min, karîn û hêz û serkeftin û parastin û pend û rêberberîtî û  hêzkirin û rûmet ên te nin, bi sedema hewesdariya bo ola rasteqîn, te gurûpek ji miletê Mihemed li gel min civand, ez berê xwe didim deriyê te yê payebilind, û dibêjim: Ez im koleyê te yê riswa, heya naka te ez destvala venegerandim, û tu her tim alîkarê min bû, tikaye tu vê xweziya min bipejirînî, û tu van kesên bi min re di cengê de neşkînî, û tu van Eyzîdiyên wek kurmikan in, li me şad nekî“([1]).
Tevî ku Evdal Xan misilmanekî sinne bû jî, û tenê hin Eyzîdiyên Kurd di nav artêşa wî de hebûn, lê Paşa yê Osmanî hemî mêldarên Evdal Xan wek Eyzîdî jimartin, da bike behaneya hêrişa ser Bedlîsê, û xwe bide xuyakirin, ku şerê kafiran dike. Ewliya Ҫelebî dibêje: „Her ku bang Xweda dikir û dinalî, rondik ji çavan dibarîn, û hemiyan digotin: Amîn“([2]).
Talana tiştan:
Axa û Begên Wanê jî xwediyên hizra cîhadî bûn, loma jî weha çûn, ku Paşa yê Osmanî yê talanker servanekî pîroz e, û Evdal Xanê, ku berevaniya gel û welatê xwe dikir, Xwedanenas e, û divê bê kuştin. Bi vê yekê tenê nekirin, belê bi ser de, hewesdarên dizîna her tiştên Bedlîsê jî bûn. Ev yeka jî neyêniyeke meitrsîdar e, ku hizra cîhadî xiste nav civaka Kurdî. Axa û Begên Wanê digotin Paşayê Osmanî:„ Bi ya Xweda, û bi xêra duayên te Ey şalyarê mezin, emê  bi ser kevin, û Xenayiman([3]) ji xwe re bibin. Û hemiyan gotin, ku Tevayên wan, wê bo Xweda şer bikin, û can û mal û milkên xwe bikin qurban. Paşa got: Ez dizanim, ku artêşa bo Xweda şer bike, wê bi ser keve. Û hemiyan jê re dua kirin“([4]).
 
Civîna nehênî:
Tevî ku Axa û Begên Kurd, ên li gel Paşa bûn, dilsozê wî û dewleta Osmanî bûn jî, lê Paşa bi wan ne bawer bû, û ji mêldariya wan bi ser dewleta Osmanî de bi guman bû, û tirsa wî ew bû, ku hesta netewî kurdî li ba wan şiyar bibe, û ewana di cengê de destan  ji wî berdin, û tev Evdal Xan bibin, vê lomê ewî rêvebirên înkîşariyan bi nehênî di bin konê xwe de civandin, û gote wan:
„„Axano, lawên mino! Ez dizanim, ku we soz û peyman heye, hûnê ji bo dewletê xwîna xwe bikin qurban, û heya naka hûn bi wêrekî ketin gelek cengan, lê divê bêjim we, ku em texmîn bikin, ku ev Kurdên bi me re ne, hemî li ber me rabûn, û şûrên xwe bi rûyên me de rakirin, û dane ser me, û min bang we kir: Rabin ser piyan ey lawên miletê talanker !(الغزاة)Hûnê çi bikin, çawa tev bigerin? Hemî Axayan gotin: Ey şalyar, emê ser û canên xwe bikin qurbana dewletê, û heya dimrin, emê şer bikin“([5]).
Ewliya Ҫelebî dibêje: „Bi vê gotinê, Paşa sûreyî El-Fatîhe xwend, û rûyê xwe bi destan miz da“([6]).
Şandeya têkçûye:
Hêzine kurdî ye din, bi rêvebiriya Teter Beg Şeyrewan, ji hêla Wanê ve hatin, û di heman rojê de sê hezar şervanên Begê Hêzanê, û du hezarên din, ku ên Begê Sîrtê bûn, tev artêşa Paşa bûn. Erka wan şervanên nû hatine, çavdêrî û avakirin xefkan di nav lat û zinaran de bû.  Ewliya Ҫelebî dibêje: „Ewan Begên, ku ji neçare, hejmareke hindik ji şervanan şandibûn, û bi xwe jî nehatibûn, Paşa enirandin. Vê lomê jî got: Li dawiyê emê vê yekê binerin“([7]).
Evdal Xan, ji hêla xwe de, bo berevaniya Bedlîsê, tevdîrên baş amade kiribûn, lê hewl da, ku li gel Paşa çareseriyeke aştiyane beyda bike, da xwîn nerije, vê lomê şandeyek, ku endamên wê şêxên îslamê, û rîsipiyên Bedlîsê bûn, bo wî şand, da çareyekê bo lihevhatinê guftug (gengeşe) û peyda bikin. Ewliya Ҫelebî dibêje: „Komelek dîndar û rîsipiyên bajarê Bedlîsê hatin civata Paşa, û soz dan, ku wê çend tûrikên, ku her yekî hezar lîreyên zêrî tê de ne, bidin Paşa, da peymana lihevhatinê li gel Xan were girêdan, lê Paşa tikayên wan nepejirand, û gote wan: „Min nameyek ji Wanê jê re şand, da li encûmena rewayê amade bibe, lê nehat, û naka min ev artêş daye ser hev, û ev cefana dane, tika bê sûde ye, bibêjin wî bila amade be, yan ji me tê, ya ji wî“([8]).
Roja Osmaniyan:
Hugûra (Şefeq) roja Ҫarşemê (24)ê meha Remezanê sala (1065 k), beramberî (28)ê Tîrmeha sala (1655 z) Paşa fermana hêrişa ser Bedlîsê da. Piraniya şervanên Paşa Kurd bûn, rêvebirên wan jî Begên Kurd bûn. Ewliya Ҫelebî dibêje: „Paşa mertal li xwe kir, û şûrê xwe hilda ser milê xwe, û  du rukѐe nimêj kir, û tev Axan sûreyî El-Fatîhe, bi dengê bikind xwend, û wek tawûsekî xwerazî der ket, û kata xwe nerî, û paşê jî siwar bû, û hemî rêvebirên, ku pê re bûn, bi yek dengî ban kirin: Xweda talana te pîroz dike, û te bi ser dixe, Xweda temenê sultan dirêj bike. Bijî dewlet“([9]).
Ewliya Ҫelebî bi ser ve dike, û dibêje: „Deflêdanan destûr xwastin, da li defan xin, lê Paşa gote wan: Xwe ragirin, bila çavdêrên hilgirên alayan bên, û gava hemî amade bûn, gote wan: vegerin nav artêşê, û bila leşker sûreyî El-Fatîhe bixwînin, û yê nizane, bila sûreyî (Ennesr النصر) bixwîne. Ҫavdêran Ev ferman gîhandin hemiyan, û bi vî awayî leşker meşîn….û çavdêr jî di nav rêzên leşkeran re dimeşîn, û digotin wan:Talankerino hişyar bin, û bizanibin, ku îroj roja Kerbelayê ye, dijminê hember we dijminê giyan û ola we ye, ewana Eyzîdî ne, çi behaneyek nema ye, îroj roja Osmaniyan e, bila we hay ji xwe hebe([10]).
    13. 09. 2017
 
([1]) Ewliya Ҫelebî: Rîhletu Ewliya Ҫelebî li Kurdistanê; Ewliya Ҫelebî siyahetnamesî, rû 280.
([2]) Heman jêder, û heman rûpel.
([3]) Li gor hizra cîhadî, gava talankerên misilman li hebmer gelan bi ser dikevin, mal û milkên wan gelan ji xwe re dibin, û vê dizînê ji xwe re rewa dibînin, û ji wan mal û milkan re (Xenayim غنائم) dibêjin. Wergêr.
([4]) Heman jêder, rû 281.
([5]) Jêdera navborî, û heman rûpel.
([6]) Jêdera navborî, rû 283.
([7]) Jêdera navborî, rû 284.
([8]) Heman jêder, rû 288.
([9]) Jêdera navborî, rû 288.
([10]) Heman jêder, rû 288 – 289.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark