Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Şevger:koçka rojavaya Kurdistan bi karê 5 tv kurdî radibe

 


welateme.net

Hunermend şevger ji malbateka welatparêz û kurdperwere, di nava bîr û ramanên siyasî de xwedî bû ye, ji ber wê jî strana siyasî û şoreşgerî kartêkirina xwe lêkiriye û di nava pêlên wê de şopandiye, di pêvajoya xwe ya hunerî de, hunermend şevger karî tovê hunera kurdî li hawîrdora xwe bi reşîne, jîngeheka hunerî ya naz û ciwan avabike, gul û kulîlkên rengîn têde bi çîne, zarokên xwe bêxe nobedar û dergevanê wê gulîstanê, û wan di nava wê de fêrî huner û mozîka kurdî bide.


 hunermend şevger tevî ku tucarî xwe ji kar û xebata siyasî durnekiriye, lê belê bi gaveka pir xurt û pîroz derbasî meydana karê ragihandin û rojnamevaniyê bû û karî bizaveka berçav, gereka balkêş bi rêya koçka Rojavayê Kurdistanê li ser Paltokê bikarbîne, bi singeka fereh, bi dilekê vekirî bîr û boçûnên cuda-cuda û newekhev himbêzbike, nêrîn û helwestan beramberî hev bike û wan li hev marbike, bi kurtî pirên têkilî û peywendiyên yekser û rasterast di nava gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û revenda kurdî li derveyî welêt pêkbîne, dengê dadmendiya kêşa kurdî bigihînê cîhanê.

 hunermend şevger di warê dana berheman de berdewame, sal naborin ku ew berheviyê di çandina gul û kulîlkan di gulzara hunera kurdî de nake .

şevger ne tenê hunermende, lê belê helbestvane jî, gelek ji stranên ku ewî strandine, ji awaz û gotinên wî ne, di strana Qamişloka min de lehingî û serpêhatiyên şêrên miletê kurd di serhildana (12) avdarê de daxuyakirin .

Hunermend şevger na rawestê, na tebitê bi buharan re kate didê,di bişkivê, bêhneka xweş di barîne, xwe nûtir dike, sînoran ji guhertinan re nabîne, her û her di xwazê gavin nûtir û pêşdetir bavêje, gorî serdemê stran û mozîka kurdî nûjenbike, û awaz û alavên mozîkê yên nûtir bi karbîne .

Me kariye em hunermend û helbestvan şevger bi vî rengî nasbikin û  vê hevpeyvînê li gel wî pêkbînin.

 
1- Hûn weke evîndarekê strana kurdî têne naskirin .

gelo… kengî hizra stranê di hişê we de jeniye û ewê evîndariyê bidilgermî li dergehê dilê we daye…?

Şevger: ez di malbatek hunerdost jidayîk bûme ji ber bavê min deng xweş bû û hem mijûlî nivîsa helbestê dibû û ji xwendevanê helbesta Melayê Cizerî bû...min çavên xwe vekir ku ez di nav strana kurdî de me,dikarim bêjim temenê min 12 salî bû min stran bi Aram Dikran re gotin li Tirbespiyê.. destpêkê min lawik digotin bavê min ez baş hînî qehetê stranan dikirim..

 
2-wek tê zanîn, hûn karê hunerî, rojnamevanî û siyasî bi hev re dikin.

 Em di Karin bi zanin ka kî ji wan karan kartêkirin li ser we kir ye û bêhtir we ber bi xwe ve di kişîne ….?

 
Şevger: nivîsa helbestê û stran ya herî xebate bo min ji ber ez pîroztirin xebat dibînim bo gelê xwe û ji ber hunera min bêhtir siyasiye û niştimaniye feriz dike, ser min ku ez nav siyaseta kurdî de bim.. belê dikarim bêjim hevîrê min hatiye strandin ji siyaset u stranên siyasî.. belkî min tahda li xwe kiriye yan min dujmin ji xwe re pirkirine  ji ber ez siyasetê bo welatê xwe dikim û ez têm nasîn wek andamekî pdk ew ji şerefeke mezine ji min re ..

3-di nêrîn û gumana we de îro strana kurdî di çi rewşê deye, û beramberî strana cîhanî li çi semtê rawestaye….?

 
Şevger: strana kurdî ber başbûnê diçe, ez wek gelekan na bêjim ne başa  ji ber her qunaxekê nifşek ji xortan pêwîstiya xwe di gohertinan de dibînin.. yan ji goherin şertekî giringe, niha em di dema enternêt û cîhana ewlemê(cîhangêriyê) de dijîn û ritmek bilez  cîhan hemû tê guhertin, em kurd jî beşekin ji vê cîhana ku bûye wek gundekî bicûk, bi 1000 an kenalên em gohdarî dikin li malên xwe û em êdî musîka her miletekî li mala xwe guhdar dikin û em di kevin bin bandora musîka xelkên din de, musîk bê sinore... her tiştê baş em ji musîka dinyayê bibin û musîka kurdî xweş bikin.

bila her rengê musîkê hebe ji kurdan re  em ne tirsin..  binerin berî 20 salan taştiya me  nîsk û penîr û mast bû, lê niha  taştiya cotkarekî kurd bûye 20 rengên xwarinê. tê vê wateyê di her tiştî de em tên guhertin ne tenê di musîkê de.. ez musîka kurd xweştir dibînim, zengîntir dibe bi şêweyekî akadîmî durist dibe, bes ez dikarim bêjim helbesta stranê pir lawaz û qels e  û qelsî di awaza resen de  heye.. dîsa dibêjim divê em munafis bin û ber cîhana modêrin ve herin ...

4-di nava pêlên van guhertinên nêvdewletî de yên bi lez û bez, îro ji hunermendê kurd li kurdistanê bigiştî û li rojavayê kurdistanê bi teybetî çi tê xwestin û herweha çi jê re pêtvî û girînge….?



Şevger: divê em ber guherînêve biçin û eger em neçin emê qelis bimînin û winda bibin..  ji hunermendên kurd yên li ewropa tê xwestin ku xwe baş hînî musîkê bikin û musîkek layiqî netewa xwe durist bikin mixabin ew xwestek ji pir kêm çêdibe ji ber piraniya hunermendan feqîrin û ji hev belane yan ji  bo pera dibezin û kar dikin..

li hundurê welêt û teybet rojavayê kurdistanê strana kurdî fetisiye û lawaze.. eger evin:

musîka durist dibe bi bozqekê û dombekeke ziwa ji ber piraniya hunermendan ketine bin bandora musîka reqs û dawetan de yan ji musîka Se,îd Yûsif û vê bozqê mala me xirakir..

me pêwîstî li rojava  heye ku musîk bi tewziha musîkê çêbibe û gelek amîrêt musîkê di berhemekî de hebin û stran werê çêkirin bo guhdariyê.. divê pir guhertin çêbibe li Qamişlo ji ber strana kurdî li wir ze,îfe hemberî parçên din yê kurdistanê û em 4 kilîpên baş nabînin.. dikarim bêjim piştî Mihemed Şêxo û Mehmûd Ezîz niha  Şeyda gaveke baş tavêje û di nav koman de jî dengin baş hene.

 
5-mirov di karê bêjê strana kurdî nêvnasiyeka xwe ya teybet heye, îro ew teybetmendî wê çawe werê xuyakirin û naskirin .

Şevger: belê strana kurdî teybetmendiyek xwe heye û divê filkolora me were parastin û her dem were gotin û nûjen bibe wek çawa hunermendê mezin Dilşad Se,îd têde pehlawaniyê dike..

6-Hin di bêjin dema strana siyasî derbasbûye. wek em di nasin hûn strana siyasî distirînin. hûn di Karin wateya vê gotinê ji mere zelalbikin ….?

 
Şevger: na.... na... ew kes qeyî demara kurdiyetê di wan de ze,îf  bûye .  welatê me û miletê me bindeste, heya ku bostek ji welat bindestê dagîrkeran de be  divê hunera niştimanî u siyasî hebe. dîsa bera hunera pirsgirêkê civakî û evînî hebe

7-koçka Rojavayê kurdistanê nav û dengekê xwe yê teybetmend di nava pevçûn û parçebûna gelê kurd li rojavayê kurdistanê de wergirtiye, ku mîna kaniyeka xurt û zelal derbûye, û dengê serbest û nêrînên cuda-cuda û newek hev tê de tên weşandin û diyakirin .
Gelo…egerê vê yekê çine û çi hiştiye rûberê vî dengî berfereh bibe…?

Şevger: şensekî başe ku Enternêt peyda bû ew ji xizmeteke mezine kurd dikarin mifayê jê bigrin.. Enternêtê kurd ji bin çavdariya dujmin rizgar kir heya hedekî.. girêdaneke kurdan bi hevre peyda bû li hemû beşên kurdistanê û dervî welêt jî.
min peywestî dît ku ez koçkekê vekim bi navê koçka Rojavayê Kurdistan û ez xizmeta Tevgera Kurdî bikim û ez serok û rêberên Rojavayê Kurdistan bikim diyaloka zindî di gel revenda kurd li derve
weku hûn dibînin hemû serokên partiyên me li koçka Rojavayê Kurdistan pêşdar dibin û gel rewşenbîrên kurdan goft û goyê dikin,, dikarim bêjim xebata koçka me ji çend partiyan mezintire, me bi 1000 kurd girêdan bi tevgerê re, me dengê tevgerê ji hundurî welêt gihande  parçên din yê kurdistanê û revenda kurd..
sipasiya hemû admînên koçkê dikim ku ew ji alîkarin bi min re.. koçka me  pir mijaran ser parçeyên dinî welêt jî dike koçkeka kurdistanî ye.
gelek neheskere yan pir ji xelkên arzan şerê min kirin de vê koçkê bigrin  yan dengê tevgera me bigrin,, pir tehdîda(gefan) min bi kuştin dikin û pir malper ser min vekirin malperên bê rêzî tev xeber û qirêjî... bes min guh neda wan kesên arzan û pîs, ji ber ez pêşmergekî tevgera xwe me bi huner û siyaset û ezê her berdewam bim.
me Telfezyon nîne kurdên rojavayê welêt ev koçka me bi karê 5 tv kurdî radibe û her şev mijarekî siyasî amade dike û rewşenbîran li xwe kom dike û teybet rewşenbîrên ji welêt û ez sipasiya hêja xemgino_1  dikim ku ji welêt alîkare bi min re û nêzîk koçka rojavayî kurdistan bi roj werê vekirin û ji Qamişlo  wê werê meşandin

8-wek me berî niha jî got, ku koçka rojavayê kurdistanê bergehekê resen û berpirsyare, dengekê serbixwe û zelale
Erê di paşerojê de hûnê çawe vê şop û xetê bi parêzin û pêşvebidin ….?
Şevger:
koçka me wê girêdayê xebata tevgera kurdî be... wê dengekî hişyarkirina tevgerê û milet jî be, pir  rexne û pir pêşniyar û pir dan û standin di xizmeta milet û tevgera siyasî de

9-peyva we ya dawiyê çi ye…?
 
Şevger:
Şevger wê her dengê milet û welatê kurdistan be,, ez her berdewam bim bo xebata siyasî, lê ez ti ritba ji kesî na xwazim ritba min ez pêşmergekî rêbaza Barzanî û kurdayetiyê me.. hemû partiyên kurd partiya minin ji hemûyan re xebatê dikim bê ferqîtî,
di karê xwe yê hunerî de berdewamim û zarokên min di nav hunera kurdî de ne û her sal ez berhemekî hunerî diyarî gelê xwe dikim, gel kilipên stranan û ez her sal serdana Hawlêr û Amed û Mihabad ji dikim. ez wek sefirekî kurdistana Rojava li hemû parçên kurdistan digerim.. bes ez pir bi hisretim ku werim Dêrik û Tirbespî û Qamişloka xwe jî
silavên min li miletê min yek bi yek û li guhdarên strana min û bijî kurdistan û bijî yekîtiya kurdan
sipasiya malpera we jî dikim.
Şevger wê her dengê milet û welatê kurdistan be,, ez her berdewam bim bo xebata siyasî, lê ez ti ritba ji kesî na xwazim ritba min ez pêşmergekî rêbaza Barzanî û kurdayetiyê me.. hemû partiyên kurd partiya minin ji hemûyan re xebatê dikim bê ferqîtî,di karê xwe yê hunerî de berdewamim û zarokên min di nav hunera kurdî de ne û her sal ez berhemekî hunerî diyarî gelê xwe dikim, gel kilipên stranan û ez her sal serdana Hawlêr û Amed û Mihabad ji dikim. ez wek sefirekî kurdistana Rojava li hemû parçên kurdistan digerim.. bes ez pir bi hisretim ku werim Dêrik û Tirbespî û Qamişloka xwe jîsilavên min li miletê min yek bi yek û li guhdarên strana min û bijî kurdistan û bijî yekîtiya kurdansipasiya malpera we jî dikim.
koçka me wê girêdayê xebata tevgera kurdî be... wê dengekî hişyarkirina tevgerê û milet jî be, pir  rexne û pir pêşniyar û pir dan û standin di xizmeta milet û tevgera siyasî deŞevger wê her dengê milet û welatê kurdistan be,, ez her berdewam bim bo xebata siyasî, lê ez ti ritba ji kesî na xwazim ritba min ez pêşmergekî rêbaza Barzanî û kurdayetiyê me.. hemû partiyên kurd partiya minin ji hemûyan re xebatê dikim bê ferqîtî,di karê xwe yê hunerî de berdewamim û zarokên min di nav hunera kurdî de ne û her sal ez berhemekî hunerî diyarî gelê xwe dikim, gel kilipên stranan û ez her sal serdana Hawlêr û Amed û Mihabad ji dikim. ez wek sefirekî kurdistana Rojava li hemû parçên kurdistan digerim.. bes ez pir bi hisretim ku werim Dêrik û Tirbespî û Qamişloka xwe jîsilavên min li miletê min yek bi yek û li guhdarên strana min û bijî kurdistan û bijî yekîtiya kurdansipasiya malpera we jî dikim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark