Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî / kes û helwest.. Xelek 38

 


Dr. Ehmed Xelîl         
 werger: Heyder Omer

Pilana tolhildanê dij mîr Evdal Xan Bedlîsî
Dema şalyarê Osmanî Ehmed Paşa sala (1655z) çû seredana bajarê Bedlîsê, xwe dostê mîr Evdal Xan da xuyakirin, armanca rastî ya seredanê ew bû, ku kesayetiya Evdal Xan û rewşa mîrnişînê, ji her warên erdnîgarî, demografî, leşkerî, abûrî û rewşenbîrî ve binase, da tembiya sultan Mûradê Ҫarem bîne cih, û Evdal Xan bikuje, ji ber ku bi temamî neketibû bin sîbera dewleta Osmanî, û mêldarê xweseriyê bû.


Piştî ku Evdal Xan bi dirêjiya deh rojan baştirîn mêvandarî û diyarî dan Ehmed Paşa,  ewî  dest bi bicihkirina pilana xwe kir, ku mîrnişîna Bedlîsê bi zorê ji Evdal Xan bistîne. Ewliya Ҫelebî bînerê qunaqên bicihkirina pilanê bû. Ew pilan bi vî awayî bû:
Lomelêgirtin û gefxwarin:
Beriya ku Ehmed Paşa ji Bedlîsê vegere, li gel Evdal Xan di bin konekî de rûnişt, û kêmasiya wî hanî bîrê, ku neçûbû Amedê da sultan Mûradê Ҫarem pîroz bike, ku sala (1638z) Bexda ji dewleta Sefewî standibû, û vegerîbû Amedê, ku wê hîngê Ehmed Paşa waliyê wê bû. Sultan Mûrad wê hîngê gelek xeyidî, û ji Ehmed Paşa  xwastibû, ku tola wî ji Evdal Xan hilde. Piştî mirina sultanî Ehmed Paşa artêşeke gewre da ser hev, hêriş bir ser Evdal Xan, lê rîsipiyên deverê ketin navbera wan, û Ehmed Paşa bi 70 tûrikên zêr (Heftê hezar lîreyên zêrî) qayîl kirin, û bi ser de jî lêşkerên wî gelek mal û milkên xelkê talan kirin. 
Ehmed Paşa hanî bîra mîr Avdal, ku di pey re wî bi artêşa xwe ya gewre berê xwe ber bi çiyayê Şengalê de dabû, da Kurdên por dirêj (ango Eyzîdiyan) talan bike, ewî derdora deh hezar mirov ji wan kuştin, û gelek jî dîlkirin, û mal û milk bê jimar talan kirin, û vegerî Amedê, û Avdal Xan vê yekê dizane. Û jê xwast ku li gel dewleta Osmanî dilsoz be, û gote wî: „Ez hêvîdar im, ku tu nebêjî min Paşa bi mêvandarî û rêz hanî mala xwe,  û paşê jî tu guh bidî durûyan û derewînan, û tamara te ya kurdî bilive, û tu serî hilde, û tevdîrine ne baş pêk bîne“. Mîr Avdal jî soz da wî, ku dê dilsozê dewleta Osmanî be.
Hêrskirin û iblîskirin:
Pîştî ku Ehmed Paşa lome li Evdal kirin, û gef li wî xwarin, tev artêşa xwe çû Wanê, û ferman da pêşewayên Kurd ên wan deveran, ku digel diyariyan û leşkeran bên ba wî, da lodên axê li pêş kelehê hene, bavêjin gola Wanê, lê Evdal Xan neçû, pêre jî Ehmed Paşa gelek xeyidî.  Ebdî Axa rêvebirê înkîşariyan, û Axa û Begên kurd ev keysa lêhatî ji dest xwe berndan, û ji Ehmed Paşa xwestin, ku Evdal Xan bikuje, û gotin ew „Xwedanenas û gendel û lûtî û sihirbaz û derewîn e, û ji çel sal berê de divê bihata kuştin. Ewliya Ҫelebî li ser van bûyeran dibêje: „Ewan kesên bê wijdan ev derewan li ser Xan gotin, û haya Xan jî jê nebû“.
Di Heman demê de birîndarên înkîşariyan hatin giliyê Evdal Xan kirin, û gotin Ehmed Paşa, Evdal Xan bi deh hezar leşker da ser deverên Mehmed Beg Melazkurd, û derdora sê sed misilman kuştin, û çel hezar pez talan kirin, bi ser de jî nameyên berpirsên Turkan gîhan Ehmed Paşa giliyê Xan didin ber wî. Pêre jî Ehmed Paşa goti: „Evdal Xan tev rêbirran bûye, û sînorê welatê xwe derbas kiriye“. Paşê ji şêxên îslamê yên her çar rêbazan (Henefî, Henbetî, Şafiî, Malikî) xwast, ku fetwayekê bêjin. Ewana jî fetwa jê re nivisandin, û şêxê îslamê yê Wanê ew fetwa nivisand, û mora lê danî, û da dest Ehmed Paşa, û gote wî: „Ey pêşewa! Talana te pîroz be, zemînê ji vî çeteyî paqij bike“, û xêr jêre xwast û ew pesinand. Ehmed Paşa jî ji Ewliya Ҫelebî xwast, ku vê nameya jêrîn bo Evdal Xan binivisîne:
Ey genîtirê kesên dewleta Osmanî, ey kesê, ku Evdal Xan tê navandin, ey rêbirrê rastîwenda û serserî, tu fehêtiyê nasnakî, û te rûmet wenda kirî, û tu derewan dikî,….tu tev li fîtnekaran û gendeliyan û Xwedanenasan û şîeyan û  Kurdên eyzîdî dibî, te dest ji ola xwe berdayî, û tu jê derketî, û tu mil bi mil bi stirangbêjan û qeşmeran û lîstikvanan û deflêdanan re rûdinî, laneta Xweda ta roja qiyamwtê li te yî…te hemî Eyzîdî û Ҫegwanî û Xaltî û Rojkî li dora xwe civandine. Her kesê, ku di kêleka te re derbas dibe, tu wî talan dikî, û dest û pêyên wî dibirrî, tu bûyî rêbirr, û hemî dever derbas kirine. Gava olewerên li ba tene, şêwran li te dikin, û dibêjine te: Tu çima wusa dikî? Tu dibersivînî û dibêjî: Eva Kurdistan e…soz û peyman ezê te bînim rê (te perwerde bikim)…Di wan deh rojên ku mêvanê we bûm de, min hemî lîstik û xapandinên te nas kirin. Vê lomê, û li gorî şerîeta îslamê, xwîn û mal û milkên te helal bûne, (ango kuştina te û jidestbirina mal û milkên te helal bûne) û fetwaya vê yekê, li gorî her çar rêbazan derçûye“.
Her weha Ehmed Paşa di nameya xwe de xwast, ku Evdal Xan hemî tiştên talan kirine, û Eyzîdî û Rojkiyên ba xwe bi xwe re bîne, da bi lehengên Wanê re rû bi rû bibin, û nameya xwe bi vê gotinê bi dawî hanî: „Emê bizanibin, ka wê Xweda te bi ser xîne, yan me“.
Dîplomatîk û rûbirûtî:
Gava name gîha Evdal Xan, got: “Ev fermana Xweda ye, û divê dest xizmeta serî bikin”. Ev gotin biryara berevaniya bo mîrnişînê diderbirîne. Hefteh hezar şervanên tivenghilgir amade kir, û alîlkarî ji Begên Kurd xwast, û keleh û xendek û çeper nû kirin, û deh hezar kes, bo nobedariya çavdêriyê, amade kirin, ku bi rûye hêrişa Ehmed Paşa de derkevin, eger wî bi şev hêriş kir, û dostên wî yên Kurd jî heftdeh hezar şervanên tivenghilgir, û deh hezar siwarên şervan amade kirin, û tev li wî bûn. Bi vî awayî Evdal Xan bo şer xwe amade kir, û bersiva nameya Paşa da.
Evdal Xan di bersivê de rastiya giliyên gîhane Ehmed Paşa, û serhildana înkîşariyan, û hêrişa ku wan dabûn ser baxçeyên (gulistan) wî, û birînkirina kesên wî, jê re şirove kir, û her çi gotine jî derew e, û di birsivê de got: „Ewana tevna hin derewan ristin, û tu jî van gotinên erzan û qerêj bo min dişînî, û tevî ku ez xwe tawanbar nabînim jî, ez dixwazim ev nameya min, wek nameyeke tobedarî û poşmanbûnê be“.
Her weha Evdal Xan nameya xwe bi gotinên dilovanî ayînî, û bi ayetên ji Qur-anê bi dawî hanî, û weha çû, ew bawer e, ku Ehmed Paşa dê dadwer be, û alîkarê hêla sitembar be, û ew çi biryarê bistîne, da her du aliyan (Evdal Xan û gilîkarên wî) li hev bîne, dê pê qayîl be([1]).
Ev nameyan didine xuyan, ku Ehmed Paşa behaneyekê bo tohlidanê, û standina mîrnişîna Bedlîsê ji dest mîr Evdal Xan, dipelîne, û Evdal Xan jî dizane ku nikare bi artêşên Osmanî re rû bi rû bibe, vê lomê şêweyê dîplomatîk û gotinên nerm xebitandin, da Ehmed Paşa razî bike. Lê di heman demê de biryara rûbirûtiyê û bervaniya mîrnişîna xwe jî stand, û xwe amade kir.

([1])  Ev zanyarî ji ber pirtûka (Rîhletu Ewliya Ҫelebî li Kurdistanê / Eliya Ҫelebî Siyahetnamesî) rû 166-167, 251-260 hatine wergirtin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark