Lazgîn
dêrûnî
Bîst û
pêncê mah êlûnê deng bidin bo serxwebûnê
Ser xwe
rakin koletî û deyne azazdî li þûnê
Ev hezar
sal em li benda vaye derfet bo me hatî
Bernedin
vê çareyê bo serfirazî û hebûnê
Milletê kurd kevne dîrok hem xwedî xak û ziman e
Ma ne þerma em tenê bê dewletin bin vê sitûnê
Bes bikin lavlav ji dijmin ew biratî qet me navê
Ger dixwazin em birabin bes bikin kuþtin û xûnê
Vaye destê aþtiyê her em didin lê win ne rast in
Ew pilanên wey xerab her car didanîn tev þikestin
Hêz û artêþ him siyaset pêre piþtgîrî ji Cîhan
Bingehên bo serxwebûnê hazirin û tev bidestin
Her bijîn Pêþmergeyên þêr û piling in qehreman in
Serxwebûn armanc û nîþan tim ji bo kurdan dixwestin