Konê Reþ
Belê ezbenî! Þevên Qamiþlo, mîna kofiya
dayika min dirêjin.. Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min.. Kalemêrên wê li
ber dilê min þêrîn in.. Piraniya wan barkirine yên mayî jî li ser rêka oxirê
ne.. Belê ezbenî! Kolan, sikak û cadeyên Qamiþlo bêdengin..! Di ber te re
derbas dibin, silavê nakin! Piþtxûz û bargiran in!
Dema tu di kolanan de pêrgî dost, heval û hogirekî xwe dibî, çav pê dikevî, tu dibêjî qey ew ji welatekî dine.. Serê wî di ber wî de tewyayî, bi kul, xem û derd dikulkule û derbas dibe.. Tu dihisî ku dûrbûneke fireh di navbera te û wî de hatiye raxistin.. Û tu dihisî ku ew dûrbûn di navbera dergehê te û dergehê nêzîktirîn xizmên te jî de hatiye avakirin! Erê ezbenî! Her yek bi kul û derdên xwe daketiye.. Her yek bi gera pey pêkanîna gepa nanê zarokên xwe de, dibeze..
* * *
Erê ezbenî! Cefa û penaberiyê bi xurtî konê xwe vegirtiye û cihê xwe di navbera gulîstan û gulê de, koçer û zozana de, û av û xakê de çêkiriye..! Penaberiyek mîna dîwarê ku sînorê Serxet û Binxetê, li Beriya Mêrdînê radimûse.. Ezbenî! kî dikare rastî û çareseriya vê rewþa malwêran þanî min bide, bela xwe belû û eþkere bike?!
* * *
Erê Ezbenî! Sebaretî nivîsandinên min yên ku li dor zîlana þan û hunera Bedirxaniyan digerin, ji wan kesan re dibêjim; ew nivîs ji bo xort û keçên nûhatî ne, ewên ku dûrî ziman û kultura xwe ketine, da ku serwextî ziman, ferheng û kultura xwe bibin û ji nêzîk ve lehengên kultura kurdî nas bikin.. Qet, ez ne ji bo bilindkirina navê Bedirxaniyan dinivîsim.. Bedirxanî bi nivîsandinên min bilind nabin, berê ew bilindin. Bilindbûna wan mîna bilindbûna roka di nav ala Kurdistanê de ye.. Bedirxanî û danîna bingehê rewþenbîriya kurdî a nûjen bi hev ve hatine hunandin, wek ku çawa navê Kurdistanê û Barzanî bi hev ve hatine hunandin..
Erê ezbenî! Þevên Qamiþlo mîna kofiya dayika min dirêjin û Bedirxanî wek roka di nav Ala Rengîn de ne.