|
|
|
|
|
|
|
Dr.Zara Salih
Taveheyv e Bayê hînik e Dengek ji dûr tê Lihev vedgere Dahol e......
Govend zû geriya Bê serî û binî Tev semayê dikin Bê dawet û mitirb Tenê deng bihîstin Camcamk û dîlan...
Sîpe û xortan Hemû girtne hev Kesek nizane Ma sedem çiye...
Ji du aliya tê Dengê daholan tevlîhev Êdî bû pevçûn Her yek dixwaze Hejandina Milan Li gor vedana deng ...
Êdî nema deng Lê heman ser germ Hîn jî pevçûne Piþtî dîlanê..
Ev halê me ye Li " parçê biçûk " Her em bendewarin Li ber deriya Bê xwedî mane Weke sêwiya....
Ma êdî bese Mana liber destan Tenê qurbanî Û....her hene Paçikxwer Kojandina hestiyan...
Her parçe heye Qubleta rojan Rêya xwe naskin Nasnama welat Her kurdistan e Rûmet Azadî Û aqilê serbixwe Ta ku tev yekbin Dibin siya welat
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|