Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dīlana Kurmancī Venerīnek di 30 Stiranźn Gelźrī de

 


Pirtûka Dîlana Kurmancî, yekem pirtûk e ku behsa mijara Stirana Gelêrî li Rojavayê Kurdistanê dike bi awayekî zanistî û ekademî, û ronîkirina wê bi venerînê û nîžankirina taybetmendiyê wê.
Ev pirtûk 30 stiranên gelêrî ên taybet bi dçlana Kurmancî li xwe digre, her stiranek û noteya wê, meqamê wê, žirove û vekolîna wê noteyê pêre hatiye.
Dîlana Kurmancî, li herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê, û li nav gelek ji ežîrên Kurdan li Bakurê Kurdistanê, û hin dibêjin ku ežîra Omeriya jêdera vê dîlanê ne, lê hêîna tu lêkolîn nehatine nivîsandin ku vê yekê pižtras bikin.


Sazbend û amêrên muzîkî ku bikar tên di stiranên Dîlana Kurmancî de sazbend û amêrên gelêrî yê mêjîn in: Kemançe – Def û zirne – Tembûr – û niha (Bizqa kehrba).
Hin stranbêj ev cure ji stiran û dîlanê ji xwe re kirin kar û taybet bûn bi wan, û hin ji wan stiran ji bo vê dîlanê nivîsandin weke Ûsivê Çelebî yê ku koça xwe ya dawî di sala 1963 de kir, ku pir ji stiranên vê dîlanê li ser navê wî tên destnîžankirin; û hem jî Se`îd Yûsiv, Mihemedê Kinê, Mihemedê Remo û Ebdulqadir Silêman.

Herweha gelek stranbêj hene navdar in bi vê dîlanê weke: Xidirkê Omerî, Hisênê Omerî, Hiznî bavê Adil, Žefîq bavê Re`d, Se`îdê Bêrtî, Se`îd Gabarî û Žikriyê Fafê...Hd.
 
Di dawiya pirtûkê de, ferhengokek bi navê gotinên muzîkê û wateyên wan bi zimanê Erebî û Kurdî hatiye.
Pirtûk ji 151 rûpelên naverast pêk hatiye, û ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî û li çapxaneya wê hatiye çap kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî weke dezgeheke taybetmend bi gežepêdan, komkirin, eržîfkirin, belavkirina Kelepûr û Floklorê Kurdistanê hatiye damezrandin. Pižka (çap û vekolînê) di vê dezgehê de her ji destpêka karê xwe de, çarçeveke zanistî û cêgîrî ji bo karên xwe destnîžan kiriye, û hewl daye ku berhemên xwe weke çavkaniyeke zanistî di eržîfa pirtûkxaneya kurdî de, kelk bi tiwêjeran û lêkoleran bighîne. Ji bona vê mebestê, bi hemahengî li gel kesayetî û žarezayên biwarê ferhenga Kurd û Kurdistanê, projeyên xwe cih bi cih dike, tevî wê, ew nivîs û lêkolînên ku ji aliyê nivîskarên din jî dighên ber destê wê, weke tevahiya projeyên xwe karê zanistî û hunerî ji bo wan dike û dide ber çapê.
 
Yasîn Hisên
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî- Silêmanî


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark