Konê Reþ
Ho bajarê Qamiþlo.. Xelkên
Qamiþlo.. Bihara Qamiþlo.. Azadiya Qamiþlo..! 22ê nîsanê ye, cejna
rojnamegeriya Kurdî ye.. 119 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e..
Cejna ziman û peyva kurdî ye.. Bajarê Qamiþlo, xelkên Qamiþlo! Werin em silavê li
giyanê wan pêþengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin.. Werin em
silavê li canê mîr Miqdad Medhet û Abdulrehman Bedirxan bikin, yên ku çira
ronahiyê li pêþiya me vêxistin..
Welatîno Werin! Werin em silavê li canê Mîr Celadet, Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hiþyar, Mele Ehmedê Namî, Tîrêj, Keleþ, Bêbihar, Omerê Lalê, Mele Nûriyê Hesarî, Palo, Mihemedê Mele Ehmed, Rezoyê Osê, Rêwî, Ferhadê Çelebî û tev rewþenbîrên ku xwe di ber peyva kurdî de westandine, bikin.. Werin em gul û kulîlkên vê bihara rengîn li ser gorên wan deynin.. Werin em li Apo Osman Sebrî guhdarî bikin dema dibêje: Xwe danînim ber sîtem û zorê Divê serbilind ez biçim gore Gava bi rûmet biçim goristan Hêjaye bibim lawê Kurdistan. Mihemed Þêxo jî, bi dengê xwe yê xemgîn (Azad e þêrîn..) dibêje.. Ji xwe seydayê Cegerxwîn pesnê xwe dide û dibêje: Kîme ez! Ez im rojhilat Tev birc û kelat Tev bajar û gund Tev zinar û lat .... Bejin bilindim Wek dêw bilindim Ez dest dirêjim Serbest dibêjim Dixwazim bi lez Gavan bavêjim Kîme ez.. kîme ez.. Îro roj, di bajarên rojava de, xortên me ji nû ve bi dûv navê Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Anter, Edîb Karahan, Nûrî Dersimî, Memdûh Selîn, Hemze begê Muksî de dibezin.. Li huner û þanên wan digerin.. Ew heyamê ku qedexe bû, em li strana (Gulê mehrûmê gulê.. çiya bilinde gulê.. berfê lêkir..) guhdarî bikin, barkir û çû.. Nema vedigere.. Ew salên ku Osman Sebrî 12 caran, di wan de hat zindankirin, barkirin.. Erê, wek ku kurdan gotiy: Giha di bin keviran de namîne û hem jî gotine: Dinya siya darê ye.. Erê erê.. Were Qamiþlo were, were em sed û nozde saliya cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê û hezkerên peyva kurdî pîroz bikin.
|