Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd Û Sedsala Bîst Û Yekê

 


Merwan Berekat
 
Eger mirov doza Kurdî di sedsala bîstê de biþopîne û bûyeranên wê raçav bike, herweha cihê wê di nav siyasetên navnetewî de binase ku çawa gelê Kurd û doza wî ya dadwer dibûn qurbaniya berjewendiyên hêz û dewletên mezin, bêguman mirov dê têbigihê ku ta astekê gunehên Kurdan jî di wan têkçûnan de hebûn. Ji aliyekî ve, lawazbûna tevgera Kurdî ya siyasî, rola malbat û êlan di wê tevgerê de, û lihevnekirina wan li ser rêbazên destxistn û serkeftina doza kurdî.


 Ji aliyekî din ve, diblomasiya kurdî jî di wê demê ne di asta berevaniya doz û mafê gelê Kurd de bû. Ji ber wê jî nikarîbûn têkiliyine xurt û hêzdar bi navendên biryardayînên navdewletî û dewletên xwedî rol wek Birîtaniya, Firensa, Almaniya, sofyitistan û Emerîka re bikirana.
 Rast e, ew li qadên þer bi ser diketin, lê li ser maseyên siyasî ew serkeftinan dihatin derdan, û encama wê bobelat, xiþim û bêtarên xwînî bi ser gelê Kurd de dihatin, û doza kurdî dihate paþxistin. Lê dîsa jî gelê Kurd ji riya xebatê venegerî û zincîra þoreþan ji hev qot nebû. û ta roja îro nehatiye rawestandin.Tucarî sedsala bîstê û ya bîst û yekê di tenga doza Kurdî re, bi þêweyekî ji þêweyan wek hev nabin.
Ji tevahiya cîhanê, nemaze ji dewletên hêzdar û xwedî biryarên navdewletî re hate naskirin, ku eger doza kurdî netê çareserkirin û gelê Kurd mîna hemû miletan azadiya xwe bi dest nexîne, tucarî aramî, ewlehî û aþtî di herêma Rojhilata Navîn de çênabe. Ya din, di sedsala bîst û yekê de, bê Kurdan berjewendiyên dewletên mezin wek ew dixwezin bi cih netên. Ji wê girîngtit, di vê demê de rewþa gelê Kurd û tevgera wî ya siyasî, bi ya sedsala bîstê re netê pîvan. Îro Kurd xwedî hêzeke leþgerî ne, û hêzeke bi rêxistinkirî ye. Ya din, di warê diblomasî de Kurd ranewestîne, û li seranserî cîhanê hewildanên têkilî û danûstandinê dibin, û ta astekê di vî warî de hin gav hatine avêtin.
Rastî ew e, ku di destpêka sadsala bîst û yekê, nemaze di van salên dawî de, ji tevahiya gelên cîhanê û dewletên xwedî hêz û rol re hate nasîn, ku metirsiya Kurdan li ser wan nîne, û yên ku bi dilsozî û bawerî þerê teror û tundrewiyê dikin Kurd in. Ji ber wê jî, ew dibînin gerek e dest ji ber Kurdan bernedin, û ew mîna sedsala bîstê nebin qurbanî û bê maf nemînin.
Yekem car e, ku di dîroka nûjen a Rojhilata Navîn de du dewletên mezin, ku xwedî hêz û rol in Rûsiya û Emerîka, û li rex wan dewletên Ewropî di tenga berjewendiyên xwe re li ser doza kurdî digînin hev, û dixwezin gelê kurd hin ji mafê xwe yê rewa bistînin. Lê divê em ji bîr nekin ku di siyasetê de dilpakbûn ji dilnepakbûnê xerabtir e. Yanê ji mafê me ye, em li dijmin binihêrin ku ew tariyek e û divê em wê rakirin, lê zor pêwîst e, ku em li dostan jî nenihêrin ku ew mîna berfeke spî û di bin wê de çal û xefik nînin. Ji ber ku siyaset ne sinc, sofîtî û pêxembertî ye. Siyaset guhêrbar e, û hertim li gor berjewendiyan riwê
xwe diguhêre. Guman nîne ku rewþa doza kurdî di 2017an de, ne wek a 1917an e. Cinêv ``4`` a 2017an, ne wek Lozana 1923an e.
Eger werîsê Lozaneke din li nava doza gelê Kurd were gerandin, bêguman para tevgera siyasî ya kurdî jî wê di wê gunehkariyê de hebe, ji ber ku ta niha lihevkirina xwe, bi kêmasî ji bû nûnertiya Kurdan li kongireyên ku ji bo çareseriya kîrîza Sûrî tên lidarxistin, ava nekirine. Himêmîm û Asîtana nimûne ne. Ev ne dilxwezî û ji tûrikêxeyalan e. Ew rastî û li pêþ çavan e.
Sedsala bîst û yekê bi hemû awayan sedsala serkefin û azadiya gelê Kurd e. Belkî ne li gor hêvî û daxwezên me bin, lê tucarî doza kurdî û gelê Kurd bi fîstanê sedsala bîstê namînin, û bi paþ de venagerin. Ji ber wê jî bang: Divê em Kurd lihev bin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark