Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bi xatirê te...

 


EHMED QASIM

Bi xatirê te welatê min
Xweda hefîz ey welat.

Ez darim tu dimînî
Lê dilê min di nava derzên xemgîniya teda vedpirtikê
Hêsrên min di nava qelþên birînên te de helqan çêdikin.


Bi xatirê te welatê min.
Bi hesreta te
Ez berî xwe didime wundayîyê
Belkî bi hestên xwe re
Di hindirê buxçikekê de
Hilm û wêneya te bi xwe re bikme heval
Li navnîþanin biyanî
Li qorziyên tarî
Di nav ferheng û elfebêyên çep û rast de
Li kolanin sar
Li çateriyên bê duriþim
Wêne û hilma te
Dibne qulbenameya min `` welato ``.

Bi xatirê te...
Ezê herim tu dimînî ey welat.

Hestên min
Xwe ji min dadweþînin
Bedena min bê hest û helwêst ji hembêza te vedqetê
Di nava janên te de xwe dinimînin
Di êþên te de hêlûna xwe çêdkin
Ji tayê tûrê xwe xemlan çêdkin
Birînên te digvêþin bi ser dilê min de
Bi hêsrên mine bûne gol di qelþên birînên te de
Devê birînên te diþon ey `` welat ``.

Nameyên gul gulî ji min re
Bi rê dikin...
Li kolanên wundayî
Li þûnên sar
Di hembêzên `` teresan `` de
Li ber sifra qerimî
Nameya hest û helwêstên min bi rûyê min de diçerpê
Min dixînê warê vekþandinê
Li naverokeke bê nasname
Li rewþeke bê heda
Li jiyaneke bê pergal
Li beramberî nameya hestên xwe
Wekî `` Bodelan `` xwe radikþînim
Dikevime kêferata hebûn û nebûnê
Berxwedana bê armanc
Di navbera himbêza teyî birîndar û þûnên sar û wunda de
Vedgevizim.. diþaqim.. diqarim
Kes li bangewazî min nayê `` welato ``.

Laþekî bê hest û helwêst
Jiyanekî derewîn
Pêkenînên bê sînor
Xapandinên bê sênç
Li þûn û warin wunda de
Xwe li min dipêçin.
Min davêjne nav kavlên bi sam
Dîwarin bi seqem
Hilma þopên kevnar
Bêvilin min diçkînin
Tu dikevî xewna min `` welato ``.

Birekê `` Tirbêlangê ``
Çortê di nava sancîyan de dinalê
Kavlên Kobanîya birîndar
Xelkê minî di kolanan de li ser rîya rêwîyê
Qey ewjî dixwazin bê dil, û bê hest û helwêst berî xwe bidne wundabûnê?

Welato...
Loman ji zarwên xwe neke
Berxwedana bi navê te bûye derew
Tenê yek rastî maye
Ti li þûnekî bê nav mayî di destê Dêwan de
Korûcax mayî ji zarwên xwe û..
Zarwên te sêwî mene bê dil û bê hest û helwêst
Loman meke `` welato ``.

Hmebêza te sar kirin
Zarok ji te veqetandin
Berê wan didne wundabûnê
Didne þopa min
Lê pirs ew:
Kî poþmane li ser vê rê?
Yên bi xewnên bi te re dijîn
Yanjî, yên ku xewnan beravêtî dikin?

Kêferateke bê hûde di navbera herduyan daye
Nizanim berê min li kuye
Dibê dimrim li cîyekî sar
Lê zanibe...
Tawana filêketê ne penaberîya zarokên tene
Tawana mezin ewe, Ku tu di þûna xwe de penaberî ey ``welat``.

Nema kes dizanê..
Kî ji kê qetyayî
Deh salin destê min û te ji hev qetî
Lê hêvîya min ez geþ dikirim
A niha, kî te vegerînê warê teyî wunda bûyî ey `` welat ``.

Ez wundayîme, yan tu ?

Lê birayên min, xwiþkên min..
Ap û pismamên min, tevayî gelê min
Ew çûne ber wundabûnê..
Yan tu wunda kirin li ber çavên wan?

Derewin ew wêne
Ez diþopînim sancî û êþ û janên te
Tawanên rojane bi serê te de tên
Di bin diriþma bi navê te
Te dixapînin, raste
Gelê min dixapînin, raste.
Lê rastîya ku ez zanim
Ew nikanin min bixapînin
Eze bimrim, tu dimînî ey `` welat ``
Rastîya minjî bi te re dimînê
Ji xwe re bike deyax.
------------------------------

Li wundabûnê: 26/1/2017


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark