Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sersala Kurmancî

 


Konê Reþ
 
  Sebaretî Sersala Kurmancî, eva ku piþtî sersala Zayînê bû bi 13 rojaye, anku roja 13ê meha kanûna duyem bû, li gor rojnameya zayînê, min nas nekir çima ev roj bû..? Çendî min pirsî û xepart bi min re derneket, tevî ku min dîroka vê sersala Kurmancî ji gelek kalemêr û pîrejinan pirsî, tevan gotin; Ji gava ku me xwe dîtiye ev sersala bav û kalên me bû.. Li vir, ji xwe dipirsim; gelo di heyamekî de bav û kalên me çûne ser ola xiristyanan û jê vegeriyan e...?! Û ev sersala Kurmancî ji wê hingê ve bi me re ma ye..?


   Ta berî 50 salî jî, pêþwaziya sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiya xwe de pêþwazî û beþdariya wê kiriye, anku di þeva13ê kanûnê de.
  Li gundê me, di êvara sersala Kurmancî de, xortên gund, yên jîr û çeleng xwe didan hev, yek ji nav xwe dibijartin, ew dikirin Qirdikê Sersalê.
  Qirdikê Sersalê: Dêmê xortekî tenî dikirin, rihek bi hiriyê jêre çêdikirin, kovikek dixistin serê wî de û du kevçiyên darî, wek guh bi serê wî vedikirin, cil û bergên beloq lê dikirin, ew bi zengil û xerxirkan dixemilandin û wiha di nav ken, henek û þahiyê de, li nav sikakên gund, mal bi mal digeriyan.. Mala ku biçûnayê ji wan re digotin:
 Serê salê binê salê, Xwedê lawekî bide kebaniya malê..
Hem jî digotin: Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê..
An digotin:
Serê salê, binê salê Xwedê bihêle xortê malê.. Gelek caran jî diçûn gundên hawîrdorî gundê me, li sersalê digeriyan..
  Hin caran jî, yek dikirin Bûk û yek Zava û diçûn odeyên axa, keyan an muxtaran, dîkek ji wan re dibirin, yê ku dîk jêre dibirin pere didan wan û dîkê wan li wan vedigerand.. Belê di wî heyamî de piraniya xelkê savar, ard an nîsk, an mewîj, an xurme an hêk didan zarokan, wê hingê pere kêm bûn. Di þeva sersalê de jî her malekê li gor aboriya xwe goþtê herî çak ji dermalê ji xwe re dikirin þîv..
 
  Gelek caran di þeva sersalê de, zilamên gund li mala Muxtar kom dibûn û bi (Hingulîskê), li ser gwîzan, beniyên hejîran, mewîjan an xwarineke xweþ dilîstin..
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 13/01/2017ِ de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark