Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezben! Va Payz Hat

 


Konê Re

Ezbenî! Va payîz hat û darên wê têne hejandin.. Ew payebûna derewîn ji wan re nema.. û ev bi dûv evê de rêz dibin.

Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, geha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û kulîlkên me de în tên, jibîr nakin..


Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin..! Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bikenin..! Ji ber ku zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye.. Ew mîna gehayê ser bêndera ne, tu carî nikarin bibin mîna darên di hewa min de.. Tevî wilo jî, pêwîste em bi wan re bi gurnijin û bikenin, li wan guhdarî bikin û baweriya wan bînin ku ew rastin..! 

Belê ezbenî bilive pê! Li pa nezîvire.. Jiyan bê rawestandine û her dem dar ipya ne û ipya dimir in..

Ezbenî! Va payîz bi lez û bez êrî dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan anî me dide.. Dibe sibe an dusibe baran bibare, serpêhatî bibin dengvedan û tevlî xuxua ava çemên ku berê wan li deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gehayê di hewa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye.

Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û apa ku ji çiya tê xwarê, zû bi zû razanê ji xew iyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, pita xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Erê bahozekê û bi hêviya ku yekîtî di asmanê welatê me de iyar dibe..
 
Konê Re, Qamilo, 28.10.2016
 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.90
Bi Tevah Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark