Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jin û zîndan

 


Narîn umer

Jin derbasî cenga konevaniyê û xebatê dibe çimkî ew xwe dibîne mirovek hişyar û têgehiştî û ti cudabînê nabîne dinavbera xwe û mêrde di aliyê hiş û ramaniyêde bitaybet û di aliyê hest û coşan de.


Bi rastî ez naxwazim li ser vê babetê anko babeta xebata jinê gelekî rawestim li belê dixwazim win rêdanê bidin min da ez pirsekî bikim û omîdarim em bi hevre bersiva vê pirsê bidin:
Demê jin tête girtin û derbasî zîndanê dikin, çima wê dibinin mirovek sist û bê çar? Çima zordar û girtîvanê wê tiştek nayê li hizir û bîra wî ji bilî zorlêkirina wê bike, û destdirêjiyê li namûsa wê bike, û ew baş dizane ku ew di civakekî deye ta îro hê jinê dibîne namûs û şerefa xwe.
Çima altbûna mêraniya xwe dibîne di altkinîna jinê de di warê bê rewiştiyê û sincsisiyêde??!
Ma qey ew di wî demî de daiyak û xûşk û keçên xwe nayinê li ber çavên xwe??
Ma li bîroka xwe na zîvire û na pirsa ku ew bi vî karê şermezarî mêraniya xwe bê rêz û romet dike û tovê mirovaniyê û kesayetiyê ji dil û canê xwe dimirîne û dikeve warê hovêtiyê de û dibe mîna hovek xwînmêj, û kewijandina wî zorberiya wî dibe??!!
Ma mêranî ewe ku ew têkçûnek gemar li pey kewijandina xwe here,û zorlêkirinekî li jinê bike??
Çima çawaniya danustandina xwe bi jinê re wek ya mêr nake??çima venîsîn nake ku ev jin jî wekî mêre di xebat û daxwazên xwede ??ma jina dirahêjê vî barê giran nizanê ev roj li pêşiya wê ye, anko girtin û zîndan û birîndarî û kuştin??
Ew amadakare ji van hemî tiştanre,lewra em dipirsin :
Çima wê nabînin wekî mirovekî xebatkar, yan jê gunehkar,û lêdana candikî û canî ku tête liser mêr, bila werê li ser wêjî, eger xwe li ber îza canî û candikî girt gelekî başe,û eger xwe ne girte jî tiştek ji bilî mirinê namîne, çimkî ew jiyana pak û xweş di mirina xwe ya serfirazîde dibînê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark