Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qamişlo bajarekî awarte ye!

 


Konê Reş
 
Qamişlo! Tu bajarekî awarte ye.
Awarteye bi her tiştên xwe; bi desthilata rêjîmê û xelkên xwe.. Bi aqilmend û dînên xwe.. Bi rind, xerab û Bekoyên xwe.. Bi kurdperwer û kurdfiroşên xwe.. Bi bilindbûna çiyayê Bagokê û Çiyayê Omeriyan ji bakur ve û firehbûna Beriya Mêrdînê û Deşta Xelef Axa ji başûr ve.. Bi havînên gerim û zivistanên sar..


Ji kaniyên te, yên ker, em fêrî bêdengbûnê bûne.. Ji taxên te (Hilêliyê, Enteriyê..), em fêrî hawar û berxwedanê bûne.. Û em xwîna xwe ya gerim, gorî xaka te ya pîroz dikin.. Em, di bin siya rojên te de paldidin.. Bi herdû destan li zaroktiya xwe digerin.. Û di nav xewnan de milevaniyê dikin.. Di navbera tixûbên te û mezinbûna Yezdan de, Sinbilên evînê têne qurquçandin..
Di navbera sînorên têlbidirî û mayîn de, Kevok têne serjêkirin.. Nisêbîn ji te bi dûr dikeve.. Mêrdîn pişta xwe dide te.. Zaxo û Duhok li ser te digirîn.. Hewlêr û Silêmaniyê bang te dikin..
Qamişlo, bajarê awarte!
Gelo xwîn dibe av..?! Tu mîna ferşekî ji qeşaya fireh e, di çiyayek mezin de.. Mîna geliyekî kûr e, di welatê Mezopotamiya de.. Di navtarên te de, stirî û libên birincê wek hev şîn tên..! Û şev bi tariyê re dostaniyê datîn e..
Xwe ji stirî û tariyê daweşîne daweşîne..! û were bal min.. Were bal min û wê awarteyê bavêj e..?!
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark