Vejîna Kurd
Di
dirêjiya dîroka mirovahiyê de, koçberî bi þêweyên xwe yên curbecur di hemû
civakan de çêbûye û sedemên wê jî curbecur in. Piþtî þerê cihanê yê diwemîn
cara yekê ye ku mezintir pêla koçberan di sedsala bîst û yekê de ji Rojhilata
Navîn berve Ewropa û seranserî cîhanê ve diçe,
Di
van çend salên ku Sûriyê di qeyranekê re derbas dibe de, piraniya xelkê Sûriyê
bûne miþext û penaber û hîn rêjeya wan bilintir dibe, ji ber wê jî, li ser ekranên telefizyonan, di
hemû alavên ragihandinê de, û li ser maseya dewletên mezin ev rûdaw bûye mijara
gengeþekirinê, lê çare ne diyar e.
Hin ji sedemên vê koçberiyê yên sereke ev in: Þerê navxweyî, têkçûna ewlehiyê, rewþa aborî ya ku roj bi roj jiyana xelkê dijwar û pirasteng dike, lihevnekirina aliyên siyasî û nediyarbûna çareya vê qeyranê. Yanê xelkê Sûriyê neçar e, ku berê xwe bide welatên cîhanê û jiyaneke bi ewlehî û baþtir ji xwe û zarokên xwe re peyda bikin. Çendî rê li pêþ koçberan hatine astengkirin, dijwarî pir bûne û hin dewletan jî koçberên Sûriyê xistine bazara berjewendiyên xwe, tevlî wê jî zincîra vê koçberiyê ranewestiye, û roj bi roj bi riyên curbecur koçber berê xwe didin sînoran û ji aliyê perehez û rêberên sînoran ve tên xapandin û rastî êþ û azaran tên. Ne tenê weha, lêbelê pir ji wan jiyana xwe ji dest didin, hin birîndar û seqet dibin, hin jî di navbera sînoran de asê dimînin. Koçberî kul, êþ û azar e, dîmena zarokê sê salî, Alanê Kurd, yê ku bû qurbana pêlan û laþê wî li kenarê deryaya Sipî hate dîtin, wijdanê mirovatiyê bi tevahî hejand û bû simbola tirajîdiya derd û birînên miletekî bindest. Alan ji mirinekê bere mirinekê diçû, lê wî nizanîbû ku ewê peravên deryayê jî bi girî bike. Di pêvejoya dîrokî ya civakan de, koçberî ji aliyê sedem û encaman ve gelek ziyanbar e, û bi taybet ji bo civaka Kurd, ji ber ku xêrnexwezên Kurdan ji berê û paþê de çavên xwe ji Kurdan sor in, û hewil didin ku me ji xaka Kurdistanê derxînin, lê mixabin îro armanca wan bi destên me pêk tê. Dema ku Kurd koçber dibin, ew mal, zevî û her tiþtekî xwe difiroþin û kesên Ereb li þûn wan cih digirin û herweha herêmên kurdî ji wan vala dibin û guhertinên demografî bi þêweyên pilankirî di herêmên kurdî de peyda dibin. Li aliyekî din ne hêsan e, ku koçberên Kurd kanribin xwe û zarokên xwe ji çanda ew civaka biyan biparêzin, û pir zor e ku ew li welêt vegerin. Belê hatiye dupatkirin ku bi demê re ewê di wê civakê de werin piþaftin, û nifþek li pey nifþekî dê winda bibe. Ji ber wê jî koçberiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi ev rêjeya bilind cihê metirsîneke mezin e, divê pêþî lê were girtin.
|