Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qamîşlê ye ne Qamişlo ye

 


Konê Reş
 
Di roja 20 tebaxa 2016an de (90) sal di ser avakirina bajarê Qamişlo re derbas dibe. Di vê rojê de, berî 90 salî generalê Fransî (B. Terrier) û hevalên xwe bingehê qijleya leşkerî û Serayê li cihên ku niha lê ne danîne. Bi demê re Cihû, Siryan, Ermen, ereb û Kurdên derdorê li dor wan û aşê avê yê Qidûr Beg kom bûn û wiha di nav salan de bajarê Qamişlokê hat avakirin.
Tê bîra min, dema em zarok bûn li gund, bavê min digot; ezê herim Qamişlokê.. Gotina Qamişlokê bikar tanî.. Kesî nedigot Qamişlo an Qamişliyê.. Dengbêjan jî, wek Ûsivê Çelebî, Hisênê Omerî û Hizniyê Selîm di stranên xwe de Qamişlokê bikar anîne..


Lê niha, tev Kurd, di weşan û medya xwe de Qamişlo bikar tînin. Di baweriya min de bikaranîna peyva Qamişlo şaş e. Ji ber ku navê wê ji navê Qamîşê hatiye girtin, ew qamîşa ku bi pirbûn li dor çemê Ceqceq şîn dihat. Gerek em bêjin; Qamîşlê an Qamişlê. Qamişlokê biçûkirina Qamîşlê ye. Ma çêdibe em ji gundê (Agûlê) re bêjin Agûlo?! Navê wê jî, ji navê tûmê Agûla ku bi pirbûn li ser bênderên wê şîn dihat, hatiye girtin..

Çima Qamişlê bi Qamişlo hat guhertin?
Piştî bûyerên adara 2004an, doktorekî kurd di nexweşxaneya niştimanî de li Qamişlê kardikir, carekê li ser doseya nexweşekî kurd navê (Qamişlo) dinivîsîne.. Ev gotin bi serokê nexweşxaneyê yê ereb û nijadperest nexweş tê.. Ji werê doktorê kurd bi wê (O), navê Qamişlo kiriye Kurdî û di encam de doktorê kurd ji nexweşxaneyê tê bidûr xistin.. Dûrxistina wî di nav gel de belav bû.. Rêxistinên kurdan jî ev yek protesto kirin û ji berê ve navê Qamişlo bikar anîn..  Ji wê hingê ve an salê ve navê rêxistinên kurdan navê (Qamişlo) di weşan û medya xwe de bi bikar tînîn.
A rast gerek em gotina (Qamişlê) an (Qamîşlê) bikar bînin.. Anku cihê ku geyayê Qamîşê bi pirbûn lê şîn dibe. Qamîşlê gotinek kurdî ya orjînale.. Ne tirkiye wek ku hin dibêjin, dibe ku Tirkan ji me dizî be wek gelek gotinên din.. Qamîş, Qamir, Zil, Çît, Berdî tev ji yek malbata geyayê ku li ber avê şîn dibin. Ji vê malbatê Qamîş bi pirbûn li dor peravê çemê Ceqceq şîn dihat û ji ber vê yekê navê Qamîşlê an Qamîşlokê li bajar hatiye kirin.
Hûn dikarin li ser dergehê şaredariya bajarê Qamîşlê mêze bike bê Fransîzan çi nivîsandiye.. (Qamişlîye) Danîne..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark