Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nanê me jî xwînî ye

 



( Bo giyanên pakrewanên kujtara Hesekê)
 
Mehmûd Badilî 
 
Çavên wê yên ku li derî
bê hedan di xew re diçûn
ew çavên ku hêvî bi laqirdiyên wî ve diparzinandî
tev ku destên xwe vê carê dabûn ber tava heyvê
dibe ku fireþteyek dakeve ser milê wê
dibe ku stêrek têkeve bin piyên wê
dibe ku kopalek bibe rêberê xwena wê
dibe ku vê carê 
di êvara cejna rojiyê de
hemî xwedanwendan
bicivîne ser sifreya bendemanê.


Hîna destên wê li ser hevin
kitana xilmaþiyê bi xwêdana xwe ve vemalt
lê kesekî li derî neda
Wek ku gulek di paxila wê de þîntê
xurcilî çenteyê bîranînan
li wêneya wî kûr - kûr nerî
û keserek xemgiran berdida dilê ewran.
 
Heyv di siya ewran de veþartî ma
li kopalê xwe geriya
li tasa avê ya vala likumî
giyan rijiyayî ber derî ve reviya
li ser piyê ba
darbestek bi nan û xwînî rapêçayî 
li tax û kolanên ji xelkê vala digeriya.
 
Tenha..
li mala xwedê ji bejna xwe ket
bi xwe ve ket, li xwe xist, xwest xwe bikuje
porê xwe bi ser pelên zer de kurt kir
li wê ortê 
kitana xwe ya sipî vegirt
û got:
Hey xweda,
ma ta nanê em dixwin jî 
xwînî ye.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark