Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şîxadî… Rastî û nasîn Xeleka 6 an

 


Amer Çelik

Çavkaniyên  dibêjin ku Şêx Adî bi nûjeniye xwe ya ola Êzidiyatiyê wê nûjeniyê Êzidiyatî gelekî nêzîkî ola Islamê kiriye. Ev gotin gelek dilxerabî li dorê peyde dike.
Her ciqasî bi dehê lêkolîn û gotarên zanistî li ser ola Kurdên Êzidî hatine weşandin ku diyar dike ola Êzidiyatiyê oleke kevnare, bi hezarên salan B.Z ê hatiye dîtin û heta roja îro jî hîn li ser rêç û baweriye xwe ye. Tu rêftar(sîfat-صفات-سلوك) di bername oldariyê de, hevbeşiye Êzidiyatiyê û Islamê re tune.Ew lêkolînvan Ereb û Islamî ku dibêjin Êzidiyatî beşek ji ola Islamê ye, ev gotin bingeh û hîmê wê tune, li ser himek rameneke oldarî  paşvetû hatiye gotin.


Dektor Kazim Hebîb dibêje: Ewên ku dibêjin Şêx-Adî ibin Mûsafir ji malbata Emewiyan ne ew dîtineke pir şaşe û dûrî rastiyê ye. Ji ber ku Êzidiyatî kesekî ji oleke din qebûl nake!..Êzidiyatî ji olan, olên ku xwînê têkilî hev du nake. merovê Êzidî pêwîste  ku  dêk û bavê  wî Êzidî  bin. Ew di vê yekê de pir serhişkin tu şeke me têde tune!.  Bicî(Mentiq-( المنطق)bi qebûl kirinê re têkliyê nake!.. Heger em bibêjin hatine Şêx-Adî Lalişê û her bi hatine xwe re kesatiyeke berz û ji serkêşin Êzidiyan hatibû qebûl kirin, ev yek rastiyekê dide me ku Şêx-Adî bi eslê xwe ve Êzidiye û ji dêk û bav ve Êzidiye. Ne wekî hinek dibêjin ku ew derwêşekî Islamî bû ye!?....
Gelek olên tebşîrî wekî ola Islami şerekî mezin û dijwar bi sedê salan bi Êzidiyan re kirin ku Êzidiyan ji ola wan dagerînin û mislman bikin. Lê her wan (Êzidiyan) li ber xwe daye û ola xwe(Ola Kurdan) parastin û ne guherandin. Belê gelek, bi dehan ji wan şeran di dema Şêx-adî de bû û her Şêx di wan şeran de ji bo parastinê serkêşiye Êzidiyan kiriye.
Rastiyeke dîrokî heye pêwîste ku bête gotin, dema merov pirtûkên Êzidiyan yên pîroz dixwîne û sehbeta ilmdarên Êzidiyatiyê guhdar dibe ku Şêx-Adî nekirine rêza xwedanwendan belê Şêx-Adî qelenderekî xwedan qîmete û xwedanê keremetan ne. Ev gotine ya ilmdarên Êzidiyane .
Her weha kazim Hebîb dibêje ku nayê qebûl kirin û nejî bawer kirin ku car-caran têde gotin ku navê Êzidiyan bi navê Êzîd ibin Mewiye ve tê girêdan nimûne: Wekî Seid Deyoecî.  Her weha Hebîb dibêje:Belê  di baweriye min de navê Êzidiyan ji Êzd-Êyzd di ziman kurdî û Farisî de bi weteye Xweda tê ku ji gotine Ezdan-Yezdan bi weteye Xweda hatiye.
Me soz daye ku li gorî zanîn û zanistiye xwe em xalekên veşartî di dîroka Êzidiyan nehêlin bi bêtuxmî û bi hostey î  birjînin ser kaxezê.
Dema merov qewl û beyt, du,a û dirozên Êzidiyan dixwîne û guhdar dike,merov bi rehetî dighêje wê baweriyê ku Êzidiyatî bi hezarên salan berî hatine Şêx-Adî ev ol hebû û wan Êzidiyan yezdan(xweda) nas dikirin û diparistin.
Şêx Adî serkêşekî zane bûye û wî hinek nujenî xistiye rêka parastine Êzidiyan. Lewma jî cihekî Şêx Adî  î evra û pîroz li ba Êzidiyan heye.
Hêjayî gotinê ku merov bibêje;   Yekî ji wan lêklînvanên Islamî  li ser  sedmên hatine Şêx Adî  ji Libnanê(Balbek-Bêtlfar) bo  çiyayê Hekarê , ji bo Lalişê  tevgereke zanistî nekirine ûne ji baş li rûpelên dîrokêe ne geriyan e. Belê wan li gorî hinek rûyav(Ehtîmal-at) ger û lêkolînên xwe hûnane. Ew  rûyev ji bo wê koçeriyê me hêsîr dike ku bi sedên pirsan bêne pirsîn. Gelo Şêx-Adî bi fikir û ramanên hinek Şêxên  derwêşî (Sofîzim) Islamî bi bandor bû…Û dixwest ku wan fikir û ramanan li wî çiyayê Hekarê belav bike…??!!Lê bersiva van herdu pirsan , jî ew ku ev yek ji rastiyê û baweriyê dûre. Ev rêka ku merovan bi bawerî dagerînin bi ser Islamê de ne rêk kiryarî ye Islamiyê ye( سلوك) . Ti hewcedariye Islamê bi vê yekê tunebû. Ji xwe Islamiyan bi devê Şor bi qeflan  merov muslman dikirin û bi taybetî jî, Êzidî!... Eger raste wekî ew lêklînvan dibêjin ku Adî ji bo Êzidiyan wergerîne bi ser ola Îslamî de, hatibû herêmê… Me ew rêk û xizmetên ji bo parastîn û bi hêzkirine Êzidiyan û Êzidiyatiyê ji aliyê Şêx-Adî ve ji bo çi bû….??!! Eger raste ku kardariye Şêx-Adî ew bo  ku baweriye miletekî (Êzidiyan) bike bin boandora felsefa û ramanên Islamê. Ji miletekî merovek, girupek, eşîrek li dijî,pêşgirtine wan fikir û ramanên Islamî ku Şêx-Adî jib o wan hatibû derentket!!?...Ma gelo ne nêzîkî rastiyê ye ku em bibêjin, celebek li dijî vê kardariyê bû ..!? kanî ew deng..? Di dîrokê de , di rûpekî dîrokê de me ne dîtiye ku Êzidiyan ne razîbûne xwe li dijî Şêx-Adî kirine, belê Êzidiyan heta piştî Şêx-Adî û heta roja Îro jî bi rêka Şêx Adî parstine ola Êzidiyatiyê dikin.
Dektûr Xelef Cerad di pirtûka xwe de,ya bi nave (Êzidiyatî û Êzidî) de, li ser hatine  Şêx-Adî  dibêje ku hinek çirawîsk hene ku Şêx-Adî ji kurdên Al-Tîyrahiya ( التيراهية)  ne. Xelef Al-Cerad li ser zimanê Lêkolînvanê Iraqî  Yaqûb Serkîs  ku Şêx-Adî ji wan Kurdên ku havînan li zozanan bûn û zivistanê xwe berdidan der û dorên Mûsilê. Di wê demê de eşîra kalkên Şêx-adî bû ku li zozana akincî bûn. Ew Kurdên Tîyrahiyan li çiyayê Madî li kêleke Hilwan akincî bûn  leşkerê Faris iyan  li ser wan kom dibûn û bi sedan li der û dorên Mûsilê ji wan kuştin. Her weha demelocî jî dibêjie ku kurdên Tîyrahiyan ola xwe bernedan û li ser baweriyên xwe yên kevin man. Ew bawerî  Êzidiyatî û Zerdeştî bû.
Her çiqasî agehdariyên Cerad pir girîngin û nêzîkî rastiyê ne jî, lê mixabin ku çavkaniyên ku wan agehdariyan  serrast bike , di pirtûka berêz Cerad de gelekî kêm hatiye. Her weha Demelocî pêde diçe dibêje ku ji wê rojê de şer û dijimantî di navbera vê olê (Êzidiyatî) û Islamê de didumîne!... Her weha Hêja Zûhêr Kazim Ebûd jî, di pirtûka xwe yan E,udî ibin Mûsafir (nûjenê ola Êzidiyatiyê) di rûpelê 71 de dibêje ku Berêz Cerad agehdarin bê hîm anîne. Hêja Zûhêr dibêje ku dibe ku Cerad civaka Îraqê nizane!... Cerad  eşîran , Tîre(Mezheb)û olan têkilî hev dike, her weha Cerad Şebek, Êzidiyan, eşîrên Tûrkmanî li Tliheferê û Babawat Şî,ea Alcehferî Hebab Êzidî ku li Şingal akincî ne û Şaxên wan li Tlehferê tunene. Cerad van tevan têkilî hevû din dike. Ev gotin ya Zûhêr Kazim Ebûd bû.
Seid  Deywacî ew jî li ser Şêx-Adî bin Mûsafir gelekî biriye û aniye merov dema rûyavên ku Dewecî anîne rojevê merov zû tê dighîjê ku ew ne rûyavên ser bixwene û bi rêkeke Islamî lagerî(Mûtesib-متعصب) bi kiryarîyeke dûrî zanistiyê. Lewma jî em rûyavên nayîn ziman.
M. Abid Al-Hemîd Al-Hemd ku dîtina wî ji piraniyê lêkolînvanan cûdaye dibêje; Çiqasî ola Êzidiyatiyê ji xeleka Kurdîtiyê derenketiye jî lê piştî hatine Şêx-adî merov hinek tiştên Islamî di nave Êzidiyan de dibîne, wekî Xerqê (Derwêyê),Şêx …uwha gelek tiştên din jî.
–Adî Xerqa ji destê Şêxê xwe girtibû û li xwe kirbû ew bi libsê Xerqa ciwan bûbû hevalên wîyê derwêş jêra digotin Tawisê Derwêşan, dengê wî di sirudan de pir xweşbû,. Wî(Adî) helbest jî dihûnan û her weha dibêjen; ku wî Bexda Terk dabû û çûbû  başûr  ji ber ku weki cihê têd jiyan bû.
Corc Birsî Badcir lêkolînek li ser Êzidiyan weşandibû. Tê gotin ku Berêz Corc Birsî di sala 1842 -1850 z de hatibû nav Êzidiyan dan û standin pir bi serok , rêber û ilmdarên Êzidiyan re kiribû  dibêje ku libsê xizmetkarên Laliş wekî libsê Rahîbe ye(Rehiban) du xizmekar mêr in û xizmetkare jine Sadan - Sad dişibhe libsê wan. Dibeje ku li ser Gora Şêx-Adî ji Sadan pirsîye, “Ev gora ki ye..?” bavê Şêx –Adî …?!, ji min re got ku dêk û bavê wî tun in û ew nemiriye!....
Demelocî dibêje ku Corc Birsî Badcir ne merovekî zanebû û heşt salan bi Êzidiyan re jiyan kiriye û nikarîbû yekî tenê jî, ji Êzidiyan bîne ser ola Xirstiyaniyê. Bi rastî ew ji bo nêzîkbûne Êzidiyatiyê û Xirîstiyanî kar dikir. Demelocî dibêje ku tişê ku Badcir di derbarê çekên xizmetkaran (libis) de dibêje ne rastin.
Qasê lêkolînvanan di cihê gorkirine Şêx-Adî de yekin..Alozî di vê agehdariyê de di navbera lêkolînvanan de tune.Şêx-Adî di Laliş de hatiye bi gorkirin.
Di rastiya Wargeha Laliş merov bi kevinariye wargihê   dighîjê  bandora cih ya dîrokî , lê mixabin ku merov zû dighe wê zaniyarê ku ji xizmetgozariyê ve geleki belgaze.
Em gihîştine wêbaweriyê ku Şêx-Adî bi zanistî û danûstandine xwe Êzidî ji qirkirin û fermana parastin. Ji roja dîtine Şêx-Adî li Liş de heta roja mirine wî Zûhêr Kazim Bûd dibêje ku Êzidî di aramiyê de jiyane. Ferman û qirkirinê hatine ser Êzidiyan tev di dema berî Şêx-Adî û piştî Şêx-Adî hatine tomarkirin.

Heta xeleka 7an bimînin dixweşiyê de.
Amer Çelik   Hezîran/ 2016 Almaniye  amercelik@hotmail.de


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark