Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hawar Hawara Mîr Celadet Alî Bedirxan Ji Kezebê Bû

 


Konê Reş


 (Ez ko Kurd û Kurdmanczan im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft-heşt zimanên din daye ber hev.. dikarim ji biyanîyan bêtir û qenctir dehkara wî bidim xuya kirin û zanîn.. 
Herfên elfabê, berî sêzdeh salan hatiye nivîsandin.. Ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêşkêşî wî dikim..)
Mîr Celadet Alî Bedirxan


Min mebesta mamoste Têmûrê Xelîl ji vê nivîsandina wî ya bi navê (Elfabeya kurdî-latînî a ji alîyê dewleta Sovyet da testîqkirî) nas nekir?! Ez bawerim ne keşf û tiştekî nû ye.. Sebaretî min û gelek hevalên min, em roja (15ê gulanê), bi navê Roja Zimanê Kurdî nas dikin. Ev roja ku ji berî 84 salan ve Mîr Celadet Bedirxan kovara Hawarê bi alfabeya latînî li Şamê weşandiye..
Tevî ku em zanin, berî Mîr Celadet Bedirxan gelek hewildanên nivîsandina kurdî bi alfabeya latînî hatine kirin, ji wan; Xelîl Xeyalî, Mîr Mihemed Salih Bedirxan, zarokên Cemîl Paşa û hin din. Di pey wan re, Moroglov dostê gelê kurd û zimanzanê Ermenî wî jî, alfabeyek latînî di sala 1930î de ji zimanê Kurdî re berhev kiriye û rojnameya (Riya Taze) pê hatiye weşandin. Û Mîr Celadet di kovara Hawarê, hejmara 8an de, alfabeya wî û rojnameya Riya Taze li kurdên Rewanê pîroz kiriye û wiha gotiye: (Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurmanciyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Vê paşiyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.
Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê çar roj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav Resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin. “Rêya Teze” wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir e, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşîn ko gehiştiye destê me a pencî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke deh-rûjkî ye, berî salekê û hin dest bi derketinê kiriye). Herekol Azîzan (Celadet Elî Bedirxan)
Belê alfabeya Mîr Celadet Bedirxan û ya Moroglov bi gelek tîpan ji hev cuda bûn. Ew alfabe bi tenê di nav kurdên Rewanê de belav dibû û piştî çend salekî, bi alfabeya Kirîlî hat guhertin
Sebaretî berhevkirina Mîr Celadet Bedirxan ji alfabeya latînî re, ew di kovara Hawarê, hejmara 13an de wiha dibêje:
 (Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paşiya xebateke salên dirêj e. Di sala 1919an de, me dabû çiyayê Meletyê.. Mêcer Newel (Îngilîzek) jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin.
Carnan, me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwend û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û-و) ji (O-و) û (Î-ي) ji (Ê-ي) derdixistin, diketim ber hezar dişwarî, ma çiman?
Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî..
 Sala 1924an de li Almanyayê, min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê mêze kir û midekê xweş li ser xebitîm.. Elfabêya me paşiya xebateke sêzdeh salîn e, li gor zimanê kurdî, li gor dengê zimanê me ye. Herfên elfabê, berî sêzdeh salan hatiye nivîsandin û gora zimên û dengên wî, hin bi hin edilî û kete hale xwe yê îro.. Ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêşkêşî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye ji yê her kesî hêjatir û sipehîtir e..)
Celadet Alî Bedirxan, 28.11.1932 Şam

Di hejmara yekê de jî wiha dibêje: (Ez ko Kurd û Kurdmanczan im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft-heşt zimanên din daye ber hev, kitkitên wî hûr hûnandine, qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyanîyan bêtir û qenctir dehkara wî bidim xuya kirin û zanîn..) Hawar, Hejmar: 1/1932.
 
Lê ya Mîr Celadet Bedirxan bi serketin belav bû, zimanê Kurdî bi herdu şêwezaran, pê hat nivîsandin û kovara wî Hawar ne tenê li Şamê dihat belav kirin, belê di nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Libnan, Zaxo, Duhok, Hewlêr, Rewanê, Karmanşahê û heta bi Mûsil û Bexdayê jî belav dibû.. Her wiha bi helbest û nivîsên van kesan dihat xemilandin: Dr. Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Rewşen Bedirxan, Reşîdê Kurd, Qedrî Can, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa.. Ji Kurdistana Başûr jî van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de dinivîsandin: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fettah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd.. hwd. Hin kurdenasên biyanî jî hebûn wek: Pr.G. Michaelian û R. Lescot. 

Çima Hawar e û ne Hewar e? Rast e di nav civaka me de gotina (Hewar), tê bikar anîn. Lê dema ku ev peyv ji ber zilm û zorê tê der, mirov dike haaawaar Haaawaar.. Hawar dike.. Hingî, Mîr Celadet Bedirxan ji ber têkçûna serhildana Şêx Seîd û Araratê, cehalet û nezaniya gelê xwe û rûniştna bi zorê li Şamê, dikir Haaawaar Haawar.. Hawar hawara wî ji kezebê bû.. Bi hawarbûn li şiyarbûna kurdan digeriya.. Ji ber wê hawar hawarê navê kovara xwe kir HAWAR..
Fermo van gotinên nivîskar û lêkolîner jêhatî Rohat Alakom bixwînin û bê çawa Tirkiyê bi biryara Heyeta Koma Wezîran piştî du heftan bi serektiya Ataturk kovara Hawarê qedexe kiriye. Birêz Rohat Alakom dibêje: (.. Em bi weşandina vê dokumenta jêrîn vî zimanzan, nivîskar û ronakbîrê kurd bi rêzdarîke mezin careke din li vir bi bîr tînin. Çawa di vê dokumentê de jî xuya dibe di sala 1932an de belavkirin û ketina kovara Hawarê a Tirkiyê bi biryara Heyeta Koma Wezîran bi serektiya Ataturk hatiye qedexe kirin. Lê belê Hawar, ev çavkaniya giranbiha ku wek ansîklopedîya kurdî hatiye hesibîn, ji mêj ve ketiye nav dîroka çanda kurdî û bi dirêjahiya salan bûye sertaca ziman û edebîyata kurdî. Kovara Hawar, di 15-ê Gulana 1932-an de derketiye û du heftan şunda bi bayê birûskê, bi lez û bez roja 30-ê Gulanê 1932-an belavkirina wê li Tirkiyê hatiye qedexe kirin..)


Ev nivîs û dokument ji mamoste Rohat Alakom ve hatine girtin.
Sebaretî navê Elî û Alî; di heyamê Sultanetiya Abdulmemêdê2an de, wek model, kesayetiyên mezin û naskirî, navek li navê xwe zêde dikirin. Hingî, Mîr Emîn Bedirxan naznavê Alî ji xwe re bijartibû û bi navê (Emîn Alî Bedirxan) dihat naskirin. Gotina Alî erebiya, bi wateya Bilind e. Anku Emînê Bilind.
Dawî dibêjim; Silav li sifra hazir e.. Hem jî dibêjim, em miha xwe nadin bi bizinê û mala xwe nabin cem mala bavê jinê.


Qamişlo/ 24.02.2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark