Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gund Eyndwer Weqfa Medreseya Sor b

 


Konê Re

Gundê Eyndîwerê, li herî bakur û rojhilatî dewleta Sûriyê dikeve. Raserî bajarê Cizîra Botan (Cizîra Mîr eref) e, bi dor 2Km an. Seyrangeheke xwe û ge e ji xelkên Rojava re.
Berî ku sînor bi rengekî fermî di navbera hikûmdariya Fransîzan di Sûriyê de û dewleta Kemalî di Tirkiyê de bê danîn, Eyndîwer ji Kevin ve bi ser Cizîra Botan vebû û weqfa medreseya Sor bû. Bi rêveberiya du malbatên ji erafên Cizîrê; Seyda û Osman. (Li gor ku gelekan ji kalemêrên herêmê ji min re gotine).


Ta niha kavlê xaniyên malbata Seyda li hin deverên Eyndîwera kevin têne dîtin. Ji xwe xaka wê ta niha jî, di destê hin neferên malbata Osman de ye, wek Hecî Abdulkirîm Efendî û kurê wî Fettah Efendî. (Herdû jî di heyamê Fransîzan de bûne perlementêr di perlemanê Sûriyê de).
Di heyamê mîrekên Botan de, gundê Eyndîwerê ji gundên ku mîrê Botan kiribûn weqif, bi tev dexil, dan û rezên xwe ve, ji xerciya mamoste û qutabiyên medresê re. Di bin berpirsyariya malbata Seyda de. 

Ji bilî ku Eyndîwer seyrangeheke xwe e, bi strana (Eyndîwrê paytext e, keç xatûna ser text e lê Nofa..), di deriyekî firh re jî derbasî folklorê Kurdî bûye..
Ji cih û ûnwarên derdora Eyndîwerê; Seqlanê Mema, Pira Bafid, Pira Minarokê, Banê Dewqelên, Nêrgizî, Kaniya Kola, Kaniya Kîso, Besta Cihûyan û Kaniya Nemir Miksî (Xuya ye dema ku Hemza Begê Miksî di sala 1931ê de li Eyndîwerê mamostayê dibistanê bû, kêfa wî ji wê kaniyê re hatiye, xelkên wê jî, navê wî lê kirine).

Dema ku mirov, serdana Eyndîwerê dike û ji ser qelaçê wê li bakur û bare mêze dike; Çemê Dicle, Bajarê Cizîra Botan, Çiyayê Cûdî, Çiyayê Herekolê Botan dibîne, pêre pêre jî, gelek nav têne hizr û bîra wî, wek: Mîr Bedirxan, zarok û neviyên wî, Birca Belek, Medreseya Sor, Medreseya Mîr Evdal, Melayê Cizîrî, Mem û Zîn û Beko, Gêra Mîr Mihema, Gora Nûh Pêxember, Ismaîl Ebûeliz Elcezerî.. Anku Kurd û Kurdistan têne hizr û bîra mirov..!
Erê ezbenî! Gundê Eyndîwerê Weqfa Medreseya Sor bû.

Qamilo, 01.02.2016

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevah Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark