Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kongirź Riyad Ū Lawazbūna Žanda Kurdī

 


Salar Salih

Hat xuyakirin ku kongirê rikberiya sûrî yê ku li Riyadê paytexta Sûdiya Arabî di 8 ê meha borî de hat girêdan, armanca serekî jê ew bû: civandina rikberiya Sûrî di bin yek sîwanê de, û herweha danîna nerînek siyasî yekbûyî ji rikberiya sûrî re, berî ku danûstandin di navbera rikberiyê û Rêjîmê de dest pê bikin, piraniya frakisyonên rikberiyê û girûpên çekdar hatin vexwendin bo kongirê Riyadê, kwalisyona sûrî ya hêzên žorežê û rikberiya sûriyê yek ji wan frakisyonên sereke bûn yên ku hatin vexwendin, encûmena nižtimanî ya kurd li Sûriya (ENKS) bežeke ji kwalisyona sûrî , lewra ew jî di kongirê Riyadê de beždar bû, lê bi rêjeyekê pir kêm tenê bi du endaman beždar bû, û ev yek tê wateya lawazkirina žanda kurdî, û bi gižtî pênc kesayetiyên kurd li kongirê Riyadê amadebûn ji hejmara 104 kesayetî ku wek nûnerên rikberiya sûrî hatin vexwendin,

 ev hejmara kêm ji kesayetiyên kurd yên beždar pilankirî bû û ne jiber xwe ve hat, eger em bêjin rêjeya kurdan li Sûriyê 15% ji miletê sûrî ye, lewra gerek bû  16 nûnerên kurd di vî kongirî de beždar bibin , û eger em vê hejmarê li ser ENKS û TEV-DEM ê û kesayetiyên serbixwe parve bikin bi kêmanî gerek bû, heft nûnerê ENKS di kongirê Riyadê de beždar bibin, lê ENKS tenê bi sê nûneran beždar bû, lawazkirina žanda kurdî bo kongirê Riyadê bi xwe pilanek bû , hinek hêz di rikberiya sûrî de li dûv in, bi taybet hin frakisyonên žovînî ku hîn bi nerîna rêjîmê li mafên miletê kurd dinerin, lê di heman demê de destê dewletên herêmî yên ku kongir bi serperižtiya wan hat girêdan têde heye, û hîn ev dewlet jî hewildidin ku pirsa kurdî binpê bikin.
Ya din jî žanda kurdî nikarî bû belgeya ku bi kwalisyona sûrî re emze kiribû li ser frakisyonên beždar di kongirê Riyad de bisepênê, û hat xuyakirin ku kwalisyon bixwe bergîriyê di ber mafên kurdan de nake, û ew ne cihê pižtgiriyê ne, lewra gerekbû ku žanda kurdî zextek li frakisyonên beždar kiriba ta ku mafên netewî yên miletê kurd di belgeya siyasî û daxuyaniya dawî ya kongir bicih bike, lê xuyakir ku hîn ezmûna siyasetmedarê kurd di kongirên ji vî astî ve pir kêm e, lê kongirê Riyadê ne xala dawî ye di çareserkirina qeyrana sûrî de, û riya danûstandinê hîn dirêj e, herweha wê žer li ser xaka sûrî berdewam be ta qunaxek baž dirêj, di vê rewža sûrî ya aloz de, divê ku kurd berdewam bikin di aliyê danûstandinên çareseriyê, jiber ku tu bijardeyên dîtir li ber ENKS tune ne, nemaze pižtî ku rêkeftina Dihokê têkçû û PYD desthilata yekalî bi hêza ležkerî sepandî ye, û desthilatek hevpar bi ENKS re napijirîne, herweha jî lêvegera siyasî jî têkçû jiber ku herdû hêzên serekî di lêvegerê de xwedî du pirojeyên cuda ne, lê tê xwestin ji nûnerên kurd di van kongir û danûstandinan de ku xwedî giraniyekê bin û bi xurtî bergîriyê di ber mafên netewî yên rewa ji miletê kurd re, çiku ew nûnerê miletê kurd in wek pêkhateyek sereke ji pêkhateyên sûriya, û dewletên mezin niha tu çareseriyê ji sûriya re bêyî kurdan napejirînin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark