Nûçe: Beþar Emîn xwepêþandanên ENK-S yên Dawiyê Þîrove dike
Salih Demîcer Ev bû demeke Encûmena Niþtimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) xwepêþandanan birêve dibe li djiî hin biryarên birêveberiya xweser li herêmên Kurdên Sûriyê. Ew dibêjin PYD û hevalbendên wê siyaseteke yekalî birêve dibin ku dibin sedem ji koçkirian xelkê ji herêmên xwe. Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê rêzdar Beþar Emîn di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser van xwepêþandanan û got: “Me gelek hewildan kirin ku em wek ENK-S li gel TEV-DEMê kar bikin, lê ew naxwazin. Me tiþtekî dijîtiyê li gel wan nekiriye, her çendî ew me napejirînin wek hevalbend jî, bila bi kêmanî þerê me nekin. “
Emîn ku li bajarê Hesekê dimîne bal kiþand ser hestdariya qonaxê û þerê Daiþ û dupat kir ku ew dixwazin Pêþmergeyên wan derbasî Sûriyê bin û li gel hêzên heyî beþdar bin di þerê Daiþ de. Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke