Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Efrîn Dorpêçkirî ye, Lê Çi Ji Me Tê Xwestin

 


Merwan Berekat

Ev bû demeke herêma Efrînê ji aliyê tundrew, terorîst û mejîtariyan ve dorpêçkirî ye, û li piraniya sînorê herêmê þer berdewam e. Lê roj bi roj serkeftin li pey serkeftinê ji aliyê Hêzên Parastina Gel ve tên tomarkirin. Tiþtê ku mirov jê seyr dimîne ew e, ku di vê rewþê de, hin ji Kurdan hewil didin ku bi hemû awayan nakokiyên navxweyî gur bikin!?
   Bêguman ji mafê her partiyeke Kurdî ye, ku ew nêrînên xwe yên siyasî bide, û ji mafê her partiyekê ye jî, ku rexneyên xwe li rêvebiriya xweser bike. Û ya rastir ew e, ku her partiyek li xwe vegere û berjewendiya partîtiyê nede pêþ ya kurdayetiyê.

   Belê; qunaxa ku Kurd têre derbas dibin, ew pir hestewar û nazik e, ji ber wê jî, eger em baþ guhdarî hev nekin,  yekrêziya xwe ava nekin û ne bi yek nêrîn û piroje bin, bila em tev di wê baweriyê de bin, ku emê pir mafên xwe yên rewa derdin.
   Dema ku mirov þivliv û tevgera dewletên mezin wek Emerîka, Rûsiya, Ewrupa…. Diþopîne û wê baþ raçav dike, ew digîne encama, ku hêdî hêdî çirûskên çareseriya qeyrana Sûriyê lêdidin. Ji ber wê jî, her ku yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê rojekê pêþ de ronahiyê bibîne, ewqas Kurdê bikaribin li ser maseya danûstandinê bi hêz bipeyivin.
Hin Me dorpêç dikin, hin tevdigerin ku di çareseriya qeyrana Sûriyê de gelê Kurd bê maf bimîne, eger hebe jî bila li gor daxweza wan be, û hin jî bi roj û þev pilan û pîlanan digerînin ku Kurd li hev nekin. Di vir de piresek xwe davêje ber destên me, ew jî ev e: Ma gelo; li heber van pilan û pîlanên xêrnexwezên gelê Kurd, divê em çi bikin??  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark