Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evina Rojn Kevin: Almanya Semnera di Zankoya Frankfurt de

 


Konê Re

Li Almanya, di zivistana 1977an de, bûm yek ji endamên Komela Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa (KSSE), axê Frankfurtê ya ku mêldarî Barzaniyan bû. Hingî pismamê min û xortekî Kurd ji Kurdistana baûr bi navê (Azadî) berpirsyarên wê bûn. Jina (Azadî) Almanî bû, dermanxaneyek wê li Frankfurt hebû, edrêsa min li ser mala wan bû. Di wan salan de dubendiyek xurt di navbera Barzaniya û Talabaniya de hebû. orea Barzanî ji likumandinê rizgar bibû û Idrîsê leheng bi gerimbûn ala orea Gulanê bilind kiribû..



 Lê hîn jî, hin xortên Ewrûpa xwe didan pita Telebanî û erê Barzanî dikirin..! Komela Xwedekaranên kurd jî bibû du perçe; em hevalên Barzanî bûn. Carekê me hevalên Barzaniyan bihîst, ku semînerek li mênza zankoya Frankfurt heye, em bi çend otomobîlan çûn zankoyê ku em jî amade bibin.. Lê sed mixabin, ew xortên kurd yên ku mêldariya Talabanî dikirin ku pirên wan ji kurdên baûr û bakur bûn û hin ji xortên Sûriyê jî di nav wan de hebûn, bi kar û barê wê semînerê rabibûn, wan, rêk nedan me û nehitin ku em derbas bibin û bedariyê di wê semînerê de bikin.  Dawî, em polîpoman zîvirîn malên xwe.. Bi rastî vê yekê ez ecêbmayî kirim; çawa li Almanya kurd nahêlin kurd bedarî semînerke rewenbîrî li dor kêeya kurdî bibin.. Di encam de ez hatim hejandin.
 Hem jî ez li Almanya di rêka pismamê xwe Nasir de bûm yek ji endamên (Amnesty International), ewa ku di sala 1961ê de li Londonê, ji rex birêz Peter Benenson ve hatibû damezirandin û gelek axên wê li dewletên dinyê hatibûn vekirin..
Li bajarê Mainzê, berî ku ez vegerim Sûriyê min biryara xwe a nivîsandina bi zimanê kurdî ji hevalê xwe Îzzeddînê Çalî re got.. Nexasim ku li Frankfurt, li derneka kurdên tirkiyê, hin caran ez car caran çav bi rojnameya (Roja Welat) diketim.. Ew yekemîn car bû ku rojnameyekê bi zimanê kurdî tîpên latînî dibînim.. Ew rojname bi zimanê kurdî û tirkî bû..
Hingî min ji dostê xwe Îzzeddîn re got, ez ê vegerim sûriyê û dest bi nivîsandina zimanê kurdî bikim..
Li Frankfurtê min xortekî kurd ji bakurê Kurdistanê bi navê (Aydin) naskir, kêfa xwe ji min re tanî û ji min re digot: (Jina min Almaniye, kî ji kurdan here mala min û jêre bêje ez kurd im, wê bixwe û vexwe bê pirsyan..) Hem jî ji min re digot; (Mirovên min li Qamilo, taxa Anteriyê hene..) Sed mixabin ku navê wan niha nayê bîra min…
Li Almanya, ez di serboriyek xwe û bi sûde re derbas bûm.. Belê, min derfetek zêrîn ji dest xwe berda?! Min karîbû mîr Dr. Kamîran Bedirxan bibînim, dema ku hatibû Bonê ji bo dostaniya Kurd û Almanan.. Lê sed mixabin min ew derfeta zêrîn ji dest xwe beda.. Belê, bi sehkirina navê wî re, pêre pêre bîranînan ez li çîrokên mîrekên Botan vegerandim, ewên ku di oda me de dihatin gotin..

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark