Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin: Agahyên Mezinan û Hin Bîr û Baweriyên Wan

 


Konê Reþ

Di wê zaroktiyê de, her pêlekê mezinan; Dê, bav, pîrik û kalikan þîret li me dikirin û digotin: pêl gêrgêrîka nekin, guneh in. Beqa nekujin, wê belalûk di destê we de çêbibin. Ku we nan li erdê dît, rahijinê, nameta Xwedê ye, deynin cihekî parastî.. Ava gerim bi erdê de danekin, erd ne xaliye, yên ji me çêtir lê hene. Bi wateya ku CIN lê hene. Mezinan, tirsa Cin û Pîrebokan di dilê me de diçand. Gelek caran di civakan de ji hev re digotin: Filan Seyidî yek Cinî li xwe mar kiriye. Derziyek xilqandî kiriye berde, a Cinî pê hatiye girêdan, newêre nêzîkî derziya hesinî bibe û wiha çi jê dixwaze a Cinî dike.. Û digotin: Filankes ji filankes ditirse wek ku çawa Cin ji hesin ditirse..!



Vêca ji tirsa Cinan û Pîrebokan re dema ku zarokên nû çêdibûn, meqesekî hesinî dixistin bin serê wî de û derziyek xilqandî bi pêçeka wî ve vedikirin, da ku cin an pîrebok nêzîk nebe..
*          *          *
Di piraniya malên gundên Beriya Mêrdînê de û ta roja îro, Hermela bi ta darvekrî di kesmên tabloyan, di malan de daliqandî heye. Keç û jinên gundê me jî, her sal di dema bergirtina Hermelê de, libên wê bi tayên rengîn bidar vedikirin, rêzên wê di ber hev re bi textikekî ve berdidan, dibû wek tabloyeke spahî. Ew tablo bi dîwarê mala xwe ve dadiliqandin. Digotin; xêra wê heye û mal ji belayan tê parastin..
Bi tenê Hermel, li ser girên Romanî, yên ku Beriya Mêrdînê di dinyayê tevî bi wan navdare, þîn tê. Xuyaye ev adet gelekî kevne..
*          *          *
Hin mal li gundê me hebûn, ji bo ku kes wan çavînî neke, nalek hespan an çavþênek an berbejnek ku Mela ji wan re çêkiribû, di ser dergehê mala xwe re dadiliqandin.. û eger hin mirovên naskirê bi çavînokiya xwe hebana, hina dewsa lingekî wan digirt, li gor qeysa pêya lingê wan mûk diþewitand. Digotin, wilo bandora çavên wî namîne û nema li wan kêr dike..
*          *          *
Dema ku halek, nexweþiyek diket nav berxên malekê de û dimirin, xwediyê berxan, lingên çend berxên mirî bi hev ve girêdidan û di ser dergehê gova wan berxan re dadiliqand. Digotin, edî nema berxên mayî dimirin..  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark