Mizgîn hesko
Kurd im
Penaber im
Ji revê ber bi reveke din ve
Û hemû riyên
Ku wan dižopînim
Bi tenha dagirtî remedêlk
Û hilma žikestinê
Û žikestîne
Žûžeyên dilan žikestî ne
Hemû riyên li pêž min
Mij û moran
Û tarî ne.
Kurd im...
Nevîçirka êž
Û wêranê me
Li žûn xwe
Min...
Welatek kelogirî hêla ye
Û di riyên biyan de
Li henaseyên
Welatekî digerim.
Di van xaçeriyên asê de
Li hawîrdorê xwe
Dizîvirim
Û žikestin
Min dorpêç dike.
Ji revê ber bi êžê ve
Ji êžê ber bi revê ve
Û revînok in...
Hemû gavên min revînok in
Xapînok in...
Hemû žopên min xapînok in
Û qeraxên van riyên nenaskirî
Tije rewrewek û pîrhevok in
Kurd im...
Û rêgehên hêviyê
Bi tenha sawîr in
Pencereyên çareseriyê
Režebîr in Dergehê fetale
Tevnepîr in.
Penaber im...
Xwe li pêlan dikim
Û pêlên van deryayan
Verêža...
Hinavê zordarê mîr in.
Pêlek ....
min radestî pêleke din dike
Kurd im...
Li mistek ax diger im
Da ku tê de
Alaya xwe li ba bikim
Û çi gava ku li xwe haye dibim
Derya... Çendekê min î žikestî
Ji ber xwe dike
Û weha jî...
Heman deryayê
Ji ber xwe kir
Çendekê Alanê min.
Û Alano...
Bi pêlavên xwe
Riwên mirovan
Yên din nažî me dikirin
Di guhê kîjan
Dêwî de
Mirovanî raketî maye...?
Û Alano...
Zaro bû
Beržîr bû
Bi lêvên xwe yên pembe
Memikên zemînê dimêht
Yê li wê beravê
Vezîlandî
Firižteyek bû
Giyanê xwedawendan
Di`azirand
Serî ber bi jêr ve
De lorî...lorî
Hela megrîn Ji me re dinehwirand
Ji nixîsên ber mirinê
Dîmena mirina mirovaniyê
Dineqižand
Û em ê hêsran bibarînin
Lê....
Deryayeke bê ser û ber
Çavên Alano
Žil nekir.
Yê li wê beravê
Di xewa žêrîn de
Neviyekî mîdî bû
Jena jenîna kezeba
Jineke kobanî bû
Sehara sibêdeyan
Li rêgehên welatekî digeriya
Li mistek ax digeriya
Da ku tê de
Têr...têêêrrrrrrrrrr
Bi lîstokên xwe ža bibe.
Yê li wir
Li wan beravên nenas
Di nimêja xwe ya dawîn de
Bi xewna welatekî
Çav girtibûn.
Yê li wir
Ku bi lêvên xwe yên pembe
Memikên zemînê dimêht
Peyamberê evînê bû
Hezkirin...
Li me parve dikir
Û me...
Ji hev hez nekir.
Rezber2015