Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bahoza Koçberiyê

 


Salar Salih
 
Bahoza koçberiyê wek ku berpirsên desthilata Elmanya nav lêkirin, ev pêla mezin ji penaberan ku ber bi rojavayî Ewrupa ve diçin û bi taybet Elmanya û Siwêd û Brîtanya, mezintirîn pêla koçberiyê ye ji cenga cîhan ya diwem ve, di van çend mehên buhurî de bi hezaran penaberên sûrya xwe li derya û sînoran xistin bi mebesta ku bighêjin rojavayî Ewrupa û bi taybetî dewleta Elmanya ku di xewna her penaberekî Sûrî de ye.

Rojane hejmarek mezin ji penaberên Sûriyê xwe li derya sipî ya naverast dixin bi mebesta ku bighêjin girava Gos li xaka Yûnanistanê, ji nav wan jî hejmarek mezin ji kurdan heye, ku dest ji herêma Rojavayê Kurdistanê berdidin û ber bi Ewrupa ve koç dikin, rêka mirinê wek nav lê tê kirin ji Ezmêrî li Tirkiyê dest pê dike , li wir qeyikên mirinê li hêviya penaberan ne, eger penaber ji pêlên deryayê filtî û gihşt xaka Yûnanistanê dîsa jî metirsî di riya wî de pirin, bûyera xeniqandina Alanê sê salî û derketina wêneya wî li ser alavên ragihandinê û yên danûstandina civakî wicdanê cîhanê bi tevayî hejand, çawa pêlên avê termê ew mendalê sê salî didehfandin li ser beravê, ramedandî weku pişta xwe bi cîhanê tevî vekiriye, dîmen bandorek mezin li pirsa penaberan kir û Alanê kurd yê ku ji Kobanê bi malbata xwe re derket bi armanca ku bighêje Ewrupa, di avê de xenqî û bû simbolek ji êş û azarên miletekî re. Helbet sedemên koçberiyê pirin, û welatî li Sûriya bigiştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî dorpêçkiriye, ji rewşa aborî ya xirab ku roj li pey roj perên sûrî nirxê xwe winda dikin li himberî dolar, ta herifandina bajaran bi bermîlên teqîner û şerê navxweyî yê berdewam , ta bi leşkeriya neçar ku gênc li Rojavayê Kurdistanê hew dikarin jiyan bikin, lê ya herî giring ku tu bersev ji pirsa gelê Sûriya re tune ye, kengî wê qeyrana Sûriyê çareser bibe? Ta nuha, Tu bersev ji vê pirsê re nîne, û tu siyasetmedar nikare berseva vê pirsê bide, ka çawa û çilo dê qeyrana Sûrî çareser bibe, hin dewlet bixwe ev bersev li nik wan tune ye, şerekî navxweyî weha vekirî li ser demê, û paşerojek reş bêsînor û leşkerkirina civaka Sûrî bigiştî, miletê Sûrî bêhêvî bû ji welatê xwe, lewra pirên wan li welatin dîtir digerin ta ku jiyana xwe ya asayî lê berdewam bikin. Koçberiya kurdan ji Rojavayê Kurdistanê ew jî beşeke ji vê koçberiya mezin, lê ev koçberî bi ziyanek pir mezin li devera kurdî vedgere, gellekan koçkirin, hin gihiştin û hin di rêde ne, hin jî karê xwe û derketinê dikin, û hinin dîtir hîn biryara xwe nestandine û di vê meselê de diramin, li hin hene gihiştina Almanya xewneke ji wan re jiber ku kirya rê ji wan re peyda nabe, û ev diyardeyek pir xirabe, ango di encamê de û piştî çend nifşên dî kurd li Rojavayî Kurdistanê namînin, tenê di pirtûkê dîrokê de wê behsa wan bê kirin. Eger koçberiya gêncan jiber leşkeriya neçar be ya ku PYD bi biryareK tekîtî li Rojavayî Kurdistanê Çespandî ye, lê koçberiya malbata bigiştî jiber çi ye?! Raste rewşeke aborî dijwar di ser herêmê re diçe, lê nîv aramiyek peyda dibe û ew şerê giran li deverên kurdî tune ye wek ku li bajarên din yê Sûriyê çê dibe, lewra welatiyên Sûrî yên ku ji Reqqayê û Dêrazorê direvin tên li Rojavayê Kurdistanê bi cih û war dibin, jiber ku aramî heye û herweha pêdiviyên jiyanê yên sereke peyda dibin, xaniyan û erdan ji bo xwe dikirin, û ev bixwe destpêka guherînek dîmografî mezin di herêma kurdî de datîne, Li aliyê din welatiyê kurd xanî û milkê xwe difroşe û koçmalî berî dide Ewrupa û  bi hêsanî dest ji xaka xwe berdide. ger miletê kurd ne pabendî xaka xwe be, û hezkerê welatê xwe be, û ev koçberiya komî raneweste , êdî kurd li dever û bajarên xwe piştî demeke kurt dê bibin kêmnetew .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark