Hesan Elî Îssa
(1) Deng
Xot deng e
Qîz çira ye
Çira tê dîtin
Deng tê bihîstin
Ev cirîda birûsk û tava ye
Tav; guregure û deng e
Birûsk þeqeþeqe û þewq e
Tav; siwara Yezdan e
Birûsk; qamiçiyê Xwedan e
Cirîda birûsk û tavan e
Çelengiya qîz û xortan e
Ji nav erwa, birûsk û tav vedan e
Di nav mitêla qîz û xortan de kêferat e
Cirîda deng û çira ye
Deng; deng dide
Çira; þewq dide
Çira li pêþ e, deng li paþ e
Deng sax e, þewq yaxe
Xort deng e, qîz çira ye
Hawê dinyayê wa ye.
(2) Poþ
Bêhna misk û enber, ji te nayê guldixar!
Þûr di kalan de, na çirisîne siwar!
Hespê þê nabe çî, nekeve cirîd û þeran!
Gav bi gav paþ de, poþê te xurte beran!