Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: XOÞEWÎSTA LÊVFÎNCAN

 



Xizan Þîlan

perdeya cama sirên veþartî
ji zingezinga zengilê dilê te re
vedikim
ji parzûna hesretkêþiya te
êþa rojên tevizî
dipale

bi lingên þemitok
li dor xweþikiya bejna te
semahê digerînim
rîtma dilê xeþîm
di tîra bijangên te yên tûj de
serûbin bû
hespê xwe yê kumeyt
bi çargavî ber bi xeyala te ve
dibezînim
li xilmaþkiya xewnan
bêhna porê te ya qurnefîlî
mizdidim
di noþîna meya eþqa te de
sergêj û sermest li dor xwe
dizivirim
bedena reben
li ber lêdana qamçiya ebrûyên te
tarûmar bû
qirika helbesta tazî
li ber çemên rûyê te ya nûranî
ji tîna qewirî
demsalên îlegal
ji hêlîna sebirê fîrar kirin
dûmanê cixara xemkêþiyê
di xwîna laþê min de
hate meyandin
zeviya daxwazên þîrîn
hiþk û ziwa bûn
hezkirina min
di kemîna konê pîrikê de
dîl hate girtin
hêlekana dergûþa hêviyên min
dernixûn bû
tu
di keserên giyana min de
kewa guliyên spîndara yî
xemla rondikên bûka piþtperdê yî
çirûskên tendûra temenê xemgîn î
tîrêjên keskesora êvarên bêdeng î
ez
wêneyên siya awirên te
di albûma hinavên peritî de
dicivînim
ji bedewiya hinarikên rûyê te
lezeta ava kewserê
vedixwim
ji biþirînên lêvên te yên qedîfe
þerbeta þadiyê dadiqurtînim
xunava kulîlkên hewþa te
di êþa qolincên xwe de
vediþêrim
bêrîkirinên te
li ser balgiya qefesa xwe
radimedînim
di fala fîncana destê te ya narîn de
li çarenûsa xwe digerim
birîna kul û kederên salan
bi germa henasa te
dikewînim
were bibe
stûna nav mala wêran bûyî
periya îlhama hestên sêwî
dermanê westîbûna çokên qerimî
melhema qêrînên gewriya þewitî
stargeha qefilandina canê cirifandî
lihêfa bêxewiya þevistanên newêrek
û bibe
þewqa fanûsa odeya tenêtiya min
                      2013-05-10
                      Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark