Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Hewlr!

 



Xalidê Heso

Hewlêra rengîn! Qet xema nexwe, peyala aramiyê serbest vexwe.. Bera gulîstanên te bi çîçek û nêrgizan bixemilin.. Bera stêrkên ezmana li dor keleha te bicivin.. Bera çîrok û destanên qehremanan bixwe re bibin sînga ezmana, da bedewtir bibin.. Bera zarokên dibistanên te ala rengîn hildin û sirûda Ey Reqîb bi dengekî bilind bigihînin perê ezmana..

 Îro, neviyên orea êlûn û gulanê, pêmergên qehreman, sîngên xwe ji xaka tey pîroz re kirine senger û bi rêzên zêrîn dinivîsin li hemberî cîhanê seranser..

Hewlêr e!
çava veke û ba binêre,
ev arê bedew, ev Hewlêre
Ev Kurdistane, xaka zêre
Cî û warê piling û êre
Ev ala rengîn ala me ye
Ew sembola jiyana me ye
Qelen bihaye, xwîna me ye
Ji sedê salan xewna me ye
Hevalê min ev Kurdistane
Gelek dayîk li vir giryane
Ji mendalên xwe raqetiyan e
Xwas û birçî li çola mane
Hevalê min ev Kurdistan e
Bi sedan dastan lê ciryan e
Dek û pîlan lê hilweyan e
Hevalê hêja! Ba bizane
Ev destkeftên  mezin berhemê
orea êlûn û gulan e
Ked û xwêdana nemiran ne
Bi serbilindî û mêranî
Bi lehengî  û qehremanî
Nemir Barzanî, bingeh danî
Sozên dan Qazî bi cî anîn.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark