Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezbenî Hêj em nebûne dewlet?

 


Konê Reþ

Ezbenî! Gelo em bûne dewlet ta ku hin ji kurdên me bi tundî þerê serokatiya serok Barzanî ji herêma Kurdistanê re dikin?! Eger Kurdistan dewlet be û ew dewlet demokratîk be - wek Swêsra, Swêd û Fransa - wek ku ew kes doz dikin, pêwîste hilbijarina serokê wê dewletê ji cemawerê kolanên wê dewletê bê xwestin, ne ji endamên peremento.. Ji ber ku xelkên kolanan, ew endamên perlemento bijartine, anku hêza xelkên kolanên Kurdistanê ji siyasî û ne siyasiyan, ji hêza endamên perlemento yên siyasî mezintire.. A din, li gor rewþa herêma Kurdistanê û neyarên ku ji çar hawêr ve þerê wê dikin û dostên wê yên ku bi hewildanin wê bikin dewlet, nexasim piþtî 100 salî ji peymana (Saykisbîko) û ne dewletbûna kurdan, pêwîste em tev dengê xwe, tevî dengê serok Barzanî bikin.

Barzaniyê ku di nav dewletên dinyayê de bi hewildane bingehê dewleta Kurdî a demokrat damezirîne.. Barzaniyê ku ji sed salî ve, ji bav û kalê xwe ve li vê yekê geryane û xwe ji paþ nedane alî.. Barzaniyên, ku dinya û alem serwextî çîroka perîþaniya gelê kurd û Kurdistanê kirine, ta pileyekê ku navê Kurdistanê û wan bi hev re hatine hunandin.. Barzaniyên ku pirraniya xelkên her çar perçeyên Kurdistanê bi navê wan sûd dixwin.. Barzaniyê ku ne heyranê serokatiya herêma Kurdistanê ye wek ku heyranê serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye.. Barzaniyê ku hîn (Nîna), temam nekiriye, em doza (Tirnîna), lê dikin..?!
Di vê rewþa hestyar de, eger em hina ji Barzanî çêtir û duristir ji bo bejewendiyên xelkên herêmê bibînin, bela fermo bikin xwe þanî me bidin.. Eger nebin, çima vî hejî davêjin ber lingê serok Barzanî û dewletbûna Kurdistanê bi paþ dixînin?! Qey bîr nabin ku ji berî çend rojan ve Daiþê çekê kîmyawî (Xerdel), li dor Hewlêrê reþand û hêjî Kurdistanî di eniya 1500Km de, ji Xanqîn ta bi Efrîn di berxwedana hebûnê de þerê Daiþ û zarokên wê dikin..
Cihê daxê ye ku hîn Kurdistan bi þîr venebûye, em doza demokrasiya Swêsrastanê li herême Kurdistanê dikin! Bi hîvî me ku êdî nema kes karibe bi kewên Kurdistanê nêçîrê bike û ev ewrê reþ, yê ku roja îro, ne di çax û dema xwe de, di asmanê Kurdistanê de xuya dike bê zerer be û zû biferike.. Erê, ez omîdewarim ku em karibin (Nîna) ava bikin, da ku em têde (Tirnîna), bêjin.. Ezbenî! Hêj em nebûne dewlet û neyarên me bi tundî þerê hebûna me dikin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark