
Nizar Yosif
Ev e deþta baran jê zivêr bûyî
Ruh lewaz
Zeviyên wê tî
Rûspî yên
Avên wan ne di cuhekê de
Di koþeyên xaniyên bê dilop de
Bînahiyên mest û melûl
Li zeviyên firk di pûnijin
Zivistana rûniþtî li demsala nû dike xwezî.
Destpêka biharê
Þil û zuwa derbas bî
Destên bi du`a yan ve ragirtî
Di delîvetên teng de li hev pirsîn
Lê di xêra zeviyê de cudatî!
Nêva biharê
Bîçimên deþtê ruh vedan
Patoz ji bê kariyê vekiþiyan
Cewên xwe bi hesan ên dostan
Ji þewba havînê re tûj hêlan.
Barkêþ
Birçiyên salane
Berg û kurtan
Li piþtan ve danîn
Li dûv verêja zeviyan
Ruhê gewr dibirin
Sermiyan li ber lekeleka
Perwaneyan dikin sema
Xurcik û piziyan ji kedê dadigirin.
Dawiya havînê
Karwanên barkêþan
Li çavlirêyan vedigeriyan
Di rewêjin bermayên patozan.
Rûvî yên fersendan!
Di tevlîheviya demê de gewî dibin!
Dizên kedî dibin malxwê!
Zengil ji melaqan re lê dide!
Pirber serweriya verêjê berze dikin
Dewlemendî hejariyê werdigire
Bayê pahîzê
Hertiþtê zeviyê li ber xwe dibe.