Mehmud Sefo* Destpêka buhara rengîne li welatê me .. perwaneyên kesk û sor û zer xwe diyardikin .. xurist bi xemlek hevgirtî di bake … (12)Avdarê va dîsa hat .. nemirên ku tovê jîn û jiyanê li vê xakê bi xwîna wan zîldayî melûlin.. xemgînin.
ketine gerava birçîbûnê di navenda behiþtê de…
Bitirsin.. dibirsin ji tevgera xwe ya konevanî .. ji pêþkêþ û rêberên gelê xwe .. ka hêrs û hestê we ..ka soz û peymanên we .. ka hevgirtina we ..ka yekbûna gotara we .. gelo, em þaþin yan jê hûn ne baþin ...?
Ev çi rewþe, ev çi zaze .. kar û xebat xweþ awaze ..ka bersiv çiye, ka hûn tev (12)Avdarê bi çi rengî di ferhengên xwe de,dinerxînin ..
Bi rastî ev pirs pir giringin, gereke her yek ji me, her serkirdeyek, her rêberek, her rewþenbîrek, her welatparêzekê kurd bi zelalî dûrî ez-eziyê bersiva van qehremanan bide .. van pakrewanên gelê kurd yên ku canê xwe mîna mûmê disojin ta ku tarîstana li ser xaka miletê xwe ronahî bikin ... lewra weha dibijim û li gorî bîr û boçûnên min... (12) Avdarê vejînek bû û zayînek nû bû, ji bo gelê kurd û tevgera wî divî parçê ku hatî girêdan bi Sûrya rengîn ve li gora hevpeyman û rêkeftinên nêvdewletî ... (12) Avdarê pîlaneka qirêj bû û veda ..bû buyerek giring û deng da û bû bahozek pir bihêz ji kûriya naveroka dilê gelê kurd derket ... (12) Avdarê ew dîwarê tirsê yê ku bi salan hatibû avakirin li ser destê kedxwar, nijadperist û þovînistan, keç û xortên kurd herifandin ... (12) Avdarê rastiya girêdana gelê kurd ya dîrokî vêkra anî ziman ... (12) Avdarê kêþa kurdî û dadmendiya wê xiste hundirê her maleka Sûrî û zinge zinga zengilê wê perda guhê her mirovekî þovînist çirand û di mejiyê wan de çand, ku kurd û Ereb û hemo kêmnetewên din hevpiþkên Sûrya rengînin ... (12)Avdarê kêþa kurdî li Sûryê, li tevaya cîhanê belavkir ... (12)Avdarê hevgirtin û yekîtiya miletê kurd li seranserî kurdistanê pêkanî ... (12) Avdarê bersiveka bi hêz bû, ji bo rêjîmê û kesên ku alîkar pêre ji bo tinebûna gelê kurd û rakirina wî ji qadê ... (12) Avdarê xapeka pir dijwar bû, armanc jê ku kêþa kurdî di Sûryê de piçûk bike û ji rengê wê yê siyasî vala bike û bi guhure û bixe di çarçoveyek Erebî , kurdî de, lê bi wana re ev konevanî berdewam ne bû, ji ber gel û tevger hiþyar bû, têgihþtî bû, bûne asteng li pêþ xapîn û pîlankariya wan ... (12) Avdarê girêdana gelê kurd bi xaka wî ve mikumkir .. (12) Avdarê rûyê dijminê kurd reþkir û dilê dostê wî geþkir ..
Ez di karim weha bêjim (12) Avdarê , (13) Avdarê , (14) Avdarê 2004 ê, wan rojên bi rûmet di dîroka gel de, eger mirov bi pîvan têxe alîkî qapanê û kar û xebata gelê kurd û tevgera wî li Sûryê bixe aliyê dî yê qapanê, bi bawerya min wê herdu aliyê qapanê rawestin li hember hevûdin , di gel rêzgirtina min ji hemo xebatkar û welatperweran re, dibe ku aliyê yekem ji qapanê hinekî serê xwe bi çimîne ber bijêr .
Belê ... qet jibîra nakim giringiya (12) Avdarê, çimkî cara yekem bû li ser banga nemir û qurbaniyên (12) Avdarê .. li ser nalîna birîndarên (12) Avdarê .. li ser zarîn û qêrîna girtiyên di zindanan de, di bin îþkence û lêdanê de, ku tevgera kurd bi hemo partiyên xwe ve .. bi hemo rêxistinên xwe ve .. bi hemo sazî û dezgehên xwe ve.. di gel cudahiyên di navbera wan de, di gel nakokiyên ku hinekî ji hev dordikirin ... bi yek dengî, bi yek rengî .. bi yek destî, bi yek hêzî bersêva banga gelê kurd û nûnerên (12) Avdarê dan .. û .. cara yekemîn bû ku gel bi hemo tex û çînên çivaka xwe ve.. bi kal û gêncên xwe ve.. bi keç û xortên xwe ve.. bi tayê xweyê heme reng neqþek pir pîroz li hawîr dorê tevgera xwe damezirandin û diyarkirin ... biþtî vê hevgirtina dîrokî di navbera gel û tevgerê de .. biþtî vî rengê nûh ji kar û xebatê tevgera kurdî di hundirê Sûryê de bû xwedî hêzek pir giring û pir mezin ... ev bo sedema ku rêjîma Sûrî û parastina wê ya tinehêl bilerize û li xwe vegere û kar û barên pir mezin ji tevgera kurdî re bike. ev ji layekî û ji layekî din ve hêzên welatparêz û dîmoqrat li Sûryê li pêþ rastiya kêþa gelê kurd rawestandin û neçarkirin ku bi rengek din .. bi nêrînek nûh nêzîk doza gelê kurd û tevgera wî bibin ...û di warê cîhanî de (12) Avdarê wekî min di despêkê de gotî di karî kêþa miletê kurd li Sûryê bigehîne astek pir bilind li dev hemo miletê cîhanê û hiþte ku Ewrûpa û Emerîka bi dezgehên xwe yên fermî û serbest û hemo rêxistinên mafên mêrovan û komîteyên zindîkirina civaka sivîl bi konevanîyek nûdem, dan û standinê di gel kêþa gelê kurd di hundirê Sûryê de bikin ...
Bi rastî (12) Avdarê xetîrek pir geþ ji bo tevgera kurdî vêxist... (12) Avdarê nirxek pir buha ji bo tevgera kurdî diyarîkir... (12) Avdarê bingihek pir kûr ji bo tevgera kurdî avakir...
Lê mixabin bi dilek mestî û bi baskek ji kestî dibijêm tevgera kurd li ser wan pêdan û destkeftiyên (12) Avdarê berdewam nekir..û ne karî wan bi destxistiyên herî giring ta dawî bi barêze.. diyare tevgera me hindî dûrî germiya (12) Avdarê 2004 ê dibe, hin bi hin agrê hevgirtina wê qels û melûl dibe ... bi borin ev ne bê bextiyeke ez dikim û ev ne tiþtek veþartiye ez radighênim, em tev dizanin biþtî bîranîna yekemîn ya (12) Avdarê û biþtî pêkhatina rê û rismên serbestbûn û berdana girtiyên (12) Avdarê bi dawî hat, di despêka Nîsana 2005 ê hevgirtina tevgerê jî ya ku di bin navê ( Guropa Partiyên Kurdî li Sûryê ) de hatibû kirin, ew rengê pîroz jî bi dawî bû û tevger careka din ji hev belav bû, wek ( berxên tu berdê ber maka ) her partiyek vegera cih û warê xwe .. partîyên Hevbendîyê vegeran Hevbendiya xwe .. partiyên Enîyê(Bereyî) vegeran Enîya xwe ...hin partiyên din ji bo xwe çarçoveyek nûh avakirin .. hin dîsa man veder bi tenha xwe...
Di gel hindek gavên baþ hatin avêtin, lê di baweriya min de, ew gav pir biçûkin li gurî daxwaziya gelê kurd .. ha ji bona vê yekê tiþta herî baþ ewe, ku partiyên tevgera kurd li Sûriyê dîsan dilên xwe ji bo hevûdin vekin û destên xwe bi rastî dirêjî hev bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî û lêvegerek durist dûrî ez -eziyê avabikin .. wê demê em di karin bêjin wê bibin dildarê kar û xebata xwe û gelê xwe .... !!
Bijî hevgirtina gelê kurd ... bijî yekîtiya tevgera kurd ...her geþbe xetîra (12) Avdarê ...
* siyasetmedar û nivîskarekê kurde