Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feq y Tran Jiyan helbest helbestvan.. Xelek 15 Aloziyn nirxandina huner

 


Heyder Omer

Gava em dixwazin helbestvanekî kurd î kevn binerxînin, em bi gelek aloziyan re rû bi rû dibin; nerîn û boûnên cuda cuda bi rûwê me ve derdikevin, ew jî boûnine gelemper in, û pirê caran berhema hestan in. Piraniya wan jî biryarine lezok in, di hin pirtûkên, ku li gel miletê Kurd hevbest in, de rû didin, nemaz jî gava danerê pirtûkê dîroka Kurd a kevn vedikole, û helbestvanekî yan wêjevanekî bi bîr tîne. Nerîneke lezok li pirtûka (Xulaseya dîroka Kurd û Kurdistan) a Mihemed Emîn Zekî, an pirtûka (Doza Kurd) a Dr. Bilec êrko, an jî pirtûka (Krurd) a kurdologê navdar Basîl Nîlîtîn, vê rastiyê diyar dike.

Ne wêje û ne jî wêjevan, ne mebesta xwediyên van pirtûkên jorîn û hinekên din bûn, lê tevî vê yekê jî ewana bi lez nav û navên berhemên wan di ber avan re derbas kirine, û hinek biryarên lezok, ku nikarin mebesta wêjeyî, ne ji dûr û ne ji nêz ve, têr bikin, dane, pê re jî lêkolîner û rexnegirên, ku di pey wan re hatine, bi aloziyan re rû bi rû kirine.
Yekemîn alozî ew e, ku cudabûnên mezin û fireh di dîroka jidayikbûn û mirinê de, di wan pirtûkan de he ne. Lê tevî ku em dizanin nerînên wan hem lezok bûn û hem xwe bi ser behaneyên, ku ji helbestên helbestvanan in, de pal nedane, lê dilsoziya zanistî me near dike, ku em her boûn û nerînên, ku li gel Feqî  Tîran têkildar in, û bi dest me ketine, ne tenê di ber avan re derbas bikinm, lê gengee jî bikin.
Dr. Bilec êrko dizane, ku wêje û wêjevan û helbestvan ne babeta pirtûkeke, ku navê wê (Doza kurdî) ye, daner dikar dest jê berde, bê ku lekeyek bighîne pirtûkê. Vê lomê jî beriya titekî li ser helbestvanên Kurd binivisîne, dibêje: “Emê li vir tenê di ber navên hinek wêjevanên navdar re derbas bin, da ev karê me dirêj nebe, û ji vê pê de jî eger em mafê her yekî ji wan bidinê, divê em pirtûkekê li ser binivisînin[1]
Di pey vê re navên hinek helbestvanan dibêje, û ûna sêyem, di pey Elî Herîrî û Mela yê Cezerî re, dide Feqî yê Tîran,   
Ev jî bi baweriya me, wek ku dîroka jîyana wan dide xuyan, hevrêziyeke dîrokî ye, ne hunerî ye, û di pey vê re titekî din, ku ji bo lêgervan û lêkolîner û rexnegiran sûdar be,  li ser wan nanivisîne, tenê navên hinek berhemên wan dinivisîne[2]. Gava di beê yekem yê vê pirtûkê de em li ba berhemên Feqî rawestiyan, me navên wan hemiyan gotin. Bi ser de jî me dupat kir, ku Dr. Bilec êrko hem di dîroka jidayikbûna Feqî de, û hem jî di navê wî de a û ye. Ev yeka dide xuyan, ku gava wî pirtûka xwe dinivisand, wêje û wêjevan ne mebesta wî bûn.
Lê tevî vê yekê jî rengdêra (navdar), ku helbestvanê me di dîroka wêjeya kurdî de, li pileya pêî datîne, bala me dikîne, Gelo jêdera vê navdariyê î ye? Dîrokî ye, an berhemdarî ye, an hunerî (helbestvanî) ye? Danerê pirtûkê vê yekê zelal nake.
Her weha Mihemed Emî Zekî jî Feqî Tîran bi lez dide nasîn, û navên hinek berhemên wî û herdu salên jidayikbûn û mirina wî dinivisîne, û di pey re jî biryareke (hukum) rexneyî dide: „….êweyê nivîsîna wî herêmî ye[3], bê ku behaneyên, ku vê boûnê dupat dikin, ji ber helbestên wî bigire. Bi ser de jî, li gor dîrokên jidayikbûnê, wî di nav helbestvanên Kurd de dixe ûna pêncemîn. Ev yeka jî dide xuyan, ku gava wî dîroka Kurd û Kurdistan dinivisand, wêje û wêjevan ne xem û qisaweta wî bûn, lê tevî vê jî pêjna êja wêjeyî û hunerî ji wê boûna wî tê.
Her titê, ku li ser wêje û wêjevanên Kurd, di berhemên danerên din de diyar dibin, wek boûnên Dr. Bilec êrko û Mihemed Emîn Zekî ne, pê re jî em dikarin bi dilrihetî weha biin, ku ew heldanan biryarine lezok bûn, ji rexnê û nirxandinê û lêkolînên wêjeyî û dîrokî ve dûr bûn, mebesta wan tenê ew bû, ku rastiya hebûna wêjeya kurdî biespînin. Lê tevî vê nerînê jî hewldanên jidil di meydana lêkolînên wêjeyî di pirtûkxaneya kurdî de he ne, tevî ku ev babeta nû ye jî, lê gelek boûn û nirxandinên hunerî di pirtûkên, ku mijara wan wêjeyî ye de, he ne.
Yekemîn car navê Feqî Tîran li ba Ehmedê Xanî di destana Mem û Zîn de, wek me berê jî gotibû, tê xuyan, lê Xanî tenê navê wî li gel du helbestvanên din diyar kir[4], bê ku wan binerxîne, û bê ku wan li gel helbestvaniyê bibestîne, û Feqî jî xiste ûna sêyem, Bi baweriya me Xanî jî xwe bi ser dîroka jidayikbûnê de paldabû, ne bi ser nirxandina rexneyî de.
Yekemîn car navê wî wek helbestvan, di destnivîsên Mela Mehmûd Beyazîdî de diyar bû. Mela Mehmûd Beyazîdî destnivîsên xwe dabû Elîksender Jaba; qunsulosê Rûsî li Erzeromê, û wî ew destnivîsan li bajarê Petrsburgê apkiribû. Navê Feqî û heyt helbestvanên din, di wê xebata Mela M. Beyazîdî û Elîksender Jaba de hebûn, Feqî di nav wan de ûna sêyem giritibû, „Helbestvanê sêyem Feqî yê Tîran“ ne. Paê jî dîroka jidayikbûn û mirina wî diyar dike, û sernavên hinek berhemên wî dide xuyan, bê ku wan berheman binerxîne, tenê weha die, ku gelek helbestên wî hene[5]. Ev yeka jî ne nirxandina hunerî ye.
Lê mebesta Beyazîdî û Jaba ne lêkolîn û ne jî nirxandin bû, cefayê wan tenê  daneheva metiryalan bû, ku lêkolîner û rexnegirên di pey wan re dikarin wan metiryalan vekolin û binerxînin.
Her danerên, ku ûna sêyem, di nav helbestvanên Kurd de dane Feqî Tîran bi bandora Ehmedê Xanî weha ûbûn, ew bandor gîhaye Heregol Azîzan jî, ew di gotareke xwe de bi sernavê wêjevan û helbestvanên me yên kevn, ku di kovara Hawar de weandiye[6], ti zanyariyên din bi ser ên wan hersê pêiyan ve nake.
Feqî Tîran bala kurdologê îngilîzî Dr. N. MacKenzie  jî dikîne, lê ew jî, di gorara xwe Mela yê Cezerî û Feqî yê Tîran de, li gor E. Jaba die û balê dikîne ser warê dîrokî, yanê Feqî li ba wî jî sê yê sê helbestvana ye, bê ku helbestvanî bala wî bikîne, lê ew di tenga dîroka jidayikbûnê û mirinê re, berevacî E. Jaba die[7].
Herdu gotarên Heregol Azîzan û Dr. N. MacKenzie, li gor sernavên wan, layiq bûn, ku helbestvaniya Feqî Tîran vekolin, û ûna wî di rêveûna helbesta kurdî de diyar bikin, lê herduwan jî wusa nekirin, cefayê yê pêî li derdora sedema nasnavê Feqî ma, û yê paî jî berhevdana dîrokî bû di navbera du helbestvanan de, tevî ku sernavê gotarê berhevdana hunerî jî pêwîst dibîne.
Jêderine din[8] dibêjin, ku Eladîn Secadî di pirtûka xwe mêjûyî edebî kurdî de bi firehî behsa Feqî Tîran kirî, lê mixabin ew pirtûk neket destên me, lê mirov ji wan jêderan têdighîne, ku E. Secadî bala xwe pir nedaye helbestvaniya Feqî, imkê hemî jêderên, ku xwe bi ser pirtûka wî paldane, ji bilî gotubêja li ser dîroka jiyana Feqî û kurteboûnên lezok li ser berhemên wî, ti titê din jê nebirine, ew dîrok jî, wek me berê diyar kiribû, ne rast bû.
Lêgervan Sadiq Behadîn, di pirtûka xwe hozanvanên Kurd de jiyan û berhemên anzdeh helbestvanan vedikole, ew jî neket destên me, lê kovara rewen[9] gotarekê bi sernavê Feqî Tîran ji ber wê pirtûkê digre, ti zanyariyên ji yên jorîn cudan e, di wê gotarê de nebûn, ew jî, gava li ba nasnavê Feqî radiweste, xwe bi ser behaneya, ku Heregol Azîzan diyar kiribû de, pal dide, û di pey re hinek helbestên wî, bê vekolîn û nirxandin, di pirtûka xwe datîne.
Evan hewldanên, ku xwediyên wan bi lez li ba Feqî Tîran rawestiyane, bê ku naveroka helbestan û warên ramanî û huneriya wan helbestan vekolin, da ûna wî di rêveûna helbesta kurdî de diyar bikin, ev cefayên wan ji hewldanên dîrokî, ku danehev bûn, derbas nebûne. Ev yeka jî di navbera cefayên wan ji bo lêgeîna nav û herdu salên jidayikbûn û mirina wî re sayî xuya dibe. Ewana tenê hinek helbestên wî di pirtûkên xwe bi cih kirin, bê ku wan helbestan vekolin, pe re jî ew cefayan nikarin ji bo lêkolînên wêjeyî û anlîzekirinê û rexneyê sûdar bin.




[1] Dr. Bilec êrko: Doza kurdî, bi zimanê erebî, rû 31.
[2] Heman jêder, û heman rûpel.
[3] Xulaseya dîroka Kurd û Kurdistan, bi zimanê erebî, rû 336.
[4] Ehmedê Xanî: Mem û zîn, vekolîn û irovekirina Mihemed Emîn Osman, apa yekem, apxana El-Cahiz, Bexda 1990, rû 56.
[5] Kovara Hawar, hej 33, Dîmeq 1941, rû 6. Heregol Azîzan navek e ji navên, ku Celadet Bedirxan gotarên xwe pê di Hawar de diweandin.
[6] Heman jêder, rû 6 – 9.
[7] Dr. N. MacKenzie: Malâ-ê  Jizrî and Faqî Tayran. Bi zimanê îngilîzî. Publication of Teheran Univercity, No: 1241, Teheran  1969.
[8] Ebdulreîb Yûsif: airên kilasîk ên Kurd, rû 29.
[9] Kovara rewen, hej 3, sal 1989, rû 62-64.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark