Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sûriya ber bi perçebûnê ve diçe!

 


Ebdulbaqî Huseynî

Hemî rewşên berbiçav dide xuyanîkirin ku pêşeroja Sûriyê ber bi peçebûnê ve diçe, û eve belûye, ku piştî çar salan ji temnê şoreşa Sûrîyê ve, zevîya wê di navbera komikên çekdar û rêcîmê ve hatiye parkirin. Gelek berpirsên navnetewî û bi taybet berpirsên Emrîkî û Europî radighînin, ku Sûriya wê wek berê nemîne, ragihandina dawî ji alîyê Ford (Balyozerê Emrîkî ê berê li Şamê) de bû, dema ku di babeta perçekirina Sûriyê de axivî, wiha got: 


” Sûriya ber bi perçebûnê ve diçe, ew wê bibe şeş dewletên biçûk, bi sînorin ne diyar kirî, ya pêşî dewleta Elewiyan ne, ku ji Şamê ta bi Lazikiyê veye, û ber bi herêmên partiya Huzibulla ve jî diçe, û dewleta ElNusrra di bakurî-rojava ji Idlîb û Pirra AlŞaxûir ve ye, û dewleta ”Daiş”, û dewleta Kurdan di bakurî-rojhilat ji Hisîçe û Qamişlo ve ye, û dewleta Heleb û hawîrdora wê, û dewleta leşkerên azad li başûr tevî û ligel Qunêtra ve ye, lê bajarê Şamê, wê rewşa wê mîna rewşa Beyrûtê, dema ku di şerê navxweyî de bû,bimîne”.
Ligel van ragihandinan, tibaba kîn û zikreşiyê û tolhildanê, ku ji kuştina rojane di navbera rêcîmê û leşkerên azad de hatiye kirin, nahêle ku tucarê ev herdû beş di pêşerojê de bighên hev. Ango jiyana hevbeş di navbera Elewiyan û Sunnîyan de nema dibe. Evê gelek rewşenbîrên ereban jî anîye ziman, ku xelkên Sûriyê piştî kuştina li ser nasnameyê, ew nema kare bi hev re jiyan bike.
Li vir em jibîr nekin ku gelek dewletên herêmê, çavên wan li Sûriyê ye, ku ew jî beşekî ji xwe re bibin, nemaze Turkiya û Îran, û her yek ji van dewletan hin xelkên Sûriyê bi alî xwe ve dikşînin. Li vir ezê helwesta hemî xelkên Sûriyê ên cûr be cûr derbarî perçekirina Sûriyê de berbiçav bikim; ........
Hevbendiya niştimanî- beşê siyasî: berî ku ez nerîna vî beşî bidim xuyanîkirin, divê bêjim, ku piraniya vî beşî ji erebên sunna ne, ev beş gelekî bi yekîtiya Sûriya re ye, û tirsa xwe ji perçebûna wê diyardikin, eve vedigere du tiştan: yek, ji bo ku di pêşerojê de tu gazin ji wan neyêkirin, ku tu helwest derbarî perçebûna welat nestendine.
perçekirina welat yek ji dawazên wê ye, ew ana hemî hêza xwe berdide ku herêmên Elewiyan li rojavayî Sûriya biparêze û herwiha giraniya xwe dide paytextê(Şamê) ku ew jî bibe beşek ji dewleta Elewî re. Ji ber ku rêcîm gihaye baweriyekê ku nema dikirin bi musilmanên sunnî re piştî van kuştinan û tarûmarkirinê bi hev re bijîn.
Turkiya û xewna dagîrkirina bakurê Sûriyê: Turkiya piştî peymana ku dinavbera Îran û dewletên navnetewî re çêbû, giha bawerîyekê ku divê xwe bilivîne, an jî wê herêm ji dets wê ve here, nemaze Îran piştî vê peymanê gelek derfet bidestxistin, ew ana dikare pirojeya xwe a ”Kevana Şîiî” pêkbîne. Ji ber vê Turkiya hewil dide ku ”herêma parastî” li bakurê Sûriyê pêkbîne, berî ku Sûriya perçebibe, û tu par ji nesîbê wê nekeve. Turkiyê dixwaze vê herêmê pêkbîne da ku rê li pêşiya pirojeya Îranî bigre û herwiha tevgera PKK jî li rojavayî Kurdistan kêmbike. Turkiya dixwaze ku Sûriya perçebibe û hêza Îranê têde kêm bibe.
Îran û Kevana Şîiî: Îran ji roja yekê ji şoreşa Sûriyê ve ta roja îro, hewil dide ku rêjîma Essed ne roxe, çimkî ew Sûriya wek dewletek Şîiî dibîne, lê erebên sunne ew yek jê re nehiştin, piştevaniya rikvanan kirin û rêcîma Essed lawazkirin û xewna Îraniyan di avakirina ”Dewleta Fatimî” herifandin. Digel ku Essed gelek bajar û gund ji dest wî çûne, lê Îran piştî peymana newewî xurtbû, û carekê din hewildide ku pişta Essed bigre, bi kêmanî dewleta Elewiyan pêkbîne, û herwiha piştevaniya PKK bike da ku bakurê Sûriyê di dest wan de bimîne û bibe şop dinavbera Îran û Îraq ji alîkî û dewleta Elewiyan li rojavayî Sûriya ji alîkî din ve.
USA û Îsraîl: Ev herdû dewlet dixwazin ku Sûriya tarûmar bibe, û bibe gelek dewletên biçûk û herdem bihevkevin, bi vî rengî Îsraîl kare xwe biparêze, û tu yek ji van ”dewletan” nikare lihimber wê raweste.
Helwesta dewletên erebî: Dewletên erebî bi gelemperî û Siûdiyê û Qatar bi taybetî nema zanin çi bikin, hin ji wan bi dev nazwazin ku Sûriya perçebibe, lê di hundirê xwe de dixwazin, da ku rola Îranê li cîhana erebî lawaz bibe, herwekî rêcîma Essed biroxe û nema bimîne. Herwiha ereb dizanin tiştên ku Emrîka û Europa bixwazin li herêmê bikin wê bikin û bê ku ji kesî bipirsin, hesabê ne serokan û ne ji dewletan nake. Ewin ên ku xarîta herêmê dikêşin.
Dido, ew bi tirsin ku welat perçebibe û tu bercewendiyên wan di vê perçekirinê de nemîne, çimkî hebûna vi beşî li ser erdê kême û tu hêzên leşkerî xwe nêzîkî wan jî nabîne.
Tiştê ku wan dide berbiçav ew, binavkirina navnetewî bû, ku ev beş temsîla miletê Sûriyê dike, lê vê dawî ew bawerî ji hêla dewletên navnetewî bi vî beşî re kêmbû.
Artêşa azad- beşê leşkerî: Hemî komizên leşkerî, ji bilî ”Daiş û AlNusrra” li cihekî ji xwe re digerin da ku lingên xwe li ser deynin, û tiştekî bidetsbixînin, ji ber ew dizanin rewşa Sûriya tucarî venagera wek berî 2011an, ji ber vê dixwazin hin ji bajar û herêman têxin bindestên xwe. Li vê dawiyê hewildidin ku bi Turkiyê re herêmekê parastî li bakurî Sûriyê bidestxînin û ev herêm ji balefirên rêcîma Sûriyê bê parastin,.. wek vê hewildanê jî li başûrî welat dikin ku herêmek parastî ligel Urdinê çekin. Ji vê tê diyarkirin ku perçekirina welat bo wan ne ew çendî derde.
Dewleta Îslamî (Daiş): Ev hêz ji ber ku du wîlayet ( Reqqa û Mûsil)ji xwe re dagîrkirine, û ji alî Sûriyê ve ber bi Tedmur ve diçe, û ji alî Îraq ve ber bi Remadî û AlEnbar ve diçin, perçekirina Sûriya û Îraq jê re ne derde, ewê bi xwe dest bi perçekirina welatan kiriye û dixwaze welatekî serbixwe bo xwe duristbike. Ev gotinan li bejna Eniya AlNussra jî têt, çimkî vê eniyê bajarê Idlîb û hin cih ji pirra AlŞaxûr bidestxistine û dixwaze hin herêman derdorî Şamê jî bidestbixe. Ev enî ligel ku saloxanên mezin dide û dibêje ez nahêlim ku dewleta Elewiyan çêbibe û ezê Sûriya hemî rizgarbikim, lê ew tundî li cem tuneye ku van saloxanan bi cih bîne.
Kurd ( helwesta herdû encûmenan): helwesta encûmena (Tev Dem) a ku PYD an jî PKK xwediyê wêne, girêdana wan bi Îran û rêcîma Îraq û Sûriyê re heye, ango ew tu nerînên wan derbarî kurd û Kurdistanê tune, lê ew ecenda van rêcîman pêktînin, û hin dibêjin ku ew beşek ji pirojeya ”kevana şîiîye” digel ku dibêjin vaye me sê kanton ji ”Umeta dîmoqratî” re avakiriye. Bindestxistina herêma kurdî din dest vê hêzê bi razîbûna rêcîma Sûrî ê Îranê ye.
Helwesta encûmena niştimanî kurdî (ENKS)di nav du nerînan deye, yek jê Fidralî bi ereban re ye, eger Sûriya perçenebû, nerîna didwan ewe mafê çarenûsî û avakirina Kurdistana Rojava, eger Sûriya perçebû, wê demê alîkarî ji hikûmeta Kurdistana başûr ve tê xwestin, û herwiha bi razîbûna Turkiya û dewletên navnetewî.
Rêcîm û dewleta Elewîyan: Rêcîma Essed hewildide ku bajarên Elewiyan biparêze, ew nema guhdide bajarên Sunnîyan ku têkeve destê kê, û em dibînin bê çawa bajar bi dû bajar ji destê wî derdiçe..,
Jêder: Pênûsa Nû

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark