Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Birîneke di Gewriyê de

 

 

Ronî ELÎ

Çi bû ev ..
Birûska di sînga jinebiyan de bû
An
Şelpeyê seybê
Li cerga caniya tîmar nekirî bû ..!


Bi niçniça keskesora 
Di memikên aso yê de
Bersiva Şivanê helbestan
Di rewrewa Segan re
Deng vedida
Û digot :
Min .....
Deriyê koza Xalxalokên evînê
Sparte dergevanê Şevê
Berî ku
Topa Berbangê
Xelata kujeriyê
Ji Qîlên seydayê Ejdeha 
Werbigrê 
Çibû ev ..
Talîzoka Bayekî dîn bû
An
Dînekî
Di argûnê nanpêjekê de
Çivîkên berê Biharê
Hilqetandibûn
Û di gewriya Yareke dilkoçer de
Siloganên Şeyd û dilketinê
Vemirandibûn
Di dema ku
Fermana pûştiyê
Dinav teşk û giyanê
Welatekî nifir lêketî de
Di destên tolazên kolanan
Û sextebazên di hembêza canfiroşan de
Bi Şûrê Elah û Ekber
Hatibû lidarxistin
Û bi kar xistin
Çibû ev ..
Xençera di nameya Çavên kenok de bû
An …
Geşteya karwanê di devê deryan de
Ku ji bihna welatkî beravêtî
Kulmek ax
Bi giyanê mirinê re
Kiribû hevbeş û heval
Da di şewata bîranînan de
Rondikên hêviyan ziwabike
Û bi lorîna hey welato re
 Hevîrê penaberiyê
Ji Axa şewitî
Bide ber lêvên kuzirî
Û landika paşerojeke bê deng
Di kolanên tî de
Li ser milên xûz
Bi halan û lîlanan
Bihejîne … Bihejîne û ………….. Bihejîne
1462015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark