Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 33 ..Hêza teva û isteratîcîka hêrişkirinê

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wereger: Heyder Omer

Eger em ramana xwe ya netewî li gor rastiyan danemezirînin, em dê di sîbera tariya çanda bazdanê her tim riya xwe şaş bikin, bi xişm û bêtaran re her rû bi rû bibin, dagîrker û awanbaz dê her û her bi me bilîzin, û çarenûsa me dê her tim wek perekî pêrgî bahozan bibe. Belê…divê rastî, ji bo pirojeya me ya rizgarî isteratîcîk, bingeha herî xurt be. ar rastî hene, divê bi carekê em wan ji bîra nekin.

ar rastî:
Yekem: Nakokî, di heyînê de, zagona herî gewre ye, û hêzdar jî her tim di jiyanê de serkeftî ne. Eve jî, di xwezayê û civaka mirovatiyê de, zagona herî çespandî ye. arenûsa miletan ew e, ku bivê nevê, tev li vê nakokiyê bibin, xweveşartina di paş rewrek û xewn û felsefeyên êdyal de bê sûde ye, ewana hişyariyê xulmaş dikin, pê re jî gel bihayên giran, wek êş û rondik û xwînê, bi sedema wan didin.
Duwem: Erdnîgar, di rêveçûna dîrokê de, her tim giringtirîn sedemên nakokiyê bû, bi sedema pirbûna mirovan û keftelefta bidestxistina samanan û cîgehê ciyopolîtîkî, ev nakokî dê gumrehtir bibe. Di vê çarçewê de divê dagîrkirina Kurdistanê were lêgerînkirin û lêgolînkirin, ji ber ku dagîrkerên Kurdistanê nirxê wê yê êkologî û ciyopolîtîkî û aborî baş dinasin.
Sêyem: Tenê hêza teva, di vê nakokiyê de, bi ser dikeve, û lawaz jî bendewarên dilovaniyê dimînin. Machiavelli dibêje: „Rojan dupat kirin, ku pêximberên çekdar bi ser ketin û dagîr kirin, û yên bê çek têkçûn“(1), û fîlosofê elmanî Friedrich Hegel weha diçe, ku : „Divê maf bi hêzê piştrast bibe, belê maf bi xwe hêz e“(2), û bûyerên dîrokê dupatkirine, ku ev yeka duristî ye.  
arem: Em bi zorê bûne miletê dagîrbûyî, welatê me bi zorê hatiyê dagîrkirin, rûmeta me bi zorê hatiye binpêkirin, gelê me bi zorê şerpeze bû ye, bi zorê didin ser jinên me, nasnameya me bi zorê tê kavilkirin, dîroka me bi zorê ji holê tê rakirin, dagîrker bi zorê me neçareyî çand û nirxên xwe yên paşveman e dikin, û bi zorê em bi ser bineweciya pêrî û kolejinan ve kirin. Ewana (dagîrker) gelek du rû û dirinde ne, em nikarin bêyî hêzê xwe û welatê xwe ji wan rizgar bikin. Lê kîjan hêzê?
Hêza teva: Tenê bi hêza teva em dikarin xwe ji dagîrkeran rizgar bikin. Mebesta me ji hêza teva ev e:
1.Hêza hevgirtinê: Nakokiyên me yên kesayetî, êlîtî, herêmî, olî, rêbazî û polîtîkî ji bo dagîrkeran bihatirîn diyarî ye, em vê çeka xwekuj çê dikin, û dixin destên wan, pirên serkeftinên wan bi vê çekê bûn. Divê em vê çekê ji destên wan derxînin, û bixin destên xwe; ev yeka jî tenê di riyekê re pêk tê, ew jî hevgirtina me ye li ba vê helwestê: Ne kesek, ne êlek, ne herêmek, ne olek, ne rêbazek û ne jî partiyek, belê (Kurdistan ji berî her tiştî) ye.
2.Hêza zanînê: Rêvebirê nezan, çiqas dilsoj be jî, nikare gelê xwe ber bi serkeftinê de bibe, û şervanê nezan, ciqas çek di destan de bin jî, bi sernakeve, û gelê nezan, çiqas siyasetmedar û rewşenbîr û şervanên wî dilsoj bin jî, bi sernakeve. Zanîn hêza herî gewre ye, ku em bi wê dikarin xwe ji çanda bazdanê û nirxên dagerîn û xweheziyê û nakokiyên hudirîn rizgar bikin, û hevgirtinê jî pê ava bikin. Vê lomê divê em pilanên hevtewaw pêk bînin, da riya wergirtina zanînê li pêş gelê xwe hêsan û durist bikin, ji bo vê yekê jî hevrêziya siyasetmedar û rewşenbîr û medyakaran, li gor pilaneke isteratîcîk, divê.
3.Hêza şerkariyê: Daxuyanî û gotubêj û hêvî welatan rizgar nakin, ji bo rizgarkirina welatê xwe, me pêdivî bi amadekirina şervanên wêrek û hêzdar he ye, ewên ku li hember tengasiyan aram in, ristevan in, û awayên şerkirinê baş dizanin, xwedî baweriya netewî û niştimanî paqij in, bi divêtiya rizgarkirina Kurdistanê bawer in, ji cûreyê (Umman mande/hêza sawdar) in,  û tirsê dixin dilên dijminan.
Pêsiyên me, Gotî bi vî cûreyê hêzê li hember Ekkadiyan, û Medan jî li hember qeralên Aşûriyan bi ser ketin. Tenê bi vê hêzê em jî dikarin li hember dagîrkerên welatê me, yên ku rûmeta me binpê dikin, bi ser kevin.
4.Hêza nirxî. Helbestvanê Misirê yê nijadkurd Ehmed Şewqî dibêje: “Milet bi sinçên xwe dimînin, eger sinç neman, ew jî namînin”.
Belê…nirx û bihayê miletan di dîrokê de li gel sinçên wan hevbest in, miletê ku bi xwe serbilind e, ji bo welatê xwe hewesdar e, di karê xwe de dilsoj e, li hember tengasiyan aram e, wêrek û canfîda ye, her çiqas dijmin bidin ser wî jî, ew tim bi ser dikeve. Lê miletê, ku xwehez û keysebaz û lawaz û newêrek û lêgervanên xweşiya xwe di nav de pir bin, ew milet, çiqas pir be jî, dê her tim di destên xelkê de lîstok be.
Hêza aborî: Napoleon Bonapart dibêje: “Artêş li ser zikê xwe dimeşe”. Miletê xizan û  parsek   nikare pêdiviyên jiyanê bi dest xîne, di vîn û biryara xwe de ne azad e, vê lomê dagîrker hewesdar bûn, ku me xizan bihêlin, da em tim hewcedarên wan bin. Welatê me gencîneya samanên avî û geyayî û sewalî û madenî ye, divê em pilanên zanistî pêk bînin, da sûdê ji wan samanan werbigirin, û ji bo debara xwe bi xwe û ewlehiya jiyana gelê xwe, bixebitînin.
Bi çi awayî be jî, divê hêza me ji me be, xweyîtî be, ne ji xelkê be. Penda kurdî dibêje: “Siwarê hespê xelkê peya ye”.
Isteratîcîka hêrişê:
Em miletê aşîtiyane ne, ev jî rastî ye, ne derew e, erdnîgariya me ya debara xwe bi xwe û têrbûnê ye, hemî pêviyên ji bo jiyanê sereke ne, tê de he ne, evê erdnîgariya debara xwe bi xwe û têrbûnê çanda aşîtiyê di kesayetiya me ya netewî de çespandî, ne ya talanê û terorê. Em ji xwe berê ne hewcedar bûn, ku xelkê talan bikin, welatên wan dagîr bikin, û mal û milkên wan bidizin û ji dest bibin. Vê lomê jî isteratîcîka miletê me her tim berevanî bû, ne hêrişkirin bû. 
Kê ji miletên derdorê hêriş me nekir? Ekkadiyan, Babiliyan, Aşûriyan, Hissiyan, Aramiyan, Farisan, Ermenan, Roman, Romanan, Erebên misilman, Xuwarizman, Silcûqan, Ebebozan, Osmaniyan, evan hemiyan hêriş me kirin, em jî her tim bervedêr bûn.
Ji ber vê yekê jî peyva (Berxwedan) di nivîsên me de pir dubare dibe, û vê lomê jî kulama (Berxwedan jiyan e) li xweşiya min tê. Belê…dagîrker welatê me talan dike, em ber xwe didin, çanda me hildiweşîne, em ber xwe didin, me zîndan û şerpeze dike, em ber xwe didin, li serê me dide, em ber xwe didin, jinên me dîl dike, em ber xwe didin. Berxwedan ji radestbûnê çêtir e, ev jî rengdêra kesayetiya me ya netewî ye.Em miletkê ku radest nabe ye, belê her tim bervedêr û berxwedar e, vê lomê jî dagîrkeran nikarîn me di nav xwe de bipişêfin, wek çawa karîbûn geline di bipişifandana.
Lê gelo, bervedêrî û berxwedan bijareya tekane ye? çima em ji isteratîcîka bervedanê ber bi ya hêrişkirinê naçin?çima em berî ku talanker û dagîrker hêriş me dikin, gelê me şerpeze dikin, û jinên me dîl dikin, em hêriş wan nakin? Ma en ev yeka di zanista leşkerî de bi (cenga parastinê) tê navandin? Ma me maf nîne, ku bervedêriya ji bo hebûna me bi awayê hêrişkirinê bixebitînin? Pêşiyên me isteratîçîka hêrişkirinê xebitandin, pê re jî Gotî li hember Ekkadiyan, û Kaşî li hember Babiliyan, û Mîtan li hember Hissiyan, û Xaldî û Med li hember Aşûriyan bi ser ketin. ima em jî vê isteratîcîkê naxebitînin? Û da ku em isteratîçîka hêrişkirinê bixebitînin, em hewcedarên hêza teva ne.
                                  Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
                                          ******            ***               ******
Jêder û çavkanî:
(1)     Nîkola Mîkyavîllî: El-Emîr, rû 82.
(2)     Hirbirt Fîşer: Tarîx Ewropa fî El-Esir El-Hedîs, 203.
(3)     Deyakonov: Med, rû 83. Basîl Nîkîtîn: El-Kurd, rû 53.    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark