Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bîranîna komkujîya 1915

 


Dr. Gundî Dilberz

Di bîranîna sedsalîya komkujîya gelê ermenî da pir tişt tên gotin, nivîsandin û belegefîlm jî tên nîşandan. Vatîkan, h´ukûmet, perleman û sazîyên navnetewî li ser vê komkujîyê yekem di sedsalê bîstê da diaxivin. Ev yek çiqas derengbe jî helwesteka erênîye.
Li pêş çavên min jî  bi taybetî di van rojan da li beramberî vê komkujîyê gelek wêne û bîrewer derin û tên ji zarotîya min da heya niha. Di vir da berî her tiştî ez bi rêzdarîyeka kûr hemû qurbanîyên vê komkujîyê bi bîr tînim û sersaxîyê û pêşketinê ji gelê ermenî ra hêvîdikim.

Gotinên mezinên me tên bîra min, ko çawa karwanên ermenîyên westîyayî, tî û birçî û xas û tazî di ber Kefer Cennê û gundê Qitmê ra derbasdikirin û çawa laşeyên mirovan li şon wan diman. Dayîkên bê hêvî êdî zarokên xwe pêşkêşî xelkê dikirn bi hêvîya, ko belkî nemirin.
Ez difikirim bi hersê pîrejinên macir (mûhacêr); ez texmîndikim ji wê demê da li Qitmê mabûn û bûbûn xudî mal û malbat. Her weha têye bîra min, çawa carekê komek gundîyên me li ber dukaneka gund li hev kombûbûn û kalemêrekî, ko di xortanîya wî da biribûn leşkerîya osmanîyan, got: „Me ew bi hev va girêdidan û di avê werdikirin“. Gundîyekî bersiveka hişk dayê û gotê: „Xudê ne bi we ra be, ma we tiştekî pir rind kirîye?! Tu hên jî çêrê dikê“.
Malbata Ebdil-Nur ya ermenî; kurê wan Martîn mudîrê rawestgeha tirênê û Cûzêf xudîyê traktor û patoza yekem li gundê Qitmê. Bi dehan xortên gund li ser wê traktorê fêrî ajotinê bûn û paşê bûn xudî traktor û makîne.
Min şeş salan navbera 1957 û 1963 li bajarê E´zazê xwend. Wê demê li E´zaz ê gelek pêkhatîyên netewî û olî hebûn. Bijîşkê me ji berê da Dr. Mihran bû û dermanfiroşê me jî kurê wî Sîmon bû. Gelek dukandar û hesinkarên ermenî jî li wir hebûn. Cara pêşîn bavê min ez û birayê min bi dukandarê ermenî dane nasîn bo kirîna tiştan, eger pereyên me hebin yan tunebin. Pênc salan li wir ez cîranê malbata Barsum ya ermenî bûm; ew kal û pîr û bê zaro bûn.
Li bajarê H´elebê jî ez çar salan li taxa Meydanê û Bustan El-Paşa ciranê ermenîyan bûm, li wir jî gelek malbat û dukandarên ermenî hebûn. Carekê qundircîyekî ermenî sala 1964/1965 du pûlên bîranîna komkujîya sala 1915 dîyarî min kirin, li ser wan pûlên rengîn wêneya herdu çîyayên Agirî (Ararat) hebû. Nivîsa îngilîzî li ser wan di bîra min da hatîye kolan: „1915 TWO MILLION ARMENIAN VICTIMS“ bi wan herdu pûlan ez têgihîştim, ko dewleta turk du mîlyon mirov di wê komkujîyê da kuştine.
Di vir da ez dixazim têbînîyekê bêjim, ko ne di pirtûkên dibistanî da li Sûrîyê û ne jî di beşê dîrokê da li zanîngeha Şamê ez rastî komkujîya ermenîyan hatim. Ev doza qet ne mijarê xwendina fermî bû. Êdî li Elmanya piştî sala 1971 min zanîna xwe li ser vê pirsê hinekî firehkir, ez tevlî hin civînan bûm û min pir guhdarî xwendekarên ermenî kir; bi salan em dostên hev bûn.
Havîna sala 1981 ez bi komekê ra ji xwendekar, hevkar û sê professorên Zanîngeha Azad ya Berlînê (Freie Universität Berlin) bo gereka zanistî çûm Yekîtîya Sovyêtî. Li Êrîvanê; paytexta Ermenistanê jineka ermenî rêberîya koma me dikir, ji min pirsî, ez çi millet im. Dema min ji wê ra got: „Ez kurd im“, rûyê xwe guhart û êdî hew berê xwe berve min kir. Lê min dizanî ew derba ji ku da hat. Ew derba ji cerdevanên kurd yên xwefiroş; nokerên dewleta turk yên dema komkujîyê hat.


Ev komkujîya mezin ya pêşîn bû di sedsalê bîstê da li cîhanê û li ser cografîyeka hevbeş navbera ermen û kurd û aşûrî/suryanî û wisa li ser yûnanîyan jî. Di tengên h´ukûmeta turk yên herî bilind da hate plankirin û wisa jî  plankirî û bi rêya leşker û çeteyên xwe ev plana qirêj pêkanîn. Komkujî berê jî çêbûbûn, lê sala 1915 gihîştin radeya herî bilind. Sîyaseta Turkîyê ya fermî piştî 100 salî jî ji vê îdêolojîyê rizgarnebûye.
Weke min li jor got, tiştê erênî di van rojan da ev şermezarkirina pirralî û tawanbarkirina Turkîya wê demê bi komkujîyê gelê ermenî ye û nasîna  „genocide“ e . Ev helwesta  dibe wane û tirs ji hemû zordar û xûnxaran ra li seranserê cîhanê.
 
Em, wek netewa kurd pêwîste di tenga kesayetî, rewşenbîrî, hunerî û civakî da lê bi taybetî  di sazîyên xwe yên fermî da bi xurtî yekdozîya pirsa kurdî, ermenî û aşûrî/suryaî her tim bînin meydana karê hevbeş. Gelên me kevnarên Rojhilata Navîn in, xaş û nexaş em bi hev ra hezarsalan jîyane. Em kanin di nav sazûmaneka dêmokrat û dademend da îro û di sibarojê da jî wekhev û azad bijîn.
Tevgera kurdî ya sîyasî bê rawestan di wî warî da kardike; çi li Bakurê Kurdistanê, çi li Başurê Kurdistanê û çi li Rojavayê Kurdistanê. Wek nimûneya li meydanê Peymana Civakî, destûra Xweserîya Dêmokrat  li Rojava, ko kane bibe rêbaza hevjîyana hemû gel û olan li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn.

Ew çend bîrewerên min li pêş nivîsîn tenê nîşanên hevjîyana me ne weke çawa min bi xazayî dît. Pir caran di van 40-50 salên hişyarîya min ya netewî da dema em hatine ser komkujîyan, serhildanan, zulm û zordarîyên li gelên me dibin, em rastî êşên hevbeş û hêvîyên hevbeş hatine. Ferman û komkujîyên li ser gelê me yê êzdî, elewî, aşûrî/suryaî û ermenî hema hema tim ji yek jêderê ne.
Li dawîyê bi kurtî ez dixazim bêjim, em hemû di yek gemîyê da ne. Ez pir hêvîdikim, em bi hev ra bigihên aştî û azadîyê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê.

22.04.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark